BijarteÇavbirçîtî û Aqûbet

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm. Xwendevanên ‘ezîz! Rebbê ‘aleman we û me tevekan ji çavbirçîtîyê muhafeze bike. Lewra ev nexweşî tim û daîm meriv dibe xisarê. Wek vê çîroka balkêş û hezîn…

Li bajarokekî zilamekî gelek maldar û çavbirçî hebûye. Ev zilam çiqas mal û milkê wî zêde bûye, roj bi roj xirsa wî jî zêde bûye. Rojekê cîranekî wî vefat dike. Dotira rojê hê ku şîna cîranê wî didome radibe diçe ‘erd û axa cîranê xwe tevî dikire. Dîsa rojek ji rojan evî kesê çavbirçî li mala xwe bûye. Û ji xwe re rojnameyê dixwîne, di rojnameyê de bangewazîyek jê re pir balkêş tê. Lewra li gor xebera ku di bangewazîyê de hatîye nivîsandin; camêrekî gotîye: “ ‘Erd û axa heta dikarî li birêde herî, di bedêla 100 lîrayî de bila ji te re be.”

Zilamê çavbirçî gava vê xeberê dixwîne, ‘ewil bawer nake. Careke din dixwîne disekine li der û dora xwe dinêre. Bixwe bixwe dibêje:

– A îcar Xweda da te ha! De zû rabe here hêja kesek berî te ji bo vê bangewaziyê neçûye.

Hanhanka radibe xwe kar dike û dikeve rê. Diçe wê edresa di bangewazîyê de hatîye nivîsandin. Dinêre ku di nava daristan û bexçeyekî de qesreke bi debdebe û bedew heye. Diçe li derî dixe, dergevanê malê dertê derve û tê bal zilamê çavbirçî û dibêje:

– Heval keremke tu ji bo çi hatî vê derê?

Zilamê çavbirçî dibêje:

– Keko min di rojnameyê de bangewazîyek dît û vê edresê dabûn. Gelo tiştê ku nivîsandîbû raste?

Dergevanê malê kesê çavbirçî dibe bal xwedîyê malê û xwedîyê malê dibêje:

– Erê tiştê ku te xwendîye raste. Di bedêla 100 lîra yî de, ezê ‘erd û axa bi qasî ti karibî pê de herî bidim te. Lê belê şerteke min heye.

Zilamê çavbirçî dibêje:

– Keremke şertê xwe bibêje.

Xwedîyê bangewazîyê dibêje:

– Şertê min ev e. Tê serê sibê derkevî rê, ‘erd, bexçe, rez û daristanê fêkîyan ku tu têde derbas bibî ezê bidim te. Lê belê ji bo ez bidim te jî pêwist e ku tu berî roj here ava bizîvirî cîyê ku te dest pê kirîye.

Zilamê çavbirçî dibêje:

– Min şertê te qebûl kir. Roja dinê serê şeveqê zû zilamê çavbirçî dikeve rê. Arazîyê ku têde derbas dibe di dilê xwe de parî jî dike. Dibê bila ev daristanê fêkîyan ji zarokên min re be. Ha ev rezê tirî bila ji birayên min re be. Ha evî ‘erdê ku genim ajotinê bila ji birazîyê min re be… Zilamê çavbirçî nizane sekn û hedan çîye. Ji wexta bi rê dikeve gelek deşt û newal derbas dike. Car carna jî li tavê dinêre, ka derengê an jî na. Lê dike nake bi xwe nikare û pêş de diçe. Êdî wext dibe piştî ‘esir dereng. Zilamê çavbirçî, ji bo cîye ku gihîştîyê winda nebe îşaretek qûç datîne. Û bi lez û bez ji bo vegerê dikeve rê. Hingî ku bazdide û dilezîne bînefişk pê dikeve. Di navbêra wî û cîyê xwedîyê arazîyan de hew newalek dimîne. Feqet zilamê çavbirçî edî ji qidûm dikeve. Berê xwe dide asîman fam dike ku ji bo roj here ava pir hindik maye. Wexta ku îhtîmala negihîştinê dikeve bîra wî hew dimîne ji kerban geberbibe. Bi axîn û nalînan dîsa dikeve rê. Gava zilamê çavbirçî nezî xwedîyê arazîyan dibe êdî xwe bi ‘erdê re kaşkaş dike. Li binî lingê xwedîyê arazîyan de xwîneke zelal ji kêleka devê wî diherike û nefesa xwe yê dawî dide. Xwedîyê arazîyan û xulamê wî bi ser de xwar dibin dinêrin ku mirîye. Xwedîyê arazîyan ji xulamê xwe re dibêje:

– Lawê min ha tu dibînî! Ji bo benîadem bi qasî cîyê ku li ser ‘erdê cîh digre arazî têra wî dike. Lê belê ew ji ber ku çavbirçîtî dike tim û daîm poşmanî dibe para wî.

Belê xwendevanên hêja! Mixabin ev nexweşiyên ma’newî bi me tevekan re heye. Îja Rebbê kaînatê çavtêrîtî bike nisîbê me tevan înşallah. Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Çavkanî : Tolstoy       Wergêr – Fuat Ayaş

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *