Di kitêbên hedîsan da qisseyeke ku bi navê “Qisseya Şikeftê” tê zanîn qisseyek heye. Vê qissê Buxarî û Muslim bi hev re neqil kirîye. Abdullahê kurê Umer vê qisseyê ji Resulullah (s.x.l) guhdarî kirîye û ji me ra neqil kirîye. Resûlê Xweda wiha gotîye:
Ji umetên berê 3 kesên ku îman bi Xwedê anîbûn derketin rewîtîyekî. Dema êvar bû ji bona bi şev bimînin ketin şikeftê. Wexta ketin şikeftê kevirekî gelek mezin gêrr bû û derîyê şikeftê girt. 3 heval di şikeftê de mehsur man. Kirin nekirin kevir ji cî neleqandin. Mêze kirin ku ev kevir nema bi destê beşeran ji devê şikeftê derkeve. Rabûn û ji hev ra gotin:
– “Werin, karên qenc ên ku me ji bo Xweda kirîye em bikin wesîle û ji Xwedê alîkarîyê bixwazin. Ji me her yek di jîyana xwe da heta niha ji bo Xweda çi karên qenc kirîye wî bike wesîle û ji bo ev tengasî ji ser me rabe bila ji Xweda alîkarîye bixwaze.”
Ji wan hevalan ê yekemîn wiha got:
– Xwedayê min! Dê û bavê min ên ixtîyar li ba min bû. Heta ji destê min dihat min ji wan ra îkram û hurmet dikir. Her roj min ji wan ra ji heywanên xwe şîr didot û îkramê wan dikir. Heta wan şîr venexwarana min ew nedikirin xew. Rojekê ji ber kar û şuxulên xwe ez dereng ketim û heta ez hatim dê û bavê min ketibûn xew. Min ev şîr neda kesî û li ber serê wan sekinîm. Paşê ew ji xew rabûn û min ev şîr bi wan da vexwarin. Xwedayê min! Heger min ev karên qenc ji bo te kirîye tu me ji vê tengasîyê rizgar bike.
Piştê vê gotinê kevir ji cîye xwe leqîya. Lê bi qasê ku meriv ji şikeftê derkeve cîh venebû.
Ê duyemîn jî wiha got:
– Xwedayê min! Keça apê min a pir xweşik hebû. Dilê min ketibû wê. Lê wê rû nedida min. Salekî li welatê me xela derket. Keça apê min jî ji bo muhtac bû hat ji min alîkarî xwast. Min jî ji wê ra got: ‘Digel şertekî ezê qebûl bikim: Ger tu bibî ya min tu çi qas mal bixwazî ezê bidim te. Keça apê min digel ku nedixwest jî ji ber hewceyên xwe qebûl kir. Ji bo ku bibe ya min hate mala min. Dema ku min xwest ez bi wê ra zîna bikim ji min ra got:
– Ji Xweda bitirse! Ji ber vê gotina wê ez lerziyam û min terka fiila xerab kir. Xwedayê min! Ger min vê ‘emelê neqenc ji bo te û ji tirsa te terikandibe, tu me ji vê tengasîye rizgar bike.
Piştê vê gotinê kevir ji cîhê xwe hinek din jî leqîya. Lê bi qasê ku meriv ji şikeftê derkeve cîh venebû.
Hevalê sêyemin jî wiha got:
– Xwedayê min! Min li cem xwe karker didan şixulandin. Yên ku li cem min dişuxulîn min heqê keda wan bêkemasî didan wan. Rojekê merivek hat cem min şuxulî, lê heqê keda xwe nestand û çû. Min bi qezenca wî, li ser navê wî ticaret kir. Bi wî ticaretê mal û kerîye heywanan zêde bûn. Çend sal derbas bûn û rojekê ev meriv hat û heqê keda xwe ji min xwest. Min jî ew kerîyê heywanan nîşanî wî da jê ra got: ‘Ev tev ê te ne.’ Ji min bawer nekir. Min wezîyet jê ra îzah kir û ew merîv jî kerîyê heywanên xwe girt û çû. Xwedayê min! Heger min ev karên qenc ji bo te kirîbe tu me ji vê tengasîyê rizgar bikî.
Piştî vê gotinê kevir ji cîhê xwe leqîya û devê şikeftê vebû. 3 heval jî bi îzna Xweda ji şikeftê derketin û di rêya xwe da çûn.