Nêzîkî deh sal berê bû… Mala me li navçeya Serêkanîya Ruhayê bû. Havîn bû, dinya gelekî germ bû. Bavê min Seyda Mela ‘Eliyê Êzdarî ji me re go: “Hûn hene gelo, em herine Doğubeyazîtê (Bazîdê), serdana Şêx Ehmedê Xanî bikin?”
Min, navê Şêx Ehmedê Xanî ji zû de bihîstibû. Piştî xilaskirina Qur’anê, bavê min ‘Eqîda Îmanê bi min dabû xwendin. Dûvre di havînên salên 90an de ez diçûm medresê, min li wir Nûbihar jî xwendibû. Di destpêka salên 2000’î de, min Mem û Zîn xwendibû. Paşê, di sala 2003yan de, min firset dît kû Dîwana wî jî bixwînim. Li mala bavê min, sûretên mezinên tesewwûfê bi dîwêr ve daleqandî bûn. Li ser lewheke mezin, sûretê Şêx Ehmedê Xanî û merqeda wî hebû. Axir, di dil û serê min de cîyê Şêx Ehmedî Xanî hebû.
Tevî kû min Şêx Ehmedê Xanî nas dikir jî, bi rastî, di mala me de, zêde qala Şêx Ehmedê Xanî nedibû. Belkî sedema wê, ev bû kû Dîwana wî li cem bavê min nebû. Lewra bavê min, bi piranî qala Melayê Cizîrî dikir. Wî gelek qesîde û helbestên wî bi dengekî xweş dixwend. Gelek caran, gotinên Melê dixiste nav suhbeta xwe û mutale’a wan dikir. Carinan jî, gotin û lefzên Melê, ji min dipirsî; dixwest bizanibe kû ez ji van çi fahm dikim. Wî, peyvên Farisî yên kû di helbestan de derbas dibûn û me’na wan nizanîbû, ji min dipirsî; dixwest kû ez lêkolîn bikim û me’nê van lefzan fêr bikim û jêre bêjim.
Di rê de, min meraq dikir kû fikra serdana Şêx Ehmedê Xanî ji kû hatî ye. Emê helbet fêm bikin. Emê ji Serêkânîyê heta Bazîdê çend heb serdanan bikin. Li ser rêya xwe, emê serdana welîyên Xwedê, çi yên sax çi yên mirî bikin. Hem jî li ser rêya xwe emê silayarehîmê jî bikin; li xwedîyê xwe emê silavê bikin.
Em ketin rêwîtiyek pir dijwar. Lewra rêwîtîya di germa havîna Başûrê rojhilat de, dijwarîyek cihê heye. Lêbelê, ji ber ev rêwîtî, di bin rêberiya bavê min de dihate kirin; tengasîyên wê, di çavên me de biçûk dibûn. Kêfa bavê min li cî bû, vê kêfa xwe bi xwendina qesîdeyan eşkere dikir.
Li ser riya xwe em gihan mekânekî me’newî. Ev der, mekânê Şêx Abdurrehmanê Axtepî bû… Me, merqeda Şêx Abdurrehman (q.s.) zîyaret kir; Sûreyê Yasîn, Fatîha jê re xwend û me dû’â kir.
Nihayet em derbasî Sêrtê bûn. Me li wir serdana nasê xwe kir. Dûvre me riya xwe zivirand Tillo… Welatê ewlîya… Çawa em gihan Tillo; hewaya me’newî, zêde zêde me sitend. Lewra ev der, cihekî gelekî dîrokîye. Gelek welî yû şêx û seyda li ser van ‘erda çûne-w hatine; zikrê Xwedê kirine, ‘ilim tehsîl kirine.
Pêşî, me serdana qebra Hezretî Îsma’îl Feqîrullah, Hezretî Îbrahîm Heqqî, Siltan Memduh… û gelek kesayetên din ên mezin kir. Me, li ser wan Yasîn û Fatîha xwend, dû’a kir.
Piştî kû em ji Tîlloyê derketin, ber Bedlîsê ve em ketin rê.
Piştî taştê, rêberên me, nav Bedlîsê nîşanî me da. Me hewa me’newî ya Bedlîsê pir eşkere hîs kir. Li vê derê qebra sehabîyê Resûllullah (s.’e.w.) Hz. Feyzullah El-Ensari (r.’e) me zîyaret kir. Ev sehabî, birayê Ebul Eyyûbê Ensarî ye. Ew, di artêşa ‘Îyad Bin Ğenm de ‘elemdâr bû kû di sala 639an de hatibû Bedlîsê ji bo fethê. Ji ber kû di dema fethê de şehîd bûbû, ew li vir veşartine. Em fêr bûn kû di sala 1903an de, ji bo serastkirinê, gora wî vebûye û yên kû gor vekirine, ew pir ‘ecêbmayî mane. Lewra cesedê vî zatê mezin, tevî hezar û sê sed sal derbas bûye jî, qet xera nebûye; wekî xwe maye. Şûrê wî di destê wî yê rastê de û di destê wî yê çepê de jî darê wî, hîna xwar nebû bû.
Duvre em çûn serdana gorên Mela Selîm, Seyyîd ‘Elî û Şêx Şehabeddîn. Ev zatên hêja, piştî serhildana li dijî Cemîyyeta Îttîhad û Teraqqîyê, li navçeya Xîzana Bedlîsê, di sala 1914an de hatine darvekirin û şehîdkirin (Li ser kevirê tirba wan 1912 dinîvîse). Bi bihîstina serpêhatiya van şehîdên mezin ji rêberên xwe, me rêwîtiyek dîrokî kir. Cenazê van zatan, di sala 1965an de, bi cema’etek mezin, ji bajêr hatine derxistin û li vê derê kû 15 kîlometre dûrî navenda Bedlîsê ye, hatine veşartin. Li gorî şahidîyên kesên kû ew dîtine, dema kû cenazê wan, ji goran hatin derxistin, dibêjin bedena wan ne rizyabûn û wek xwe mabûne. Hetta kefenê wan jî, toz ne girtibûn. Dibêjin, ew kesên kû cenazê van zatên mubarek, li ser milên xwe kirine; di pîrbûna wan de jî, pişta wan xwar nebûye. Em li van zatan, ecêbmayî man bê Xwedê Te’ala, çi keremek mezin daye evdên xwe yên rast!
Em, ji Bedlîsê derketin; me berê xwe da Norşînê. Norşîn, yek ji navendê me’newî ye bê şek! Norşîn, li Serhedê, yek ji wan navendên herî muhimm ên ‘ilm û tesewwufê ye. Li wê dere me pêşî, zîyareta qebra Şêx ‘Ebdurrahmanê Tağî û Şêx Hezret Muhemmed Diyauddîn kir. Duv re, em çûn tekya sofiyan û em bûn mêvanê Şêx Nûreddîn. (Şêx Nureddin, sala borî vefat kir, rehma Xwedê Te’âlâ lê be, cîyê wî cennet be.)
Li Norşînê piştî, me serdanên xwe temam kirin; em ber bi Bazîdê, yanî ber bi Şêx Ehmedê Xanî ve, bi rê ketin. Piştî demekê, em gihaştin Gola Wanê. Me Gola Wanê, da mile xweyî rastê û ber bi bakûr-rojhilat ve, em ketin ser rêyeke dirêj. Exlat, ‘Adilcewaz, Ercîş, Muradîye, Çaldiran û di dawiyê de Doğubeyazîd…
Li Bazîdê em nesekinîn, me rast berê xwe da merqeda Şêx Ehmedê Xanî. Merqed, li serê çîyakî bilind bû. Em bi ‘eraba xwe, bi çiyê ve hilkişîn. Em, hêdî hêdî, ji ‘erdê bilind dibûn. Qesra Îshaq Paşa, bi hemî spehîtiya xwe û heybeta xwe, xwe pêş me dike. Lê me, pêşînîya serdanê neda wê; em hinkî din, pêş de çûn û gihîştin ber merqedê.
Merqed, nêzî serê çiyê bû; û ev çîya pir asê bû. Çi çiyayê bilind û bi heybet! Li serê çiyê, ji tehtan tu dibê qey tacek heye. Kelehek, ji kevirê sipî, li binê zinaran hatiye çêkirin… Li paş çiyê, hebekî wirde, ‘erda Îranê dest pê dike. Çiyayê Araratê jî, li hêla bakûrê rojhilatê me dikeve… Serê wê, di nav ‘ewran de veşartî ye. Em li cîhek wusa ne kû mirov di her alî de, xwe nêzî ‘ezmana hîs dike. Hebûna li vir, bi meriv dide hîskirin kû meriv li serê banê dinyayê ye!
Hemd ji Xwedê re; em ji derîyê merqedê ketin hundur. Me, silav da Şêx Ehmedê Xanî û li ser rûhê wî Fatîha xwend. Paşî jî Yasîn… Seyda, çavên xwe da ser hev û bi Şêx Ehmedê Xanî re dest bi têkilîya me’newî kir.
Çavê min li şibakeyek biçûk a li jorê tirba Şêx Ehmedê Xanî ket. Dema Ustad Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî, 14-15 salî bû; demekê li Doğubeyazîdê xwendibû. Ew, bi roj li medresê dima û şevên xwe li vê merqedê derbas dikir kû feqîyan, bi roj jî newêrîbûn bi tenê têkevin hindirê vir. Ustad Bedî’uzzeman Seî’dê Nûrsî, gelek caran li kêleka vê pencereye, dirûnişt û ji cenabê Şêx Ehmedê Xanî îlham digirt.
Hevalên Xwedê, ên kû çavên qelbên wan vekirîne; ne tenê ji sağan, ji mirîyan jî dikarin feyzê bistînin. Min ev, di halên Seyda de gelek caran dîtîye. Dema kû ehlên Xwedê, diçin cihekî; yan jî, di ciyekî re derbas dibin; welîyên Xwedê, yên kû ruhê wan azad in; tên silavê didin ehlê Xwedê. Ev mumkin e, ez lê bû me şahid.
Wexta kû Seyda, ji bo cenabê Şêx Ehmedê Xanî, bi dest xwendina du’a û Qur’anê kir; ez jî fikirim ka em li kû derêne û bê em li huzûra kê ne…
Min dizanî kû Şêx Ehmedê Xanî, di sala 1651ê de, ji dayika xwe bûye û di sala 1707an de, di 57 salîya xwe de wefat kirîye. Min zanî bû kû ew ne şêx û ‘alimek û şa’irek ‘elel’ade ye. Şêx Ehmedê Xanî şêx bû, lê ew, ne şêxekî tekyê, wek her şêxî bû. Ew ‘alim, zimanzan, helbestvan û nivîskâr bû jî. Berî her tiştî, ew ğemxwarê milletê xwe bû. Wî, zêde qîmet dida ‘ilmê; lewra wî zanî bû, sofîtîya bê ‘ilim, fêdê nade. Hem wî zanîbû kû zanîn jî, tenê ne bese! Wî, zanîbu kû lazim e bi ‘ilim, werê ‘emelkirin jî.
Şeyx û sofîtî keramet,‘ilmî xwendin hem ‘emel
Xilwet e hucre, terîqate şerî’et bê xelel
Şêx Ehmedê Xanî, Kurdekî munewwer bû. Wî, rewşa Kûrdan, didît û ji vê yekê ğemgîn dibû. Kurd kû yek ji milletên herî kevnar ên Îslamê ne, di gelek waran de, paşde mane. Wî, ev didît û pir li berdiket. Wî dizanîbû Kurd miletek wêrek, merd, qencîkâr, xêrxwaz, fedakâr, ğîretkêş in kû ji minnetê nefret dikin, lê ji yekîtî û bihevrebûnê mehrûm in. Ji ber vê yekê jî, , di dewleta cîhanê de ew her dem, bêpar û mehkûm mane. Heger ew, bibana yek û li hev guhdarî bikirina, wê hingê ewê dîn û dewleta xwe, kamil bikirina. Ewê hem ‘ilm û hem jî, hikmetê bi dest bixistana. Wî, bi kûrtasî van rastîyan di pêşgotina Mem û Zînê de wuha gotîye:
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi şîrî sehrê şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Xatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in şedîd in
Ev qulzimê Rûm û behrê Tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Camêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ew çend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
Wê bidome….