BijarteFûad AyaşZanîna Zimanê Heywanan Bi Serê Te Ketibû!

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm…

Xwendevanên ‘ezîz! Tê gotin ku Rebbê Kaînatê 18 hezar ‘alem xuliqandîye. Wek ‘alem a însanan, ‘alem a cinan, ‘alem a heywanan û hwd. Her ’alemekî jî ji bo ragihandina navbera wan zimanekî daye wan. Lê belê tim û daîm di ’alema însanan de hinek kesan zanîna zimanê heywanan meraq kirîye. Emê di derheqê vê meraqê de çîrokeke balkêş bi we re parve bikin.

Hatîye rîwayet kirin ku rojekî Hz. Musa ji bo here Çîyayê Tûrî Sîna ketîye rê. Lê berî ku bikeve rê zilamekî ji qewmê wî xwe avêtiye pêşîya wî û ji re gotîye:

  • Ya Nebîyê Xwedê! Daxwazeke min ji te heye. Ez dixwazim zimanê temamê heywanan fehm bikim. Ji kerema xwe re gava ku ti çûyî Çîyayê Tûrî Sîna ji Xweda Teala re bêje bila vê daxwaza min qebûl bike. Hz. Musa dibêje:
  • Ya ‘evdê Xwedê! Ger ti bi xebera min bikî were dev ji vê meraqê berde. Lewra nezanîna te a zimanê heywanan ji bo te qenc tire. Lê zilam vê şîretê qebûl nake.

Hz. Musa berê xwe dide Çiyayê Tûrî Sîna û berî ku ji wir bizîvire daxwaza ewî kesî tîne ziman. Xweda Teala jî jê re dibêje:

  • Ya Musa! “Min daxwaza wî ‘evdê xwe qebûl kir. Edî ewê ji îro pêde bi zimanê temamê heywanan zanibe. Lê belê jê re bêje bila zêde qîmetê nede gotinên heywanan. Zêde qîmetê bide gotinên heywanan ewê ji bo wî ne qenc be.”

Hz. Musa piştî ku ji Çîyayê Tûrî Sîna vedigere wî zilamî dibîne û ji re dibêje:

  • Ya ‘Evdê Xwedê! Rebbûlalemîn daxwaza te qebûl kir. Lê belê nebî nebî ti zêde qîmetê nedî tiştên ku te ji heywanan bihîste ha!

Zilam êvarê ji bo heywanên xwe êm bike diçe axur. Dinihêre ku ga û ker bi hev re diaxivin. Ga ji kerê re dibêje:

  • Wa birakê ker! Gelo ma ti zanî ku ti çiqas di rihetiyê de yî. Evê min ne havînê û ne jî zivistanê rihetî ji min re tine ye. Serê şeveqê ewê min têxin ber cot û heta evarê ezê perîşan bibim. Ker ji ga re dibêje:
  • Birayê ga! Tiştê ku tê serê te ji e’hmeqî ya te ye. Ji bo ku ti hinek bikevî rihetiyê sibê xwe li nexweşînê deyne. Gava xwedîyê me êm bide te wî êmî jî nexwe. Zilam vê xeberdanê guhdarî dike û di ber xwe de dikene. Şeveqê zilam diçe axur dinihêre ku ga êmê xwe ne xwarîye û mexel hatîye. Wê gavê radije hefsarê kerê û kerê dixe ber haletê cot.

Ew roj hingî ku bi kerê cot dikin ava kerê dertê. Zilam gava kerê ber dide axur, ker ji bo ku ji cot xelas bibe ji ga re dibêje:

  • Birayê ga! Bi navê Xwedê ger ti sibê jî xwe li nexweşînê deynî ewê xwediyê me, te bide ber firotinê. Lewra îro kesen ku min di ber cot de dîtin ji xwediyê me re gotin “ Bira ji xwe gayê te edî bi kêra cot kirinê ne dihat. Ti bi xebera me bikî serê wî jêke” Îja haya te ji te hebe. Xwedîyê wan, van xeberdanên wan di bihîse û dîsa di ber xwe de dikene. Di ber xwe de dibêje:
  • Îja digotin zanîna zimanê heywanan ne tiştekî başe. Gava ku min bi zimanê heywanê xwe nizani bûna ewê ga û kerê min, min bi xapandina.

Roja dinê zilam gava diçe nava heywanê xwe dinihêre ku îja dîkê malê ji kuçikê malê re dibêje:

  • Birayê se! Mizgîna min li te! Sibê ewê gayê xwediyê me bimire. Berî ku bimire ewê xwediyê me ga serjêbike. Tê jî têr hestîya bixwî. Zilam gava ku vê xeberê dibihîze hahanka diçe gayê xwe difiroşe û ji zirarê xelas dibe! Roja diduyan zilam dinihêre ku îja kuçik ji dîk re dibêje:
  • Birayê dîk! Qey ti ji ber derewên xwe fedî nakî! Xwedê giravî ewê îro hestî bi ser min de bibarîyana. Xwedîyê me ga firot. Dîk dibêje:
  • Birayê se! Bêhna xwe fireh bike. Îro nebû lê belê îja ewê sibê xulamê wî bimire. Ewê xwediyê me jî ji bo xêra wî xwarinê bide. Helbet ewê hinek hestîya bavêjin ber te jî. Zilam dîsa gotinên wan dibihîze û revîrevî diçe xulamê xwe difiroşe. Kuçik dîsa ji dîk re dibêje:
  • Birayê dîk! Bala min lê ye ti êdî henekê xwe bi min dikî. Dîk dîsa dibêje:
  • Birayê se! Ez derewan nakim. Dibe ku xwediyê me gayê xwe û xulamê xwe firot û xwe ji zirarê xelas kir. Lê belê ewê îja sibê xwediyê me bi xwe bimire. Ha wê gavê tê ji hestîya têr bibî. Zilam gava ku gotina dîk dibihîze dest û lingên wî li hev dikevin. Çavên wî tarî dibin. Revîrevî xwe digihîne Hz. Musa û ji re dibêje:
  • Ya Nebîyê Xwedê! Ez ketim bextê te! Derdê min çareser bike. Li gorî ku heywanên min gotin ezê sibê bimirim. Gelo zîvirandina wê ya tine ye. Hz. Musa dibêje:
  • Ya ‘evdê Xwedê! Roja roj min ji te re gote îşê ne îşê meriv be lazime meriv xwe ji bi parêze. Zanîna zimanê heywanan ji te re ne xêre. Gava roja ‘ewil te gayê xwe ne firotana ewê mirina gayê te biketana ber qeza û belayan. Lê belê te zirara xelqê xwest. Û tim û daîm te hesabê menfî’eta xwe kir. Mixabin aqûbeta menfî’et peresta jî ha eve.

Tê fehmkirin ku kesên bawermend lazime tim û daîm xwe zanibin. Û îşê ku ne îşê wan be zêde bi pey nekevin. Lewra çi tê serê meriv ji ber meraqa zêde ye.