BijarteBîlal FîdanciGiştîŞûr Kalanê Xwe Nabire

Ehmed li ser ‘erebê sebze difirot û li wî bajarî pir kesan wî nas dikir. Ehmed tîcaretê ji bavê xwe hîn kiribû û ew jî wekî bavê xwe bi dirirtî tîcaretê dikir. Derewan nedikir nav tîcareta xwe ji ber vî qasê xelqê bajêr pir kêfa wan ji Ehmed ra dihat.

Ehmed  tenê piçekî bi hêrs bû û ev hêrsa wî jî zirarê dida wî . Ji ber ku ew bi hêrsa xwe nikaribû carnan bi xelqê ra şer dikir. Li bajêr kalekî dostê bavê Ehmedî hebû ku  her roj nesîhetan li Ehmed dikir .

Ehmed jî çi wext ku bi hêrs bûba diçû ba wî kalî û nesîhetên wî kalî gohdar dikir . Rojek Ehmed sebzê xwe li ‘ereba xwe bar kir û çû nav bajêr.

Got Bîsmîllah  û dest bi firotina sebzeyan kir. Merivek ji dervayê bajêr hate cem Ehmed û jê wiha pirs kir .

Merivê xerîb :

-Bira ev sebzê te bi çi fîyetê ne.

Ehmed pirsa merivê xerîb da û got:

-Ev sebze fîyeta wî 5 dîrhem e.

Merivê xerîp hêrs bû û got:

-Ev sebze li bajarê min bi 2 dîrheman e, tu çima ew qas zêde difroşî.

Ehmed ji merivê xerîb hêrs bu û jêra gotinên ne xwêş got. Û Ehmed û merivê xerîp bi hev ketin . Xelqê bajêr ji ber ku Ehmed nas dikir wan ji hev qetandin. Ji Ehmed re hinek xeyîdîn Ehmed ji ber ku hêrs bûbû bi xelqê bajarê xwe re jî pevçû. Jiber ku wî jî wan nas dikir û ji wan hez dikir sekinî û bêhna wî hinek fireh bû û xelqê Ehmed hinek dûr birin .Û Ehmed jî çû cem wî kalê ku lê nesîhetan dike.

Ehmed mesela ku hatîye serê wî jê ra got. Kal jî dest bi nesîhetan kir û wiha got:

Kal : Şûr kalanê xwê nabire.

Ehmed got :

-Min tiştek ji gotina te fem nekir ew çîye gelo?

Kal:

-Ev gotina pêşîyan e, me’na wî jî ev e kesê ku çi qas bi hêrs be jî zirarê nade dostên xwe . Zirarê dide xwe û ê li hemberî xwe.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *