BijarteEmîn BuranGiştîRovî û Kekê Wî Qelender Axa

Gelê xwandekarên hêja! Çi hebû çi tunebû, ji Xweda pêvetir kes tinebû. Û di nav daristanekî da, çend hayvanan bihevra jîyana xwe didomandin. Van heyvanan yek jî hirç bû, yek gur bû, yek keftar bû, yek rovî bû û yek ji kivroşik bû. Lê teva li rovî neheqî dikirin û pê henekê xwe dikirin, qender kîvroşik jî li rovî ta’detî dikir. Rovî jî daîm ji wan ra waha digot:

-Ezê rojekî bangî kekê xwe yê Qelander Axa bikim ewê heyfa min ji we bigre.

Rojekê dîsa teveka li rovî neheqî kirin û pê henekê xwe kirin, rovî hêrs bû û got:

-Ezê ji ba we herim cem kekê xwe yê Qelender Axa.[1]

Rovî piştre jî daristan terk kir. Pîştî ku rovî daristan terk kir, hevalên wî li hev civiyan û wiha gotin:

-Me kekê rovî ji xwe xeyidand, ev kekê wî yê qelender axa kî ye? Gelo cinawûrekî çawa ye? Em ditirsin rojekê zirareke mezin bide me, lazim e em vê pirsgirêkê çareser bikin.

Hirçê jî weha got:

-Werin em ziyafetekî mezin hazir bikin û bangî rovî û Qelender Axa bikin, emê him Qelender Axa nas bikin û hem jî lêborîna  xwe jî wan bixwazin.

Fikra hirçê teva qebûl kirin û rabûn ziyafeteke mezin hazir kirin û kîvroşik şandin pê rovî û Qelender Axa.

Kîvroşek xeber da rovî û pêra waha fikirî, a baş ewe ku ez vê herêmê terk bikim. Bira çavê min li Qelender Axa nekevE, min pir neheqî bi kekê rovî kir, ewê heyfa xwe ji min bigre. Kîvroşk waha fikirî û ji herêmê dûrket.

Hirç, gûr û keftar jî pîştî zîyafet hazirkirin û li ‘erdê raxistin waha gotin:

-Werin em xwe veşêrin, lewra em dujminê xwe nas nakin, şer e, piling e  em nizanin. Ka bila rovî û Qelender Axa werin ser zîyafetê, xwarinê bixwin û piçekî aram bin, emê paşê derkevin meydanê û lêborîna xwe bixwazin.

Gotin tamam. Hirç çû ser derê, gûr çû nav genim, keftar jî ket qûlê û teva xwe veşartin. Qederekî şûnda rovî û Qelender Axa hatin ser ziyafet, ti kes li wê derê tune ye, dest bi xwarinê kirin. Qelender Axa li der û dora xwe nihêrt dît ku cotek çav di qulê da dizivirê, çawa dît, got qey mişk e û ziyafet ji bîr kir, êriş bir qulikê û bi çata birayê keftar girt. Çava dît ku mişk nîne keftar e, bi lez û bez kişîya diyarê derê. Hirçê çava dît Qelender Axa qijaqija wî ye û bi darê ve hildikişê, tirs ket dilê wî û xwe ji darê avêt xwarê. Çavê Qelender Axa çawa li hirçê ket hundurê wî qetiyayî bû û ber  genim ve revîya. Gûr çawa dît ku Qelender Axa ber  wî ve tê, vî jî da qaçana revê. Tev çûn li newalekî yekbûn û kivroşkê waha got:

-Waxta min çûm rovî dawet kir, min Qelender Axa nedît, lê di şikeftê da nara ku ûsa avêt hundur û xunavê min qetiya û ji ber wî ez nehatim daristanê.

Keftar jî weha got:

-Erê birawo baş e ku te ev nedÎt, zalimê zalim çawa ku ez di qulikê da dîtim êrîşî min kir û çata birayê min girt ez ji dawiya qulê virî derve kirim.

Hirç jî got:

-Erê birano ka we çi dît. Zalimê zalim bi qîjîn wer derket diyarê darê û bi çeplê min girt û ez ji darê avêtim xwarê, ez hîn li hewa bûm weslê canê min tev ji hew qetiyan.

Gûr jî weha got:

-Erê birano ê we baş bû. Zalimo bi hersêk wer êrîşî min kir, heta ez ji nav genim derketim li ser serê min repîna coya bû.

Gotin emê çawa bikin, emê çawa vegerin nav daristanê? Hirçê got

:Heyra bira ev daristan a ji rovî û keke wî yê Qelender axa bE. Emê vê herêmê terk bikin û ji xwe re warekî nû bibînin.

Çiroka me li vir bi davî bû, bîmînin di xêr û xweşîyê da

 

[1] Pisika Kovî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *