BijarteFatîh ŞêxdodîGiştîKûçikê li ber Derî û Pisîka Malê

Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Hebû tunebû, ji xeyrî Xweda mezin tunebûn.

Li gundekî deştê, malekî hebû. Jêre digotin Mala Mîro. Mala Mîro li dervayê gund bû. Jiber ku malekî bi tenê bû ji xwere kûçikekî danîbûn ber derî, jêre stargehekî çêkiribûn, xwarina wî jî didanê da ku bi şev xwedîtî li malê bike. Kesekî xerîb yan jî heywanekî weke rovî nêzîkî malê bibe, ewê kûçik bike ‘ewte ‘ewt, haya xelqê malê pêxe.

Li Mala Mîro, pisîkekî jî hebû. Karê pisîka malê jî her ewe qefaltina mişkan e. Gava ku di hundurekî de mişk hebin ji wê malê re rihetî tuneye. Tu kesekî ku ji mişkan bê hizûr nebe tuneye. Wezîfa pisîka Mala Mîro jî ev e. Li hember vê wezîfê pisîka malê rojê sê danan xwarina xweş dixwe. Çi xwarinê ji ber sifrê mabin, goşt, hestî, masî… çi hebin ewil têne ber pisîkê. Heta carnan mast û şîr jî didinê. Lê ji rebenê kûçik re jî binê sifra pisîkê dimîne. Hestîyê jiber pisîkê bimînin davêjine ber kûçikê.

Ya rast bi çi awayî be jî kûçik zikê xwe têr dike, tu şikayet ji rizqê xwe nake, lê belê pirsgirêkeka din heye. Pisîka malê çi dem firsetê bibîne di pacê de serê xwe derdixe, li kûçikê dinhêre û destê xwe bi zikê xwe dide. Zikê têr, hundirê germ… bi vî awayî dixwaze kûçik hêrs bike.

Dîsa rojekî li Mala Mîro quşxana goşt dipije, bîna goşt li der û dora malê bela dibe. Ku bêhn tê pozê kûçik hiş ji serê wî diçe. Wê goşt kengê bipije, ewê xelqê malê kengê şîvê bixwin, hestî derên, herin ber pisîkê, wê pisîk hestîya bikoje hê wê werin ber wî. Kero nemre bihar tê… Ew roj jî kûçik birçî ye, zik lê giran biye.

Halê ku kûçik têdeye ev e. Pisîka malê jî, ew roj di mitbexê de mişkekî girtîye, kêfa kevanîya malê anî ye. Wexta bîna goşt tê pozê wê, diçe mitbexê û ji wê derê dernakeve. Kevanîya malê ji bo pîsikê ji xwe dûr bixe radike perçekî goşt davêje berê. Ew jî radike goştê xwe û diçe. Nîyeta pisîkê dîsa here hemberî kûçikê, li pêş çavê wî goştê xwe bixwe da ku wî hêrs bike.

Pisîka me wekî her roj dikeve pacê. Kûçik jî li binê bacê ye. Dinhêre pisîk hat, goştê xwe nîşanî kûçikê dide û hedî hedî dest bi xwarinê dike.

Ooooxxx, çiqas xweşe.

Kûçik dike xwe bixwe. Jiber te’ma goşt hiş di serê pisîkê de nemaye. Êdî çi dibe, goştê liber pisîkê ji jor ve dikeve xwarê. Ji qata dudîya ku goşt dikeve pisîk bazdide li dû goştê xwe tê. Heta dighîje xwarê, kûçik ‘efîyetê li goşt tîne. Lê hê dersa pisîkê ne qedîyaye. Wexta pisîk ji derî derdikeve derva da ku goştê xwe bigre, kûçik derî lê digre.

Çewayeee, pisîka malê ma li derva, ka ewê kî te ji destê min xelas bike.

Pisîk liser van awira dest bi revê dike, kûçik dide ser pişta wê. Xweda pisîkê ji destê kûçik xelas dike, derdikeve serê darê.

Şeva biharê, baran dest pê dike, heta sibehê, pisîk li ber sermayê li serê darê dimîne.

Wexta sibeh lê dixe, dîya malê dertê derva, pisîk ji nişkava xwe davêje hundir. Belê cezayê nerihetîya xwe jî distîne. Ji ew roj pêde tobe dike, êdî henekê xwe bi kûçikê nake, heta pirê caran xwarina xwe pêra parve dike.

Çîroka me çû dîyaran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *