Ev çend roje ji malê dernakeve, naçe xebatê jî, daîma difîkire, dike nake gotina seyda ji bîra wî naçe. Berê heftekî hevalê wî rehmet kiribû. Ji hevalê xwe pir hez dikir.Her tim bi hev ra bûn. Ev çend sale hevaltî dikirin. Lê belê mirin ketibû navbera wan. Dema ku mirina hevalê xwe bihîst bi lez çû ser mezelê. Di ser mezelê da qîrîn û nalîna dê û girîya bav zêdetir wî êşand. Merhum kirin bin ‘erd û xwelî avêtin ser. Belê umr qedya. Xweşî û nexweşî çi heye di vî dinyayê da hişt û çû. Piştî mezelê hatin serxweşî . Heta niha li der û dorê xwe mirin dîtîbu feqet ev mirin wî zêdetir xemgîn kirîbû.
Di serxweşîyê da komek însan dihatin komek diçûn. Xwendina Qurana Kerîm dilan nerm dikir, meriv li vî dinyayê digirt û alema manayê da digerand. Paş mirîyê da dil xemgîn çav bi girî bû. Jîyan çi bû , însan ji kêrê hatîye û bi kû ve diçe . Armanca însan çî ye? Em çima hatine vir? Em çima dimrin? Xelîl di nav wan ramanan da alemekî din dabû. Jîyana xwe hanî ber çavê xwe. Belê umr çî ye. Axaftina seyda wî hişyar kir. Seyda got ” Rojekî zilamek çolê bû. Nişkava şêrek pêşîya wî girt û êrîşî wî kir . Meriv tirsana revîya û xwe avêt nav bîr. Dema di bîrê da diket nav bîrê da darek ket destê wî. Nîvê bîrê da dalekandî mabû. Meriv jêr mêze kir,tîmsahek di binê bîrê da devê xwe vekiriye. Li jor mêze kir şêr ser bîrê sekinîye û du heb mişk yek reş yek jî sipî dare ku wî pegirtîye dixwin. ” Weaza seyda dîqqata Xelîl kişand û Xelîl bi dil û can gûhe xwe da weazê . Seyda qirikê xwe paqij kir û got : Cemaetê hêja ev tîmsah qebr e . Qebr mîna tîmsah pêşîya me da devê xwe vekiriye , şêr mirin e her tim stûyê me da ye . Ev her du mişkên reş û sipî şev û roje her tim umrê me dixwin û me nêzîkî qebrê dikin. Belê umrê me ew zilamê nav bîrê da daliqand, maye mîna wî ye . Dinya ev e. Em xwe nexapînin. Divê em şîyar bibin , di wî xewa xefletê da rabin . Lewra mirin heqq e , ‘ezaba Xwedê heqq e , mehşer heqq e …
Belê seyda weaza xwe dewam kir lê belê hişê Xelîl di vî alemê da nîne .Weaza seyda li ser wî zêde tesîr kiribû . Xwe bera digot heta niha çawa min Rebbê Alemê ji bîr kiriye . Çawa ji serxweşî rabûye û hatiye mal nizane. Wê demê heta niha ji mal derneketibû . Di nav hefteyekî da jîyana xwe hanî ber çavê xwe. 40 sal umr derbas kiriye feqet ev 40 sal mîna avê çûye . Weka xeyalek weka xewnek çûye . Tew tiştek di destê wî da nemaye. Her timî ji sermayeya xwe xwarîye zêde zêde zerar kiriye . Heta niha li gor nefsî xwe jiyaye. Li ba xwe gotiye ez bi azadî dijîm lê belê nizanîbû bûye kolê nefsê xwe . Poşmanî dilê wî girtibû. Heyat derbas bûye feqet tiştekî tune pêşkeşî Rebbê xwe bike. Ecêb xelas ya wî îşê tuneye. Di nav wan ramanan da çavê wî tije hêsir bû.
‘Elî hevalê Xelîl bû . Di zarokatiya da hev du nas dikin. Dema zarokatiyê bi hev ra diçûn mizgeftê , dersa Quranê digirtin . ‘Elî li mîzgeftê dewam kir feqet Xelîl dev jimîzgeftê berda . ‘Elî di mîzgeftê da mezin bû , jîyana wî bi daxwazîya Rebbê Alemê bû . Çendî cara bi Xelîl ra qise kir ji bo ku vegere Îslamê lê belê Xelîl timî jê revîya.
‘Elî di serxweşîyê da Xelîl dîtîbû . ‘Elî di serxweşîyê da veguherînê ser Xelîl ferq kiribû. Paşî serxweşîyê çû îşê Xelîl feqet hîn bû ku Xelîl ev çend roje nehatîye îş. Ji ber wî yekê meraq kir û çû mala Xelîl. Dirêj dirêj li zîlê da dema vedîgerîya Xelîl derî vekir. Xelîl çawa ku ‘Elî dît wî hembêz kir û çavên Xelîl tije hestir bû. Xelîl , ‘Elî dawetê hindur kir . ‘Elî her tiştê fehm kir û jê ra got :
Xelîl mîzgîn ji te ra , Xwedê Teala ji te hez dike ku rêya hîdayetê vekiriye . Herî dawî tu ji xewa xefletê şiyar buûyî . Êdî ji vir şûnde tovbe îstîxfar bike . Rehma Xwedê pir mezin e. Ew ê te efû bike bes tu rêya Rehman terk neke . Te dît umr pir kine . Mirin heqq e , mirin nediguhere ,mirin namire, mirin heye … Madem ku heq ev e divê em rêya Rebbê xwe bernedin . Her tim jê ra evditî bikin . Li gorî Rebbê xwe bîjîn . Bi ferzên Xwedê emê jîyana xwe ronahî bikin û sunnetê Habîbullah jîyana xwe bixemlînin .
Dawîya gotinê rewşa Xelîl mêze kir . Xelîl bi dil û can wî guhdarî dikir. Belê jîyana Xelîl guherî . Xelîl’e kevn çû Xelîl’ê nû hat . Xelîl umrê xwe yê mayî li gor emrên Rebbê xwe meşand . Tu carê mirin ji bîr nekir.
Mizgînî ji wî kesî ra ku mirin tu car ji bîra xwe dernaxe .Rebbê xwe , Pêxemberê xwe , dînê xwe nas dike û îman tîne. Jîyan mîna xewn e , mîna xeyal e . Meriv nizane çawa derbas dibe. Divê em destê xwe zû bigrin çi ji me qetiya emê tûra xwe bi ’emelê salih tije bikin. Divê di roja mehşerê da tiştek hebe da ku em peşwazî Rebbê xwe bikin . Xwedê Teala me teva mîna Xelîl şîyar bike û pîyên me li ser rêya xwe daîm û qaîm bike.