Zû diherikî dinya di nav zemanek bê ronî de
Zû derbasdibû dem di nav avek ronî de
Wext tunebû av zû diherikî di nav dîrokê de
ji çîyayan av diherikî digeriya di nav gelyan de
Û li Dîyarbekir dirijiya av di nav dilên me
Tu nizanî şetek dişirşîrî di nav rihan de
Firtoneyek diqetiya di nav daran de
Di rojekê de di nav bêdengî yû bê nav de
Dara biyê pişta xwe rast dikir dîsa
Leylak bê ziman dipeyêvî di çolan de
Şetek darîstanan dibir çolan di nav dilê xwe
Min avêt peyvên bê dawî ji dilê xwe
Gul û gulîstan di nav bêdengî de
Qedexe bû her tim fikrên di heşan de
Rojekê wek di nav demên qedîm de
Ez di nav xem û xeyalan de
Rojekê ez şîyar bûm di nav dinyayek bê fedî de
Tiştek nema bû ji demên qedîm de
‘Elî û qewlên cengên wî nemabûn
Cengên ‘Elî her tim cengên meydanî
Xalid dibû mêvanê şevbêrkan
Kesî nizanibû wek Xalid mirinê ji dil bixwesta di gundan
Di rojek modern de şar bûm ji xewn û xeyalan
Di tarîxê de ma îdî qewlên meydanî
Di zemanek kibar da şar bûm ji xem û xeyalan
Îdî muzebzebên însên her tim dualî
Nîfaqek modern digerê di nav bajarekî wek mivanan
Însên bû mazîvanek ji bo nîfaqek modern
Di nav zemên de însanek bi gerî
Di rê de her tim bi rê û bêxwedî
Rê wenda bû di nav behrek reş de
Rê wenda bû di nav sîyê de
Rêyek li ber mexê ya Rebbel ‘Alemîn
Rêyek û zanînek li ber me
Em nas bikin rêka gul û gûlîstanan
Ku em jî bimeşin di rêka feqîyan de
Rêyek li ber mexê ya Rebbel ‘Alemîn
Ku em nas bikin rêka bîna baranê
Em nas bikin kîja ye ocaxa pîr û kalan
Ku em zanibin li ku ye warên me yî mayendî