BijarteGiştîMehdî YalçınNêrîna Bal Nûbiharê ve Bi Awakî Giştî

Yek ji telîfatê Şêx Ehmedê Xanî yê. Ferhengek bi ‘Erebî û Kurdî ye. ‘Îbaretê ji 216 beyta ye. Navê wê Nûbihar e, yanî bihara ewil weya Nobar e, yanî dexla (mehsula) ewil. Tê de xîlaf heye. Şêxê Xanî wê li ser weznên ‘erûzê nezm kirîye. Weznên wê gihîştine 13 heba. Ji wan wezna çar heb jê ji behra recez in, sisê jî hezec in, dido jî behra remel in, ji mudaru’ û besît û serî’ û muteqarib jî herkê yekin. Tev tevî hev heft behr in. Muqeddîme û qismê ewil weke usûla mesnewîyê aa-bb-cc, wan yazde qismê dinav wan de jî wek usûla qafîya xezelê aa-ba-ca  hatîye amadekirin. Seydayê Qoğî dibêje: Sê hebê jiwan bi awakî wusa warid kirîye teb’ê meriv biwan kêfxweş dibe guhê meriv biwan lezzetê dibine.

Metle’ê wê eve:

Bîsmillahîrrehmanîrrehîm   /  Mebdeê her ‘ilmekî navê êlîm

Can Dost dibêje: “Dema ku şa’ir wê diqedîne 33 sali ye. Şa’ir di serê ferhengê de ku bi nesr û bi sec’ê medhê vê kitêba xwe dike ku van kelîma nezm kirîye tevî şerhê jibo zarokê Kurda Quran qedandine dest bi rê yek hînkirinê ya nû kirine.”

Can Dost dewam dike dibêje: “Jimara van kelîmê ‘Erebî li dora hezar hebî ne. Şa’ir di muqeddîmê de xeber daye ji çend tiştê ewul ku hînkirina wan wacib e, wana ev in: Naskirina xuda û Resûlê Xuda û her çar xelîfa û deh kesên ku mizgîn bûne bi cennetê û her çar îmamê mezhebê ehlê sunnet û çend perçe ji heyata Resulê Xuda; weke cîhê wîladeta wî û cîhê defna wî û ‘umrê wî dema ku bu pêxember û dema ku wefat kir. Paşîya vê kitêbê jî weke serê wê nesr e û bi sec’ e. Şa’ir di wurde sal û meh û roja ku ferhenga xwe nezm kirîye bi awakî girtî beyan kirîye.

Sebebê telîfa Nûbiharê

Nazim sebebê telîfa kitêba xwe di van sê beyta de kirîye:

Wekî ji Quranê xelas bin  /   Lazim e li sewadê çav nas bin

Da bi van çend reş belekan  /   Li wan tebî’et melekan

Derê zihnê vebitin   /   Heçî bixwînin zehmet nebitin

Ji van sê beytan sebebê telîfê dido xuya dikin

1 – Lazim e ku zarok kelîmê ‘Erebî nas bikin

2 – Bi hînkirina kelîma derê zihnê li zarpka vebe

Wusa gotîye lê dema meriv bala xwe dide muhtewayê wê meriv dibîne ku nazim tê de gelek kelîmê Quranê zikir kirîye hem jî hinik kelîmê wusa ğerîb anîye ku însankî hetanî medresa xwe diqedîne jî di nav kitêbê rêzêde rastî van kelîma nayê. Yanî ji sun’ê Şêxê Xanî tê fehmê ku dîqqeta xwendevan kişandîye bal xezîna kelîma ve. Yanî kesekî çiqas kelîmê ğerîb ji dev be li gor Şêxê Xanî wê hewqas ‘ilmê wî tije be û hewqas bi kar û bar be. Hem di medresê de û hem di heyata piştî medresê de dema ku teftêşa ‘ilmê bike.

Ansîklopedîya Dîyanetê dibêje: “Ev kitêb jibo rihetîya dersê serf û nehwê hatîye amadekirin.” Seydayê Mela Musayê celalî jî di muqeddîma şerha Nûbiharê de dibêje: “Zêdeyî ser hînkirina tercema mufredatê ‘Erebî şa’ir xwestîye ku kitêba wî bibe alîkar liser hînkirina ‘ilmê ‘eruzê.” Ez dibêjim: Şêxê Xanî xwestîye ku perwerdebûna di medresa de jî bi çi rengîye hînî feqîya bike; çikû di serê her qet’ekî de nesîhet kî li xwendevan kirîye. Nesîhetê wî ev in: Tekrara dersa, hilm û sebr, lezbûna bal meqsedê, ‘îbadetê me’bûd, qîmeta ‘ilmê, zemma kibrê, qîmeta hucra feqîya, hînkirina fiqhê, zemma kizbê, ‘emelkirina bi ‘ilmê, xwendina ‘ilmê qenc, ‘işqa Îlahî, adabê navbêna seyda û feqî.

Tarîxa ku Şêxê Xanî Nûbiharê nivsandîye çewa ku wî jî di dawîya wê de gotîye 14-31094 hîcrî, 1683 mîladî.

Ji tarîxa ku hatîye nivsandin ku sedsalê 17 ye û heta roja me, bi dersîtî hem hatîye xwendin hem hatîye jidevkirin. Ev eser jibo kesê peyxwere jî bûye çavkanîya îlhamê. Mesela ji telebê Şêxê Xanî Îsma’îl Bayezîdî jî ferhengek bi navê «Gulzar» bi kurdî û farisî û ‘Erebî ye nivsandîye. Can Dost dibêje ku Şêx Me’rûf Nudihî jî liser nesqa Nûbiharê “qamûsek” telîf kirîye û hedye kirîye ji kurê xwe  Kak Ehmed re jibo ku kelîmê ‘Erebî jidev bike.

Xizmetê Ku Hatine Kirin ji Nûbeharê re

Ansîklopedîya Dîyanetê dibêje ev ferheng ewul bi kitêba Dîyauddîn Yûsuf paşa re «El hedîyyetul hemîdîyye fîlluğetîl Kurdîyye» hatîye çapkirin. Paşê bi teshîha ‘Ebdusselam Nacî el Cezerî carek dî çap bûye. Zeynel’Abidîn zinar jî vê eserê wergerandîye herfê Latînî. Li ser vê ferhengê Ehmed Hilmî el Quğî ed-Diyarbekrî bi navê “Gulzara Hemûkan Şerha Nûbihara Biçûkan” şerh nivsandîye.

Ez dibêjim: “Paşê Seydayê Mela Zeynul’abidîn Amidî, Xuda rehma xwe lêke bi navê «Mecme’ul Enhar fî Şerhî Kîtabî Nûbîhar» şerhek bi ‘Erebî û bi navê «Çîçeka Destê Zaroka Şerha Nûbihara Biçûka» du şerh, Seydayê Mela Mûsayê Celalî jî bi navê «Feydul Qedîrî-r Rehman Şerha Nûbîhara Biçûkan» şerhek li ser telîf kirine.

Netîce: Tesîra Nûbiharê û xwendina wê di Kurdistanê de me’lûmê melayê me û xwendevanê kitêbê Kurdî ne. Heta seydayên me yê selef wê di tertîba kitêba de xistine rêza çara. Yanî piştî «Nehculenama» Seydayê Mele Xelîlê Sêrtî..

Lê mixabin îro Nûbehar jî weke her kitêbê Kurde di Kurdistana Tirkîyê de ketîye bin toza dewr û zemanê me. Eger tu çend kitêbê kevn di quncikek camîyê de weya di refê wê de bibînî ku toz û telaz li ser danîye yek jiwan jî Nûbihara Şêxê Xanî ye. Ne heyf û xebîneta şêxê xanî û esera wî Nûbeharê. Me hêvîye ji Rebbê ‘Alemê ku kitêba wuha bi qedr û bi qîmet dîsa bikeve rewacê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *