BijarteWergêr: Hamza GeşgînWalîyê Belengaz: Sa’îd bîn ‘Emr (radîyellahû ‘enh)

 

Eshabê Kîram, ne civata mirovên hêsan bû. Di dîrokê de mînaka ku guherîn û veguherîna wan tune bû. Jiyana bedewî ku di bin hakimîyeta nezanî bêhiqûqî de bû, bi edalet û bextewarîyê tac kiribûn. Rengê xwe dan bi çûyîna her ciwatê. Bi van taybetîyen xwe hatin hezkirin.

Seîd bîn ‘Emr, yek ji wan mirovan bû.

Wexta dema ku ew Walîyê Humusê bû heta ê xeyrîmuslîm jî bi gotinê hez kirina wî dûdilî nedibûn. Miroven Humusî ji Xelîfe Hz. ‘Omer ku ji vê bûyerê re pir ‘ecêb ma vê cewabê dan:

Waliyê me şirîkê pirsgirêka gel e.

Seîd bîn ‘Emr, ji sebep kesayetîya xwe di dawîya xwe de pir mînak tabloyan hişt. Xelîfe Hz. ‘Omer ji kesayetên bawerdêrê Humusê re nameyek şand:

– Navnîşeka belengazên di nav xwe de ji min re binivîsin da ku ez hewcedariyên wan temin bikim.

Nameyê cewabî nêrî. Di navnîşeka ku bi filankes, filankes… de navê Seîd bin ‘Emr jî dît.

-Bi ecebmayî pirsi, Se’îd bin ‘Emr kî ye?

-Gotin, walîyê me ye.

Eceba wî hîn bêhtir zêde bû:

-Walîyê we belengaz e?

-Belê! Welehî ji biro heta şev ji baca wî dû dernakeve.

Xelife Hz. ‘Omer hezar zêr ji wî mirovê delal re şand kû hewcedariyên xwe bi cîh bîne. Wexta Walî Se’îd kîsika zêran dibîne wek felaketeke hatibe sere wî:

– Dibêje, Înna lîllahî we înna îleyhî racî’un/ muheqeq em ji Xwedê hatin û emê bal bi Wî ve herin. Piştî kû îstîşare bi xanima xwe re kir û zêran belavî muhtaç û sewîyan kir rihet bû.

Dîsa Xelîfe ‘Omer, di wexta mayîna xwe ya li Şamê de hin angaşt di derheqê Se’îd bin ‘Emrê Walîyê Humusê de bihîstibû. Se’îdê ku ew nas dikir teqez tiştên werê nedikir.

Demen ku ew hê nû bûbû xelife hat bîra wî. Se’îd, bê tirs hatibû hizûra wî; şîretan kiribû. Gotinên wî hîn jî di gûhên wî de deng didan:

– “Ey ‘Omer! Wexta ku tu karê xelkê kir ji Xwedê bitirse, lê wexta tu emrê Xwedê bi cih anî ji gel netirse. Bila peyvên te ne dijî karê te be. Lewra gotinê herî baş ew e ku karan rastandin bike.

Ey ‘Omer! Çi nêz çi dûr, te karê kê bike bala xwe bide wan. Tu ji xwe re çi bixwazî ji bo wan jî bixwaze. Tiştê tu nexwazî ji bo wan jî nexwaze. Wexta tu emrê Xwedê bi cîh bîne ji tu paşgotinî û lomandinê netirse…”

Wê rojê fêm kir kû Se’îd ew kesê ku lê digarîyaye.

Go ezê wî bikim Walîyê Humusê. Se’îd:

– Wexta ku got “Ji bo riza Xwedê vî karî neke bela j serê min ” û xwe da paş pê xeyidî:

– Xwelî li serê te be. Tu vî karî(Xîlafet) tavê stûyê min û dûre jî hûn min tenê dihêlin. Weleh ez te bernadim.

Piştî vê qerara bicih ka çibû bû ku gelê Humus gilîyê walîyê xwe dikirin. Ji bo ku ji Se’îd bawer bû qerar da ku wê here Humusê. Ewê wî li hizûra gel bida dadgehkirin. Walî û gel anî berhev û peyivand. Dîsa ji Xwedê re dia dikir ku di ser fikra xwe ya derbarê Se’îd de xelet dernekeve.

Gilîyên gelê kobûyî ji wan pirsî.

– Çi gilîyê we ji walîyê we heye?

– Dengê, heta ro ava nebe nayê cem me, bilind bû.

Se’îd jî di rewşeke ne wek walîyek wek sûcdar serî tewandî û li pêş xwe dinêrîya. Bi dengê Xelîfe hat ser hişê xwe:

– Got: Welahî. Ez naxwazim vêya bêjim. Lê gerek ez bibêjim pîreka min nexweş e. Navmalîya min jî tune ye. Ji bo vê yeke ji malbata xwe re hevîr dikim, hevîrtirş dikim û nan çêdikim. Dû re destmêj digirim û bizor derdikevim nava gel. Lewma navmalîyeke min tune ye ku van karan bike.

Mirovan di carekê de bêdeng man.

Xelîfe Hz. ‘Omer jî bêdeng ma; lê ji hundirê xwe ve jî ji bo ku di fikra xwe de xelet derneketibû tebesûm dikir.

Hz. ‘Omer got: “Baş e.” Û dû re  Se’îd bin Amr nişan kir û zîvirî bal gel. Tu gilîyê we yê din heye?

Gotin:

-Bişev karê kesî çênake.

Walî dîsa di heman rewşê li awira xelîfê li benda bersiva wî bû nêrî. Got:

-Bi Xwedê. Min nedixwest ku vêya jî bêjim. Lakîn ez, biroj kar û barê xelkê û şev jî ji bo îbadetê ji Rebbê xwe re diveqetînim. Bi vî awayî ez hesabê karê ku dikim û darazên ku di nava rojê de didim çêdikim û biryarên xwe yên xelet ger hebe jî rast dikim.

Awirên wî li ‘erdê mabû.

– Tu gilîyên we yê din heye?

Xelk bersîva xelîfê da:

– Ey Emîrul Mu’mînîn! Heftê carekê jî nayê cem me?

Walî Se’îd bersîva Hz. ‘Omer da:

– Ey Emîrul Mu’mînîn! Ji bo navmalîya min tune ye heftê carekê ez cil û bergê xwe dişom û heta zuha bibe disekinim û dernakevim derve. Heta ku dibe şev hê wê çaxê cilê min zuha dibin û ez jî derim cem wan.

– Gilîyê we yê din çi ye?

Li hemberî vê pirsa Xelîfê, gel got:

– Car carna walîyê me bêhiş dibe. Gotin, haya wî ew kesên li cem wî ne jî tune ye.

Hz. ‘Omer:

– Ev çi ye ey Se’îd? Û li benda bersivê bû.

Walî Se’îd, bi daqurtandin bersiv da:

-Wexta şehadeta Hubeyb tê bîra min, sedeme ji xwe çûyîna min ne ê behskirinê ye. Çimki ez bûm şahidê şehîdkirina Hubeyb ji teref muşrîkê Mekkîyan. Perçekirina laşê wî min dît. Dibe ji vê yekê re bûba mani’; lêbelê min wê çaxê îman neanîbû. Min tenê temaşe kir. Dema ew cesaret û qehremanîya wî tê bîra min, ez baştir fêm dikim ku bawerîya wî çiqas xurt bû. Dema ku tê bîra min çima min pêşî li vê yekê negirt, ez ji xemgîniya xwe hişê xwe winda dikim, ez bêhiş dibim.

Weke Xelîfe gel jî bi heyranî li dilxweşîya Walîyê xwe li wî temaşe dikirin.Ji lêvên Hz. ‘Omer ev gotin derketin:

-Hemd ji Xwedê Teala re ku min derheqê wî de xelet dernexist.

Nesla zêrîn, di vî şexsîyet û di vî jîyanê de bû. Nêzîkatiya ku wan ji Resûlê Xwedê re dike Sehabe yanî heval, encamê vê guherîn û veguherînê bû. Guherîn û veguherînek ku canê xwe, malê xwe û tevî  malbata xwe fedayê vê de’wê kiribû… Bûbûn mînakên wek tabloyan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *