BijarteEmîn BuranGiştîJiyana Bav û Kalên Me ya Zemanê Herba Cîhanê  ya Duyemîn

Bi rastî hûn jî dizanin herba duyemîn di sala 1939’an da dest pê kir û di sala 1945’an da bi dawî bû. Di dîroka însanîyetê da zêdetirîn însan di vê herbê da hatin kuştin û heyata xwe ji dest dane. Ligor hinek rîwayetan 70 milyon, ligor hinek rîvayetan jî 85 milyon însan mirin yan jî hatin kuştin. Herba Dûyemîn a Cîhanê bi vî rengî di dîrokê de qeyd bû û hat nivisandin.

Berî vê herbê jî, herêma me gelek zulm û tahdeyî dîtibû. Pîştî qîyama Şex Se’îd li heremê nexasim li Dîyarbekir, li rojhilat û li bakûrê Dîyarbekirê ji teref leşkerên cûmhûrîyetê ve qetlî’amên mezin hatibûn kirin, bi dehhezaran Musulman; xort û qîz, pîr û kal, zarok û ciwan hatibûn kuştin û malên wan hatibûn talankirin. Camî û medreseyên me hatibûn girtin. Hinek camîyên me bûbûn tewlê hespan. Li camîyan banga ‘Erebî qedexe kiribûn. Azana şerîf bi Tirkî dihat xwendin.  Di malan de hebûna Qur’ana Kerîm û ders dayina wê qedexe bû. Qur’anek di mala Musulmanan de hebû, ji tirsa leşkeran yan wê şewitandibûn yan jî di şikeftan da veşartibûn. Li pirê gundan xwandekar û ‘alim nemabûn. Tiştek derheqê vê dewrê de min ji kal û bavê xwe bihîst ezê behs û qala wê bikim. Kalê min H. Qeyo digot:

Di Herba Yekemîn a Cîhanê  de, li gundan kesek nema tev çûn herbê û şehîd ketin. Wexta herbê dest pê kir ez 8 salî bûm. Bavê min û kekê minî mezin, paşê jî peyayên li gund tev çûbûn herba Ûris, li gund em çend zarok û îxtîyar mabûn. Herb bi dawîbû, lê dewleta ‘Usmanîyan ji hevdû ket û belav bû, Tirkan bi navê cumurîyetê dewletek nû avakirin. Piştî avabûna dewletê medresên me yasaxbûn û hatin girtin, gelek ‘urf û ‘adetên me yên Îslamî qedexe kirin, leşkerê cumurîyetê zulmek wûsa li gundan kirin, pîrekên me zarokên xwe bi wan dikirin xew. Digotin zû rakevin waye zeftîya tê. (wî zemanî ji leşker ra digotên zeftîya)

Li gundê me bi navê Apê Reşîd ‘alim û zanayek hebû, ji tirsa leşker newêrîbû dersa Qur’anê bida zarokan, netenê li gundê me, li temamê gundên der û dorên me ehwal ‘eynîbû. Em jî zarokên me jî tev cahîl mabûn. Piştî îxtîyarên zana û ‘alimên herêma me wefat kirin, îdî li gundan kesek tunebû ku mirîyên me bişo, nimêja wan bike û telqînê li ser wan bixweyne.

Li Erxenî Camiya Mezin tenê hebû. Roja înê em dihatin bajêr me him nimêja xweya înê dikir him jî hewceyên mala xwe didît. Li gund tunebûna Qur’anxwendîyan, ji min re bibû derd û meraq, min li der û dora xwe pirs dikir gelo mêrxasek tune dersa Qur’anê bide… Li gundê ‘Eyneto bi navê Resûlê Besê hevalê min ê esker hebû, me ji hev pir hez dikir û me kirvatî bi hev ra danîbû. Rojekê ji min re got:

-Birayê Qeyo!Wa li gundê me bi navê Mela Kerbela Seydayek dersa zarokan a Qur’anê dide. Ji zarokên xwe yekî bîşîne mala me, bila hînî Qur’anê bibe. Sal 1939 bû. Herba dûyemîn hîn dest pê nekiribû. 4 kurên min hebûn, ê mezin 14 salî, ê piçûk hîn du salî bû. Lawê min ê Topo 10 salî bû, bi aqil û fehm bû û min jê pir hes dikir. Min navê bavê xwe ê Şehîd lê kiribû. Min nîyet kir ku ezê wî bişînim xwandinê. Ez bi kêfxweşî hatim malê û min nîyeta xwe jî pîra xwe ya Fatê re û ji temamên zarokên xwe ra got. Bi vê qerara min malbata me tev kêfxweş bûn û qebûl kirin. Min ji pîra xwe ya Fatê re got, roja înê serê sibê ser û şoyê Topo bike, ezê wî bi xwe re bibim bajêr û w, teslîmî birayê xwe yê Resûl bikim. Bila her êwara înê were malê çek û çolên xwe biguherîne û cardin herê gundê ‘Eyneto.

Topo navê bavê min e. Ezê dewama vê meselê bi tiştên  min ji bavê xwe bîhîstîye binivîsînim. Di çi qas zemanî da hînî Qur’ana Kerîm bû? Wexta wî çawa derbas bû? Bavê min berdewama vê meleseyê wisa ji min re got:

-Ez ji bo Qur’anê hîn bibim çûm gundê ‘Eyneto. Min li cem Seydayê Mela Kerbela dest bi dersa elîfbayê kir. Li gund mizgeftek piçûk hebû. Me dersa xwe digirt û paşê ez diçûm mala kirîvê Resûl û bişev li mala wî dimam. Roja pêşemê ji nîvro şûnda bi peyatî dihatim bajêr (Erxenî) û diçûm gûndê xwe. Ji gundê ‘Eyneto heta gundê me 2 se’et rê bû. Şeva înê li mal dimam, min ser û şoyê xwe dikir, çekê paqij li xwe dikir. Serê sibê bi bavê xwe re dihatim bajêr û me nimêja xwe ya înê bi hev ra dikir. Piştî nimêjê bavê min vedigerîya gund, ez jî diçûm gundê ‘Eyneto. Piştî mehekê ez derbasî Qur’anê bûm. Em 8 telebêyên Seyda bûn, lê yek Qur’ana me tenê hebû. Seyda ji min re got:

-Bavê te muxtar e, çi dike bira bike û ji me ra Qur’anekî peyda bike, bê Qur’an tu neyê vê derê. Ez nikarim dersa we teva di yek Qur’anê da bidim

Ez wê heftê hatim mal û min daxwazîya Seyda ji bavê xwe ra got. Bavê min got meraq neke ez ê sibê ji te ra Qur’anekê peyda bikim.

Serê sibê em tev hatin bajêr û em çûn dukana Qasim. Qasim esnafê herî mezin ê Erxenî bû û bi eslê xwe Tirk bû. Bavê min jê re got:

-Kirîvê Qasim! Birayê te Muftî ye, ji kurê min re Qur’anek lazim e. Lazim e tu ji me ra peyda bikî.

Qasim weha got:

-Kurê te li kîjan gundî dersê dixweyne?

Bavê min got li gundê ‘Eyneto. Pişt re kirîvê Qasim weha got:

-Piştî nimêja înê bila kurê te here li ser rîya gundê ‘Eyneto rûnê, ezê jê re Qur’anekê bişînim înşeallah.

Me li Camîya Mezin nimêja xweya înê kir û em ji hev qetîyan. Bavê min çû gund, ez jî çûm li ser rîya ‘Eyneto rûniştim. Qederekî şûnde min dît merivek hat ba min boxçeyek girêdayî da dest min û got:

-Di hundirê vê boxçikê de Qur’an a Kerîm heye, heger di rê de zeftîya (jenderme) te bigrin, nebêje ev Qur’an e û kurê Qasim dayê min, bêje ya min e û min ji mala xwe aniye. Min jê re got:

-Tamam ser sera û ser çava.

Min jê re gelek hurmet kir. Lewra bi Qur’an anîna wî ez pir kêfxweş bûm. Piştî me xatir ji hev xwast û ew vegerîya bajêr, ez jî him bi lez û bez, him jî bi kêf û coş hatim gundê ‘Eyneto. Bi Qur’an anîna min Seyda jî pir kêfxweş bû. Di navbeyna 3-4 mehan da ez Qur’ana pîroz hîn bûm. (Bavê min dersa 6 zarokên xwe di vê Qur’anê da da me. Bavê min di sala 1978’an de çû Hecê û ji Suudî ji xwe re Qur’anek anî û ev Qur’ana me teva tê de ders dîtîbû hedîyeyê min kir. ‘Emrê vê Qur’anê nêzî sed salî ye û dîrokî ye. Li ba min e û ez wê  wek eserên tarîxî diparêzim.)

Di dawîya 1939’an da Herba Dûyemîn a Cîhanê dest pê kir. Dewleta Tirkî bi rastî neketibû vê herbê, lê muttefîqên wê ketibûn herbê. Tesîr û bandora herbê li welatê me jî xûya dikir. Nexasim di wan salan de qimil muselletî serme bûbû. Qimil temamê genim dixwar û diqedand. Ji ber tunebûna genim bîrçîbûn û xela (nankêmayî) welat girtibû bin tesîra xwe.

Kalê min H. Qeyo derheqê wî zemanî de waha digot:

– Zarokên min  êdî mezin dibûn. Li gundê me (Keydalî) ‘erdê me yên cot pir hindik bû, ji garis pêvetir cot nedibû û heywan xwedîkirin jî pir zor bibû, lewra mer’a heyvana pir kêm bû.  Me cotkarî û merebatiyên axayên qalxanê (mala Gûldoxana) dikir, lê derdê axa min nikarîbû bikişandana.

Di serê sala 1942’yan da min perekê ‘erd (40’lî yekê gund) gunde Hesewêrî kirî. Ka li gundê Hesevêrî jîyana xwe çawa domandine? Derheqê wan salan da bavê min wiha digot:

-Di serê sala 1942’yan da em çûn gund Banê û me li wê derê garis ajot. Wê demê li deştê însan pir kêm bûn û ji ber kêmbûna însan der û dor tije gur û xenzîr bûn. Xenzîr bi şev, carna jî biroj diketin nava garis û garis tev diqedandin. Ji tirsa xenzîran em bi şev û roj diçûn ber garis û me nedihişt xenzir têkevin nav garisên me.

Ez wê çaxê 13 salî bûm, diçûm ber garis û ji bo xenzîr zirarê nedin min, min holikek bilind ji xwe re çêkiribû. Xenzîr carna bi gelle (piranî) dihatin. Meriv li wir hazir nebûna di 10 deqeyan da, 10 dolim garis diqedandin. Îja xenzîr heywanekî wûsa bû, ne ji gulle û qurşûnan ditirsîyan, ne jî qurşûnê tê da kar dikir. Tenê tirsa wî ji kefkanî bû. Ji ber wî me hundûrê holika xwe tiji kevirên qandî gûza kiribû. Waxta xenzîr nêzî garisê me dibû, min da dida kefkanîyê, kevir dixistê û min davit xenzîrê pêşî. Xenzîrê serî çawa derb digirt ‘orînî pê diket û îstîqameta xwe duguhart. Ê pêşî kû da biçûna  ê din jî didan pê wî. Her roj bi vî awayî min garisên xwe ji êrîşen xenzîran diparast.

Wê çaxê salên zor û zahmet bûn. Xwarina me nanê garis bû. Nanê garis heger sar bibûna ne dihat xwarin û di qirika meriv da dima. Şivanê li çolê li ber pez bûn, nanê wan di hewanê da sar dibû, ji xwe re şîr didotin nanê wan yên sarbûyî di şîr da diçinandin û dixwarin. Ji ber ku nan sar bû û nedihat xwarin pîrekên me, nîvro û êvarê diketin ber sêlê û nan bi tezetî didan ber malîyên xwe. Nanik bimana sûbehê, şefeqa ‘ewil da radibûn bi beroşa şorbe didan ser, peyayê malê û zarokan nan di şorbê da diçinand û xurînîya xwe bi vî şeklî dikirin.

Wan salan qimil li herêma me pir zêdebû û genim çênedibû û bûhayên genim pir bû. Her sal di meha Tîrmehê da diçûn Sêwerekê ji xwe ra ji bo dan û aşlix genim dianîn. Bavê min waha digot:

-Em malbatek pirjimar bûn, bi sê deva em diçûn Sêwerekê û 20 olçek (qederî 700 kîloyî) genim me bi bihakî mezin ji xwe re dikirî û me dianî mal. Piştî genim dişûştin, qederê 5 olçekî di sîqo da dikutan û ji bo girmiya mehîrê dihiştin, hinek jî bi destarê desta me dihêra û li bêjingê dixist, hûrê wî ji bo yarmê vediqetandin ê din jî ji bo kufta dihiştin. 5 olçek jî me ji bo bulxur dikeland, bi desta dijmart û paşê me di sîqo da dikuta, piştî kutana sîqo îjar bi destarê desta dihêra û bi vî şeklî hewceyên xwe yê salê me temîn dikir. Mala me mala misafir û mêhvanan bû. Me ne dixwast ku em nanê garis bidin mîhvanê xwe. Waxta em mehê carekê diçûn êş me 6 olçek garis û olçekek genim li devê dikir û bi hev ra dihêra. Wexta mêhvanê me bihatana, me ardê garis û hinek ardê genim tevlîhev dikir û lê dixist. Ji vî nanî ra me digot nanê xilt. Nanê xilt waxta ji ber misafiran bimana me ji dest hev direvand.

Gûndê Hesewêrî tev kevirê reş bû, bi dehhezaran dolim mirg û cîhê pez çêranê hebû. Tengasîya nan hebû, lê tengasîya qatix tunebû. Rûnê nivîşkî, ê helandî, penîr, toraq, dew û şîr pir bû. Zivistanê me qavurme çêdikir… Bi kurtasî heywanên me û tiştên ku ji heywan sadir dibûn pir bûn, me zêde xela û bîrçîbûn nedî.  Lê di herêmê û di derdora me da bandor û tesîra xela û birçîbûnê zêde hat dîtin.

Ev hal li temamê welêt çend salan dewam kir. Rebbê alemê wan salên borî car din bi ser me da nezivirîne û me bi nefsê û namûsê terbîye neke.

Bimînin di xêr û xweşîyê da.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *