BijarteFatîh ŞêxdodîGiştîDersa Me: Zimanê Kurdî

Demsala payîzê ji bona zarokên me sebebê şahî û kêfxweşîyê ye. Bi destpêkirina meha îlonê re, kelecana zarokên me jî destpê dike. Lewra ji bona wan, meha îlonê zêdetir mizgînîya destpêkirina perwerdehîyê ye. Nexasim ji ber ku nexweşîna Covîd 19, zarokên me ewqas ji xwendingehan dûr xist, hê zêdetir zarok û ciwanên me îsal bêrîya heval û mamosteyên xwe kiribûn.

Li xwendingeha me ya navîn, îsal dersa zimanê Kurdî bû para min. Salewext ezê bi xwendekarên pola 5an zimanê wan bidime hînkirin. Gelo ev gotin, bala we jî kişand? Naxwe ez dubare bikim. ‘E-zê, bi xwen-de-ka-ran zi-ma-nê wan bi-dim hîn-ki-rin’.

  • SubhanAllah, qey zarok bi zimanê xwe nizanin?
  • Hinek dizanin, hinek nizanin. Ê zanin jî, nîvî Tirkî, nîvê din Kurdî. Hevalên me ji vî zimanê nû re dibêjin Tirkmancî!
  • Çima gelo?
  • ….

Roja sêşemê, dema dersê hat. Ez dema ketim sinifa 5-C yê, zarokên delal tev rabûn pîyan. Min jî bi zimanê Kurdî silav da wan.

  • Merheba zarokno! Hûn çawanin?
  • Merheba Öğretmenim.
  • Em baş in.
  • Tu çawanî.
  • Merhaba Öğretmenim

Dengê wan tevlihev bû, pêre jî dikenin. Ya rast hinekî li hevdû şaş man. Bi zimanê dayîka xwe dizanin, lê silavdayîna min bi zimanê wan, ji wan re xerîb hat. Lewra heta niha tiştekî wiha nedîtine. Min li gotina xwe dewam kir:

  • Kerem bikin zarokno, rûnên. Îsal emê dersa zimanê Kurdî bi hevdû re bimeşînin. Heta hûn karibin, di dersê de bi zimanê Kurdî xeber bidin. Ezê niha ji we pirsekî bipirsim. Di zimanê Kurdî de ji ‘öğretmen’re çi tê gotin?
  • Ez zanim.
  • Ez bêjim.
  • Ez, ez…
  • Bihar, tu bêje.
  • Sihhet xweş Bihar, te rast got.

Me dersa xwe ya ‘ewil qedand. Dema navberê hat. Ji bona bêhndanê zarok derketin derva. Li dervayê sinifê zarokên pola 5-Cyê li kê der min bibînin, jibona peyva ‘mamoste’ bibêjin bi min re xeber didin.

  • Mamoste, tu çawayî?
  • Mamoste, tê werî dersê?
  • Mamoste merheba!
  • Mamoste, mamoste…

Peyva ‘mamoste’ bû sebebê kêf û şahîya xwendekarên me. Ya rast ez jî pê kêfxweşim. Piştî min vê kêfxweşî û şahîyê dît, vê birçîbûna zimanê Kurdî dît, min milan hilda û qerarekî da. Ji pola 5/Cyê me komekî ava kir. Me helbestekî nivîsand û dest bi xebatê kir.

Hînkirina zimanê Kurdî gelekî xweş e.

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *