Li welatekî daristaneke mezin hebû. Di vê daristanê de bi hezaran heywan di nav nebat û darên reng û reng de bi kêf û xweşî jiyana xwe dewam dikirin.

Rojekê bi navê Gurê Manco heywanekî derket holê û li ser daristanê wek xezebê barîya. Gurê Manco bi kêfa xwe derdiket seydê û dilê wî çi heywanî bixwaze wê heywanê seyd dikir û dixwar. Tirs û xofekî mezin xistibû nava heywanan.

Êdî kes nikarîbû bi tena serê xwe di daristanê de bigerîya.

Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê heywan li hev civiyan û ji hev re gotin:

– Gelo emê çi bikin û çawa ji Gurê Manco xelas bibin.

Her heyvanekî fikrên xwe gotin. Lê belê çavê kesî nebirî ku li ber Gurê Manco rabe û pêra şerr bike.

Di nav vê neçarîyê de kusî dengê xwe bilind kir û got:

– Emrê min ji we giştan mezintir e. Heta niha min yekî mîna birayê rovî aqilmend û kone nedîtiye. Heger hûn bêjin erê rovî wê alîkariya me bike.

Heywanan ji mecbûrî qebûl kirin.

Piştî çûn cem rovî û jê alîkarî xwastin.

Rovî qebûl kir û got:

– Ezê ji heqê Gurê Manco werim. Lê belê hûn ji çem hinek masîyan ji min re bînin û zîyafetekî hazir bikin.

Heywanan daxwaza rovî anîn cih. Zîyafeteke mezin hazir kirin, bîn û dûman bi ser daristanê xistin. Paşê ji bo ziyafetê ba Gurê Manco kirin. Gurê Manco çav li masîyan xist, hişê wi ji serê wî çû û ji rovî pirs kir:

– Ev çîye? Rovî got:

– Me ji çem masî girt û ji te re zîyafetek hazir kir.

Gur got:

– We masî çawa girt?

Rovî got:

– Min boçika xwe kir nava avê û ji êvarê hetanî sibehê ez li benda masîyan sekinîm. Masî li boçika min civîyan.

Gur bi îşteheke mezin zikê xwe têr kir û ji wê derê dûr ket.

Ber êware gur hat cem çem û boçika xwe kir nava avê.

Her ku diçe av sar bû û xewa gur hat.

Serê sibê gur ji xew rabû. Mêze dike ku serê çem cemed girtîye û boçika wî ji avê dernakeve. Dike nake nikare boçika xwe ji avê xelas bike. Bi hêzeke mezin boçika xwe kaş dike lê boçika wî di berda jê dibe.

Bi wî halê xwe li ber heyvanan rezîl û riswa dibe. Radibe û ji daristanê dûr dikeve.

*Gurê Manco: Gurekî efsanewî ye. Dema em zarok bûn, dayika me ji bo me bitirsîne navê vî gurî ji me re digot û em ji tirsa Gurê Manco diketin xew.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *