Birako baş binêre!
Lewra kesê baş, baş dinêre
Kesê şaş, şaş dinêre
Birako hişyar be!
Xafil nebe ji Xaliq, ji Xwedayê mal û milk
Kesê hişyar, haydar e, xwedan edeb û îhtîram e.
Kesê birçî, ji xeyalên xwarinên xweş, te’amên lezîz xelas nabe.
Ku rewşa birçîbûnê zor da ser zikê wî, ew ji bo zikê xwe têr bike ji ti xwarinan rû banade.
Her wisa her demjimêr tê jimartin. Bi her jimara an û wext û saetê, ew qedr û qîmetê te’aman fêm dike. Têdigihîje ku ti ni’met belasebeb nîne. Ku qîmetê rizq nas kir, êdî pêwist e Rezzaq ê rizq jî nas bike. Hingê hed tê zanîn, hudud tê nasîn, bende li hember Xaliq dibe bendekar.
Kesê têr çiqas zor e. Antên û sînyal û fêhm û têgihaştin û dîtin û hestên wî giş di xeterê de ne. Talûke mezin e. Heta îman û bawerî jî dikevin talûkê. Lewra heta rewş wisa be, perde li ser perdê tê raxistin. Her ku diçe xeflet kûr dibe.
Îla axir em werin Çîroka Zikê Birçî.
Dibêjin, yekî rêwî li ser heywana xwe siwar bû. Di çoleke bêser û ber de derbas dibû. Piştî demekê birçî bû. Li binê darekê rawestiya. Peya bû, daket. Hevsarê heywana xwe li cihekî girê da. Ji ser pişta heywanê, ji nav barê xwe zebeşek derxist. Zebeş ji nîvî kir du qet. Paşî bi awakî xweşik qetîtkê xwe danî ber xwe. Deverên xweş û şîrîn xwar. Qaşûlê zebeş avêt ber lingê xwe. Mêrikê bê şikr û fikr; hed û edeb jî nas nedikir! Rabû li ser qaşûl û qetîtkên bermayî mîz kir.
Xewa mêrik hat. Tiştekî nerm danî ber serê xwe û raket. Xweda zane çiqas raza û çend xewn dît. Axir ji nişka ve şiyar bû ku çi bibîne! Heywan nexwuya ye! Qey werîs sist bûye, an tişteki dî çê bûye… Ji hîkmeta Xwedê heywan azad bûye û teriqiye.
Mêrik bê çare li binê darê ma sekinî. Lewra ne dikare bi peya here û ne jî rê nas dike.
Saet li ser saetê derbas dibe. Ne heywan tê û ne jî karwanek dibore. Çiqas wext derbas dibe Xwedê dizane. Lê her ku diçe birçî dibe. Her ku birçî dibe çavê wî li tiştekî xwarinê digere. Belê li çola Xwedê tiştekî xwarinê peyda nake. Di nav wê naçariyê de çavê wî bi qaşûlên zebeş dikeve. Destê xwe davêje qaşûlekî piçek dûr. Ji xwe re dibêje;
“Mîz li vî qaşûlî neketibû!”
Wî qaşûlî dixwe. Çend lahzeyê din ji nav qaşûlan qetekî din dineqîne. Dîsa dibêje;
“Mîz li vî qaşûlî jî neketibû!”
Hino hino qaşûlê li erdê kêm dibin. Û her cara ku qaşûlek ji erdê hildide û dixwe, pêre dibêje;
“Mîz li vî qaşûlî jî neketibû!”
Heta ku ji bilî qaşûlekî li erdê tiştek namîne. Hema dirabe wî qaşûlî jî dixwe.
Piştî bi xwe mikur hat, li halê xwe fikirî.
Piştî ku ew û zikê xwe yê birçî bi hev re têr wext borandin.
Zikê birçî jê re got;
– Birako! Nankor nebe, xafil nebe ji Xwedayê nan û zad…
– Kesê şiyar û haydar berî her tiştî bi edeb e. Lewra her tişt û ni’met malê Xweda ne.
….
Bi vî rengî zikê birçî gelek gotin û şîret lê kirin.
Piştre çi bû? Em nizanin… Wî zilamî dersek baş bi tecrûbeyeke giran dît. Gelo Xwedê lê hat rehmê û firsendeke din ket destê wî? An ew çend roj, rojê xatirxwestinê bûn ji dinyaya pûç û betal?
Em nizanin…
Bi her hal em li rewşa xwe binêrin çêtir e. Gelo em şiyar in an xafil!
Gelo em haydar in an xemsar!
Gelo ji serpêhatiyên xwe me çend ders û îbret sitandin?