“Ew kesên ku dijminên Xwedê ne, şer li wan kesên ku ji dil û can li doza Xwedê xwedî derdikevin vekirine û bo wan ji doza wan vegerînin çi tişt ji dêstên wan tê, kirine û hewl dane. Vê hewldana xwe jî çendîn caran dubare kirine. Vê hewldana xwe ango Mislimanan ji doza Xwedê vegerandinê carinan bi tetbîqkirina bi tahrîq û provakasyonan, carinan waad û teşwîqan, carinan tehdîd û tirsandinê û carinan jî bi ezîyet û îşkenceyan domandine. Heta ku dawetwan ango Misliman terka doza xwe nekin û întîsabî wê bawerîya wan a batil neke û piştgirîyê nede wê fikra batil dê ev ezîyet û îşkenceyên kafiran bi dawî nebin. Bi gotineke din ger kesê dawetwan li gor kafiran hereket bike ew ê ev ezîyet û îşkence bi dawî bibin.
Xweda çi qas xweş û rast gotiye:
“Ger qeweta wan têra we bike, hetanî ku we ji dînê we vegerînin dê bi we re şer bikin.”[2]
“Ger hûn bikevin nav dest û lapên wan , ew ê bibin dijminê we û ew ê destê xwe û zimanê xwe bi xirabî dirêjî we bikin. Jixwe dixwazin ku hûn bibin kafir.”[3]
“Cihû û filleh ji te razî nabin heta tu nedî pey dînê wan”[4]
Bêşiphe ew îşkence û ezîyeta ku dijminên Xwedê dane destpêkirin, heta ku kesên Misliman eqîde û bawerîyên xwe terk nekin, dev ji teblîxkirina wê bernedin û dev ji li gor wê hereketkirinê bernedin dê nesekine û dê berdewam bike. Ev dijmintîya ku dijminên Xwedê dikin, ne dijmintîya li gor berjewendîyên dinyevî û şexsî ye. Qraltî dan Resûlê Xwedê, li ber pîyên wî mal û milk raxistin, bes ku dev ji vê doza Îslamê berde. Feqet Hz. Muhammed(s.x.l), wî bi şikleke jidayî xwe bi eqîdê ve girt û pê emel kir û bi qewet û izzet van her du teklîfên dijminên Xwedê red kir û ji wan dûr ket. Ger van tiştan nekiribana, ango ji wan dûr neketibana, dibû ku ev yek bûba sedema wî ya helakbûnê.
Divê ev gotina Resûlê Xwedê ya ku ji apê xwe Ebû Talîb re gotiye tu car neyê jibîrkirin:
“Apê min! Ez li ser navê Xwedê sond dixwim ku, heger tu bo ez terka vê wezîfeya xwe ya îlahî bikim, tavê bixî destê min ê rastê û heyvê jî bixî destê min ê çapê, ez dîsa jî wan gotinên ku ew gotina nayênim bi cî û li gor wan hereket nakim! An ew ê ev doz bimeşe an jî ez ê di vê oxirê de bimirim.”
Ew nefer û canfidayên ku xwedîyê eqîdeya Îslamê ne, tu carî ji ber wan ezîyet û îşkenceyên ku ji teref kafiran ve li wan hatine kirin, terka bawerî û di rêya bawerîyê de cîhadkirinê nakin. Ger dê rewşeke wisa bûbane, divîyabû ji serî ve ew kes wî emaneta muqaddes hilnegirtibana li ser milên xwe.”
Xweda me tevekan bike ji wan kesên Misliman ên ku xwedîtîyê li doza Xwedê dikin û di oxira wê dozê de canê xwe bo riza Xwedê feda dikin…
[1] Ev nivîs ji kitêba Mustafa Meşhûr hatiye tercumekirin. Çavkanî:Mustafa Meşhûr, Fiqha Daweta Îslamê, Weş. Hîkmet, Stenbol, 2009, r.87-88.
[2] Sûreta Bakara-217
[3] Mumtehîne-2
[4] Bakara 120