Qesîda Melayê Senceqî Di Medhê Şêx’Elaeddînê Xeznewî de
Ela ey dilbera nazik, ḥebîba ber dilê xorta
Te cism û can hemî sotin, bi van daẋan bi ser sota
Bi qurbana te bin sed ḥeb, wekî zîna li nav Bota
Çi ra naête însafê, ela ey serwerê dilber
Te ‘alem tev ji hiş xistin, kirin dîn û esîr û zer
Li van xortê biçûk reḥmê bike dilber neke xeşmê
Bi qurbana te bim sed car, şekerxendê şîrînresmê
Li miskîna te dil kul kir, bi ser tîra ji ber çeşmê
Bese ‘alem te tev kuştin, kirin bê sergeda dilber
Te talan kir dilê xorta, bi top û leşker û xencer
Li van xortê şepal îro, di ḥubba dilbera nazik
Dikin zarîn belê dilber, li wan nanêre qet carik
Kubarê şahê Keyxusro, li te şahî be mubarek
Were dakev ji wê burcê, çi ye Kisra çi ye Qeyser
Çi ye Rustem, çi ye Cemşîd bi qurbana te bin dilber
Were dakev te cism û can hemî sotin kirin arî
We fî sedrîye birkanûn mînen-nîrani bîl-Barî
Firaqa te gelek zor e, ji lewra ez dikim zarî
Nema zanim çi kim dûr im, ẋerîb im bê kes im dilber
Firaqa rûsiyah kuştim, kirim sergeşte û ebter
Ḥukumdarê mezin rûnişt, li ser text e çi sultan e
Qewî zanî çi xweş mêrxas, bi ḥukmê xwe suleyman e
Bi gorê şa ‘Elaûd-dîn dilim tev de kul û jan e
Bi dûrbûna ji xwe ey dost, te cism û can li min kul kir
Gelo carek heye rûnim, li cem wê dilbera dêmdurr
Di piştî vê şeva tarî, gelo rojê bibînim ez
Ji axa ber piyê dilber, gelo çav kil dikim pê ez
Hezar caran şukur îro, şekerxendê vexwendim ez
Mi zanî “Senceqî” can da, ji bo vê mujdeya dilber
Hezar wek “Senceqî” îro bi qurbana te serleşker