Ey Dil! Hemd ji Xwedayê ‘Alemê re be. Kû em însan xuluqandine, dînê Îslamê kiriye para me, bawerî û ‘emelkirina pê kiriye qismetê me, em gerandine ji Hizba Xwe û em kirine dozvanên doza xwe û destegirên ketîyên ‘îbadên xwe.
Ey Dil! Selat û selam liser pêxember û Qasidê dawî be. Ew qasidê Xweda kû hatiye şandin ji tevên însana re. Û li ser al û eshab û bawermendên wî be.
Ey Dil! Heke tu dixwazî li dunya û axretê ji ziyan û xesaretê bêyî parastin û herûher serfirazbî, guh bide vê beyana îlahî ya di vî suretê mubarek de: “Bi navê Xweda yê Rehman û Rehîm. Ez bi dema ‘esrê kim, bêguman însan tev di zîyanê dane, ji bilî yên kû îman anîne, ‘emelê salih kirine, şîreta heq li hev kirine û şîreta sebrê/semaxê li hev kirine. (‘Esr 1-3)”
Ey Dil! Ev te’lîmat û îzah ne yê yekî ji rêzê ye. Ev yên Rebb û Xaliqê Kaînatê ne. Ne di kitebeke ji rêzê de cih sitandîye. Di Qur’an’a Mu’cîzîl-Beyan de cih girtîye. Ji ber vê yeke ev ziyan ne zîyanek e piçûk e û ev reçeta kû jê re nivîsîye jî ne reçeteyek e ji rêzê ye kû mirov negre dîqqata xwe û muhîm negre.
Ey Dil! Dînê Îslamê programa Rebbê ‘alemê ye ji heyata însan re. Xaliqê ‘alemê wexta însan xuluqandîye, ji bonî li ser vê programê bijî, ew xuluqandîye. Beden û rih û meleke û tevên hissîyatên însan, li wê gorê xuluqandine û li hev rastkirine. Ji ber vê yekê dilşadî, hizûr û sihheta însan, ne bi dînê Îslamê mûhal e.
Îman jî bawerîya bi vê heqîqetê û rastîyê ye. Xaliqê ‘alemê însan li ser vê fitratê afirandîye. Qumpîtureke / bîlgîsayareke vê programê li însan barkirîye û her tiştên wî li vê gorê li hev rast û ‘eyar kirîye. Ji ber vê yekê ne mumkune însan bê îman û programa dînê Îslamê, bi hizûr bijî û dilşad bibe. Kufur û bêolî ji însan re weka vîrusa qumpîturê peyda dibe. Programa heqîqî ya rast kû ji zikmakî ve li însan hatîye barkirin, tevlî hev dike. Nahêle bi rast û durustî bixebite. Însanê ev vîrus lê peyda bûbe, hetanî xwe jê pak û paqij neke, ne mumkine dilşad bibe û ji zîyanê derkeve xelasbibe.
Ey Dil! Îman û musulmanî hingî însan bi temamî ji zîyanê dûr dike û wî dilşad dike dema ‘emel pê bê kirin û bikeve pratika jîyanê de. Ya na derê zîyanê bi temamî ji însan nayê girtin. Weke kerê ku barê wî kitêb bin, çawa ji betilandinê pêve feyde lê nabe. Însan jî ewqas zana û bi îman be jî; dema bizanîn û îmana xwe ‘emel neke û pey neçe ew zanîn û îman, zêde feydê nadîyê û wî bitemamî ji zîyanê naparêze. Xwendin û nivîsana reçeta bi tenê, heta neyê tetbîqkirin, nabe dermanê tû derda.
Nexwe her însan jibonî ji zîyanê pak bimîne û bê parastin, divê piştî îmananîna bi dînê Îslamê, pê ‘emel bike û di heyata xwe da tetbîq bike. ‘Emelê salih ku di ayeta derbasbû de hate zikirkirin ev e.
Ey Dil! Çiqas ‘emelê meriv salih be/kirinên meriv qenc be, mirov exlaqxweş be, ji belayê bireve, di heddê xwede be jî, dema însanên li derdorê mirov, ên mirov di nav wan de dijî xerab û neqenc bin, Xwedanenas bin, mirov di selametîyê da namîne. Mirov ji zerer û te’deya wan parastî nabin. Ji alîyê dîn ve jî û ji alîyê dunyê ve jî ev wehaye û heqîqet ev e. Însanê derkeve trafîkê çiqas şifêrekî baş be jî dema însanên din ne şifêr bin, yan jî ‘ecemî bin, zehmete ku meriv bi selametî vegere malê. Lewra mirov li xelkê nexe jî wê xelk li mirov xin.
Mirov bêje ezê di vê dunyê de bi tenê, bi serê xwe bijîm, me’lum e ev jî ne mumkine, lewra dunya ne weke berêye. Weke berê ciyê vala tunene. Hebin jî mirov tevên îhtiyacên xwe nikare temin bike. Nexwe ji bonî însan di vê dunyê da selamet bijî û ji zîyanê pak bimîne, dibe çi bike û çara wî çîye?
Ey Dil! Çare ev e. (Weke kû Xaliqê ‘âleme beyan kirîye) Mirov divê wesyeta a heq li hev bike, a rast ji hev re bêje. Şîreta li hevke. Yanî divê bêsistayî her musluman teblîğa Îslamê bike. Tovê dînê xweyê heq bi qasî îmkanê xwe li ciyê kû lêye bireşîne. Dema ev tov şîn bibe weke dewra se’adetê, wê hingî derîyê zîyanê li însan bê girtin û wê kâr û dilşadî li hercî bibe hakim.
Ey Dil! Ev yek jî ne hêsan e. Ne rehet e. Lewra teblîğa Îslamê û reşandin û tovkirina heqqîyê, li hesabê şeytan û peyrewên wî nayê. Şeytan ji bonî ehlê heq/musulman ji zîyanê pak nemînin, bi temamî îmkanê xwe dujminantîya wan dikin, dibin mani’ ji teblîğ û wesyet û tovreşandina heqqîyê re.
Bi vî hawayî ehlê heqîyê/Îslamê ji her new’ên/cûrên tehlûkê ra me’rûzin. Gelek te’de û ezyetê dibînin. Heke li ser pêgirtina xwe ya heqîyê û wesayetkirina wê sebrê/semağê nekin û li ber xwe nedin û karê xwe nedomînin, nagêhîjin meqseda xwe û ji zîyana herdû dunya parast namînin û wê ew jî tevlî karwanê ehlê zîyanê bibin û wê qedera wan parvekin. Xweda me biparêze.
Jiber vê rastîyê û heqîqetê divê ehlê îmanê, ehlê ‘emelên salih û ehlê doza heq/doza Îslamê sebr û semağeke zêde, liser îman û ‘emel û de’wetvanî û mucadela xwe bikin. Yana wê ‘eqîm û bêber bimîne, tovê direşînin wê şîn neyê û wê zîyan bikin. Tabî ev kar bi ziyana dunyayê tenê jî namîne û safî nabe. Bi ser de wê li axretê jî bikevine zîyanê de û seadet û dilşadîya ebedî jî ji dest wan here.
Nexwe divê mu’min û dozvanê heq herdem wesîyet û şîreta sebrê li hev bikin. Bi gotin û kirinên xwe ji hev re bibin piştek. Divê hevdû di vê xisûsê da îhmal nekin. Yana wê di nîvê rê de bimînin û wê se’adeta herdû dunya jî ji destê xwekin. Xaliqê ‘alemê me bike ji ehlê vê sûretên pîroz û me di vê îmtîhana zehmet de biserxe. Amîn.
Yekî ji rêzê: Sıradan biri
Nexwe: O halde
Parastî: Korunmuş