Ahmet YukselGiştîYa Rabbî! Em bê kes in, kesî me tine, kesê bêkesan tu yî, bira îsal jî berf û baran nebare…

Di zivistanê de seqem û serma çêdibe. Mâlum e di van  rojan de jî  berf pir dibare maşallah. Berf paqijî ye, berf bereket e, berf xêr û xizne ye… Lê  belê bi rastî jî zivistan ji bo feqîran gelekî zor û zehmet e, ji bê kesan re pir zor e û giran e.

Zivistan ji bê malan ra; ew kesê ku bê xweyî û bê mal in ji wan re, pir zehmet e. Ji bo wan pirsgrekekî mezin e, lewra ji  serma û ji seqemê nikarin xwe biparêzin. Xaniyekî wan a germ jî tine ku wan ji serma berf û baranê star bike. Ji ber wî qasî zivistan ji bo wan pir zehmet e.  Xwedayê Teala alîkarê wan bike. Pêşîyên me  gotine; “Kesê bêkesan Xweda ye” rast gotine. Xwedayê Teala li wan feqîran  were rehmê û alikarîyê bişîne ji hemû bê kesan ra, di van rojê seqem da…

Ezê di heqê vê mijare da , ji bona mijara me daha xweş were fa’hmkirin mînakekî bidim. Derheqê feqîrî û rebenîtîyê de… Ezê behsa zarokên sêwî û dîya wan  bikim:

Di demekî kevn da (dîrokî da) li bajarekî, di demeke dirêj de  berf û baran qet nedibarîya.. Xelkê wî bajarî ji bona ku berf û baran nedibarîya   gelek perîşan bûn. Av tinebû vexwin û bidin heyvanên xwe. Dar û ber tev hişk bûbûn, şênayî qet nemabû. Kanîyê wan tev hişk bûbûn, te di got qey,  li ‘erd û asîmanan av hatibû  miçiqandin. Ji bona wî qasî, xelqê wî bajarê kom bûn, li hev civîyan, ji bona dia berf û baranê îstîşare kirin, qerar girtin. Karara wan; gotin emê bi hevra herin dua baranê. Dûra çûn ser çîyayekî bilind. Dest bi dua baranê kirin…Çend roj û çend heftêyan, dirêj dirêj  dua kirin. Feqet kirin û nekirin baran nebarîya.

Zanayê wan û mezinên wan li vî halê xwe ecêbmayî dimînin. Lê çaraserîya vê pirsgirekê digerîyan.

Di nav wan de alimek zana hebû. Wî alimî got; gelo kêmasîkek di nav me de heye, lê feqet  ev kêmasîy çîye ez nizanım? Duayên me çima qabûl nabin? Tev xwe berdin nava bajêr û ka binêr tu kesê ku naxweze baran bibare heye yan na…Bigerin û ji xelqê bi pirsin.

Digerin di nav bajêr de rastê xanîyekî kevn tên. Ev xanîya dike ku hilweşe, yanî li ber lişandinê ye, lê dinêrin ku tê de jineke bî û du zarokê wê, di vê xanîyê de dijîn(tê da hayeta xwe didomînin). Ew zarokên sêwî û dîya wan bi dengekî bilind dua dikin û fîxan dikin.

Bala xwe didinê û gohdarî dikin. Ev bêkesen dibêjin:

“Ya Rabbî! Em bê kesin, kesî me tine, kesê bê kesan tu yî, bira îsal jî baran nebare, îsal jî baranê nebarîne. Eger tu baranê  bibarînî xanîyê me yê kevn ew ê hilweşe, ji xwe li ber lişandinêye, deyaxê baranê nake. Emê li rastê bimînin û perîşan bibin. Kes tine ji me ra xanîkyekê lê bike, eger tu baranê bibarînî xanîyê me ewê dilopa bike, kes tine bilokîne, ji ber wî qasî ewê xera bibe. Eger berf bibare ewê sar û serma jî pê ra were, emê sermana pûk bibin. Êzingê me jî  tinin  em bişewitînin û xwe li ber germ kin.”

Dayik û zarokên wê demekê dirêj wisa bi şeklekî reben û dilşewat ji Xwedê daxwazîyan dikin.

Ew alimê wî bajarî waxta dengê  wan rebenan seh dike, dibêje:

-Di hadîsa Pêxember  (s.x.l.)  de tê gotin: “Di navîna duayên mezluman û Xweda da perde tine”. Dua wan bêkesan li ber Xweda ji duaya me daha bi qîymet e, ji bela wî Xweda duayê me qabûl nabin.

Bi vê şeklê kêmasîya xwe fehm dikin û alîkarîya wan sêwîyan dikin. Paşn Xwedeyê Teala jî li wan tê rehmê û ji wan re baranê dişîne.Lewra îro ez difikirim; alema Îslamê jî di nava zivistanê de ye , zivistana me jî pir dirêj bû. Îro ‘ewrên tarî ên kufrê û zilmê li ser alema îslamê diguherin. Şefeqa îslamê hîn xuyanake . Xelqê me yên feqîr û reben di bin destê zaliman da perîşan bûn..

Exlaqê Îslamê ji nav me rabûye , exlaqê Avrupaî di nav me gelê muslumanan de bela bûye û zêde bûye maalesef!Taritî û şeva reş zêde dewam kir,  êdî qey ne bes e ev zulumat.  Bihara Îslamê ewê kîngê bê? Emê kîngê ji dil dua bikin.  Wek wan sêwîyan emê kîngê ji dil feryad û fîgan bikin. Emê kîngê xwe bavêjin ber derîyê rehmê ya Xweda û ji can û dil jê alîkarîye bixwazin. Emê kîngê ji gunehên xwe towbe bikin, emê kîngê kêmasîyên xwe ferq bikin? Em ê kengî ji xetayên xwe poşman bibin û bigîrin da ku Xwedayê Teala li me were rehmê û me bigîhijine biharê…

Xwedayê Teala di demeke kurt te me bigihîjîne bihara Îslama rengîn. Em hêvî bikin û dua bikin, kemasî û xetayên xwe rast bikin da ku Xwedayê Teala alîkarîya me bike, me ji vê zulumatê xelas bike…

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *