Xortekî ciwan jîyana xwe li ser heqqiyê di rêya Xweda û Resulê wî da didomand. Dost û hevalên wî gelek jê razîbûn, di nava hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Mîna her însanî ew jî di vê dûnyaya fanî de di îmtîhanê da bû…
Xortê ciwan rojekê nexweş dikeve û êş û elemê wî lê zêde dibin, wî radikin nexweşxanê. Gelek tetkîk û tehlîlan digirin, lê belê tu çareserî ji êşa wî re peyda nabe. Rebbê aleman êdî lê wê dûnyê nan û avê wî nehîştibû. Êdî roj bi roj hêş lê giran dibû. Rojekê meleyket ketibû sureta hevalekî wî û bi xwe re jî melekûl mewt (Ezraîl as) di şeklê hekîm de anîbû, çawa ku hevalê xwe dît ku ket hûndir ev nexweş pir kêfxweş bû, bi rastî ew hevalê wî yên ku hatibû pir jê razîbû feqet wî nizanibû ku ew meleyket e, jê re got ez ew qes roj nexweş bûm tu çima nehatî zîyaretîya min?
Hevalê wî silav da û jê re got:
-Ez çawa bi nexwşîya te bihîstim hatim, min bi xwe re hekîmek anî, pir bi zanaye, destê wî şîfa ye.Ez hêvî dikim ku te baş bî.
Hekîm çû cem nexweş, destê xwe bir bi aliyê nigên wî û miz da destê xwe bi kûr we dida ew der baş dibû… Dema ku singa wî nexweş kir mist bide, got bi rastî destê doktor pir bi şîfa ye, laşê min êdî naêşî, hevalê wî jê re got:
-Madem ku tu baş bûyî de rabe em bi hev re herin.
Haya nexweş jê tûnebû ku can ji beden derketiye û bi alî Rebbê xwe de diçe, lê belê me gotibû ev mirin mirina xortekî ciwan ê bawermend bû, mirin jê re wek mizgînîyek bû… Ew û hevalên xwe bi hev ra ji nexweşxanê derketin, li derveyî nexweşxanê komekî qerebalix kom bûbû û digirîyan. Xortê ku canê xwe ji dest dabû ji hevalê xwe ra got:
-De haydê em herin cem wan însanan, gelo ji bo çi dîgîrîn, derdê wan çi ye û em alîkariya wan bikin.
Ciwanê bawermend îştiraqê cenazeyê xwe dike, lê belê nizane ku ew tabutê ku li ser milan diçe ê wî ye… Cenaze ji bo defnê dibin li ser goristanê meyyît dikin goristanê û ser wî bi axê digirin, hemû însan ji ser goristanê vegeriyan malê xwe, ev xort jî di nava komê da bû ji xwe re got
-Gelo ev miriyê di gorê de kî ye?Ka ez bibînim.
Bi vî awayî dikeve hundirê gorê û dikeve cesedê xwe, êdî ew çax fam dike ku ê mirî ew e… Bala xwe dide ku ji dûr ve extiyarek rû sîpî tê, jê dipirse:
-Kalê xweşik û delal ka bêje tu kî yî?
Ew kalê rûsîpî dibêje:
-Ez ’emelê te yê ku te li dûnyê meşandî me. Dawîyê limêja wî tê, rojîya wî tê, hecc û zekata wî tê, bi kurtayî ’emelên wî yen salih tên. Ronahîyek dikeve hundirê goristanê pir pê kêfxweş dibe û qet tirs jê re çênabe.
Rebbê alemê me û zarokên me û temamê ehlê îmanê ji rêya xwe û Resulê xwe dernexe û mirineke mîna mirina vî ciwanê bawermend bike nesîbê me.