BijarteEmîn BuranRovî Bûye Mihvanê Mirîşkan

Gelê xwandekar û guhdarên hêja! Ev nivîsa min çirok nîne. Ev mesele di sala 1956’an da li gundê me û li mala me qevimîyê.

Bi rastî hûn jî dizanin li gundan her malbatek çend heb mirîşkan xwedî dikin û ji bo mirîşkan di hewşa xwe da pînekî çêdikin, da ku mirîşk di wê pînê da hêkên xwe bikin û bi şev tê de razin…

Di mabeyna 1942-1965’an da mala bavê min li gundê Hesewêrî’yê bû, ev gund 25 km li başûrê Erxenî ye û bi navçeya Erxenî ve girêdayîye. Ev mesele dayika min ji min ra got. Waxta ku ev mesele diqewime hîn ez nehatibûm dunyayê, yek xûşkek min a mezin tenê hebûye. Diya min got:

-Di salên  1956’an da 16 mirîşk û dikekî me hebû. Me sibehê mirîşkên xwe ji pînê berdida û qûte wan (garis) didayê, bi rojê diçerîyan, diçûn di punê da hêkên xwe dikirin û êvarê bi xwe diketin puna xwe û me jî derîyê pûna wan digirt.

Îja rojekê min ji bîr kir ku ez devê pûnê bigrim. Êvarê piştî ku dunê tahrî dibe rovî tê nav gûnd û dibîne ku derîyê puna mirîşkan vekirîye. Rovî hûma bi lez û bez dikeve hundurê pînê. Hîn rovî ji pûnê derneketîye bavê min ji camîyê nimêja ‘işayê tê mal û dibîne devê pûnê vekirîye, bavê min jî devê pûnê digre, rovî û mirîşk di pûnê da dimînin.

Dayika min got ez serê sibe rabûm min hinek qut girt û ez çûme hewşê, min devê pûnê vekir û min cûyen mirîşkan kir, lê belê mirîşk nehatin der. Min carek di cû kir dîsa nehatin,  min meraq kir û ez xwar bûm min li pûnê mêze kir ev çax min dît rovî di pînê da ye, min hima devê pûnê girt û gazî bavê we kir û min got: “Hela ji kerama xwe re zû were kekê rovî îşev bûye mihvanê mirîşkên me”

Bavê min tê hewşê ber pînê, lê derîyê pûnê veneke, tevir digre û di diyarê pûnê de qandî rovî serê xwe derxe vedikî. Gelek gundî jî têne hewşa me û li bavê min seyr dikin. Rovî çawa dibîne pûn vebû, serê xwe derdixe der, lê bavê min çokî bi serê wî da dide. Rovî her çiqas dixwaze bireve û xelas be, ji bavê min çokî dî dixwe û bêheş dibe. Pîştî lêdanê rovî bêheş dibe û tê halê mirinê. Bavê min vê çaxê derîyê pûnê vedike bi lingê rovî digre û vî tîne orta hewşê, 16 mirîşk û dîkek xeniqandîye teva li dora wî helqedor rêz dike û wiha dibêje:

-Ger tu can didî di vê cennetê da can bide. Bila kesek nebêje rovî ji birçînan mir.

Gelê birayên hêja mesela min li vir bi dawî bû. Bi rastî rovî bû qurbana çavbirçîbûna xwe. Lewra bi yek mirîşkekê zikê wî têr dibû, du heb mirîşk jî bikuşta, ewê dîsa bavê min wî efû bikira. Lê belê rovî mirîşkek bi temamî nexwari bû, 16 mirîşkên din ji çavbirçîbûna xwe kuştibû û ji ber vî qasî hayata xwe ji dest da.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *