BijarteFatîh ŞêxdodîKûsî û Kîvroşk

 Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran…

Gelî guhdarên hêja, ezê ji we re çîroka kûsî û kîvroşkê bêjim, guhên xwe baş vekin û li min guhdarî bikin.

Kûsî û kîvroşk du hevalên bihev girêdayîne. Di nava rojê de gelek caran bi hevdû re digerin, wektê xwe bi lîstik û kêfê derbas dikin.

Rojek ji rojên biharê, kûsî û kîvroşk dixwazin bi hevdûre herin mêvandarîya hirç. Hirç hevalekî wane, dem dem li hevdû dipirsin, ger karê wan têkeve ser hevdû, bi kêrî hevdû tên. Mala hirç di nava daristanêde ye. Serê sibê taştê ya xwe dixwin û derdikevin rê. Di daristanê de demekî dirêj dimeşin. Di dema meşê de, me’lûme kîvroşk bi lez û beze, zîtik û lotika li xwe dixe, navbera xwe û kûsî vedike û ji xwere li binê darê rûdinê bîna xwe dide. Li hêlekî jî ji kûsî gazina dike:

  • Hevalê kûsî, ji kerema xwere piçekî lez bike, bi van gavan emê kengê herin kengê vegerin.

Kîvroşk, bi van gotinan henek û tinazan jî bi kûsî dike. Kûsî bi van henekan dişkê, biber xwe dikeve, gunehên wî pê tê. Ji xwere xeyalan çê dike û dibêje:

  • Gelo çi dibû ez jî weke kîvroşkê bi lez û bez bûma, vî hestîyê qirase liser pişta min, dibin vî hestîyî de ez nikarim bi rê de herim. Hema bira bi kêrî tiştekî jî bihata ez bi berê ne diketim, bi kêrî tiştekî jî nayê.

Dema van gazinan ji pişta xwe dike, ‘ewrekî reş û giran ji pêşve ber bi wan tê. Her diçe ‘ewrê reş nêzîkî wan dibe, lê êdî nikarin bi cîhkî ve jî birevin. ‘Ewrê biharê ê giran dema tê texma wan barê xwe bi ser wande berdide. Baranek giran ku lehîyê radike, pêrejî zîpik dest pê dike. Di dema baran û zîpikê de kûsî yê ku pişta xwe ji xwere barekî bê qîmet didît, hûrik hûrik dest, pî û serê xwe dikşîne hundir.

Kivroşk a me jî ji ber baran û zîpikê li vê hêlê baz dide, li wê hêlê baz dide belê stargehekî nabîne. Jiber baranê şilo pilo dibe lê belê ji ber zîpikê xwezîya xwe bi baranê tîne. Lewra her hebek zîpikê lê dikeve wî hildipekîne. Li hêla din kûsî di hundurê xwe de, ne xema wî ye. Dema baran û zîpik di qede, serê xwe derdixe, li halê kivroşkê dinhêre. Bi hire hir dikene, lewra kivroşka ku henekê xwe pê dikir ketiye halê ne hal.

Kûsî bi xêra pişta xwe, ku ne di ‘eciband, ji baranê û zîpikê difilite. Li gotinên xwe poşman dibe, careke din şukrê xweda kir.

Kîvroşka me jî, ku henekên xwe bi kûsî dikir, li xwe poşman bû, fêm kir ku di her tiştekî de hîkmetek heye. Di dema baran û zîpikê de helbet wê jî xwezîya xwe bi kûsî di anî.

Çîroka me çû dîyaran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran…

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *