Dibêjin ku du heb bira hebûne û bi hevra çûne kerenga. Birakî kereng diçinî ê din jî kerenga dikir turikê xwe. Birayê ku turik di destê w îdaye nizane ku binê turik qul e û kereng jêda dikevin. Birayê din jî haya wî jê tunebûye.

Piştî demekî birayê ku kerenga diçine difikire ku têra xwe kereng berhev kirine û ji birayê xwe ra dibêje:

-Ka turik bîne bê me çi qas kereng berhev kirine.

Li turik dinêrin ku turik vala ye. Birayê ku karê berhevkiriye dikir ji ê din re dibêje:

-Te kereng xwarine.

Birayê din her çiqas înkar dike jî jê bawer nake û bi wê hêrsê derbeyekê li birayê xwe dide û dibe sebebê kuştina wî birayê xwe. Di pişt re dibîne ku binê turikê qul e û fêhm dike ku ti sucê birayê wî tinîne.

Poşman dibe û li çokên xwe dide. Dibêjin ku ji Xweda ra di’a dike ji bo wî bike heywanekî.

Ew heywanê ku jêra dibêjin “Silêmanê dû nukil” ew bira ketîye wî halî. Lewra daîm dinale û dibêje:

“Kekoo, kekoo…”

Ew qisse dide nîşandan ku mirov bi hêrs û bê fikirandin hereket bike ev dibe sedemê xetayên mezin. Heta dibe sedem ku mirov birayê xwe jî bikuje û dibe sebebê qetla wî. Di vî mijarî de qisseta her du kurên Hz. Adem û birayên Hz. Ûsif jî pir balkêş in. Xweda mûsilmanan ji vî halî mihefeze bike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *