BijarteEhmed ZeytûnîŞêx ‘Elîyê Herîrî-2

MEXLESÊN WÎ: Weke ku em dizanin di edebiyata kurdî ya klasîk de her helbestvanekî mexlesek an jî gelek mexles di berhemên xwe de bi kar anîne. Mînak çawa ku Melayê Cizîrî mexlesên “Melayî” û “Nîşanî” bi kar anîne, Feqiyê Teyran jî “Feqî”, “Miksî” û “Mîm” û “Hê” wek mexles bi kar anîne. Her wiha Şêx Eliyê Herîrî jî di helbestên xwe yên niha di destê me de, sê mexles bi kar anîne. Di her helbestek xwe de mexlesek bi kar aniye. Mexlesên wî; ‘Elî, ‘Eliyo û Şêx ‘Elî ne.

PERWERDEHÎYA WÎ: Şêx ‘Eliyê Herîrî û malbata wî li herêma xwe de bihêz û navdar bûn. Bavê wî hem şêx bû hem jî muderrîsê medreseyê bû. Ji ber vê yekê perwerdeya xwe ya pêşîn li cem bavê xwe digre û piştî bavê wî wefat dike, di bin ‘hîmaya apê xwe de mezin dibe û di heman demê de ji apê xwe se’netê hîn dibe. Wek tê zanîn ku gelek kurdên navdar jî ji bo ‘ilim tehsîl bikin, di wê serdemê de berê xwe didan Şam û Beğdayê. Şêx ‘Eliyê Herîrî jî di temeneke biçûk de ji bona tehsîla ‘ilim diçe Şamê. Ji malbata Şêx Eliyê Herîrî gelek şêxên terîqatê gihîştine.

BERHEMÊN WÎ: Şêx ‘Eliyê Herîrî li gorî lêkolîner û nîvîskaran, piştî pejirandina Îslamê helbestvanê yekem e ku helbestên xwe bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Em karin bêjin ku edebiyata Kurmancî ya klasîk digel Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran ji aliyê Şêx Eliyê Herîrî ve hatiye avêtin. Ango di bingeha edebiyata klasîk de stûneke giranbiha ye. Şêx ‘Eliyê Herîrî mitesewifekî pêşeng e. Çi qas berî Şêx Eliyê Herîrî helbestvanên kurd hebin jî berhemên wan negihaştine roja me. Lê helbestên Şêx Eliyê Herîrî gîhaştine roja me û niha 6 helbestên wî li ber destê me hene. Di helbestên xwe de gelemperî li ser eşqa xwedayê Teala radiweste. Wek mutesewifên din li ser heman mijarên din jî radiweste. Mijarên wekî lihevhatin, rastî û dirustbûn jî mijarên wî yên taybet in.

Li gorî helbestvanên kurd ên navdar Ehmedê Xanî û Siyahpoş, dîwaneke Şêx Eliyê Herîrî heye, lê belê ev dîwan negiştîye roja me û li ber destê me tuneye. Lê belê em karin bêjin ku 6 helbestên wî mîna dîwançeyekê li ber destê me ye. Navê Şêx ‘Eliyê Herîrî cara peşîn di berhema Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî de em lê rast tên. Ev zanîn jî tê wê wateyê ku Şêx ‘Eliyê Herîrî beriya Ehmedê Xanî jiyaye. Ji nav helbestên Şêx ‘Eliyê Herîrî helbesta wî ya bi navê  “Têt” di nav gel de navdar e. Hinek bendên wê ev in:

Dilê mehzûn kefaret bit ke êm şeb taze mihman têt

Ji ber kirinên xwe yê gunehkar ğemgîn e û dema dibe şev destê xwe li hember rebbê xwe vedike û ew mêvanê ku rebbî wî ye jê nağeyîde û wî dibexşîne. Ji ber vê yekê her dem hêvîdar e û qet ğemgîn nabe. Derîyê di’aye her dem vekirîye. Kî li gor rê û rêgezên pergala îlahî bijî û bi di’ayek nesûh li ber Rebbê xwe bigere, wê bêguman Xwedayê Teala di’aya wan qebûl bike. Di pejirandina diayê de şev hîn hêja û meqbûltir e. Xwedayê Teala ji her kesî re nabe mêvan, tenê yên deriyê dilê xwe jê re veke jê re dibe mêvan.

Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt

Ew dizane ku ji sedî sed Xwedayê Teala ji bo diaya wî li cem wî bûye mêvan. Ji ber vê yekê dilê wî aram e. Dia di navbera mirovan û Xwedayê Teala de têkilîyekê pêk tîne. Di vê têkilîye de Xwedayê Teala wekî bûye mêvan û ji bawermendan tenê diayeke nasûh dixwaze. Wexta ku bi saya diayê bi Xweda re dikeve têkilîyekê, xwe dilgeş û aram hîs dike. Lê belê hakimê hakiman Xwedayê Teala hatiye bûye mêvanê wî.

Ke mîhman canê canan e, le ser cavê me mîhman e

Ev mêvanê ku tê, ne mêvanekî ji rêzê ye. Ew mêvanê ku hatiye cem wî jixwe aşiqê wî ye. Ango jê re maşûq e. Çawa ku dema aşiq nêzîkî maşûqê xwe dibe, asta kêfxweşî, aramî û dilgeşiyê ya herî bilind peyda dibe, mirovên bawermend jî bi rebbê xwe re di diayê de dikeve nav helwesteke wiha.

Be mala cumleê xan e ke şahê cumleê xan têt

Xwedayê Teala xwediyê milkên bêjimar e ku daye mirovan. Şahê milka ye ku çawa bixwaze wiha diserifîne. Çi li ezmanan û çi jî li ser rûyê erdê tiştên heyî bi tevayî yên Xwedayê Teala ne. Bixwaze bide kê, ewê bidê û nexwaze jî nade. Ji bo ku em ji van nîmetên Xwedayê Teala bêpar nemînin, divê em her gav li ber rebbê xwe şukurdar bin.

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîr in

Dilê min ji eşqa te re hêsîr ketiye. Vê hezkirina ku di dilê min da ye, tu şahidê wê ye. Ev dilê min ne ji tu tiştekî, tenê ji evîna te re hêsîr e. Bi vê hêsîrbûna bi rebbê xwe re ez kêfxweş û azad im. Ji ber vê yeke ji xeynî rebbê xwe ji tu kesî re ne hêsîr im.

Be can menzilgehê mîr in telebkarî ke sultan têt

Ji Xwedayê Teala re dia bike û daxwazên xwe bîne ziman. Bêguman wê Xwedayê Teala dengê te bibihîze. Kî ku li gorî pergela îlahî tevbigere û ji rebbê xwe re dia bike, wê diaya wî bê pejirandin. Dîsa Xwedayê Teala dibêje ku bê guman ez gelekî nêzîkî we me. Yen ku destê xwe ji diayê re veke,  ez ê diaya wî qebûl bikim. Îroj bi rastî di destên misilmanên mu’stezef de çek û mertala herî xurt dia ye. Ev rêgeza îlahî ewê her dem heta qiyametê bidome.

 

Ango: Yani

Aram: Sakin

Ast: Düzey

Bîrdozî: İdeoloji

Dagirkirin: İşgal

Dijber: Karşıt

Perjirandin: Benimsemek

Gelemperî: Genel

Gengeşî: Tartışma

Helwest: Tavır

Heman: Aynı

Serdem: Çağ

Hêman: Öğe, unsur

Komar: Cumhuriyet

Mafdar: Haklı

Mêtingeh: Sömürge

Mînak: Misal

Mixabin: Maalesef

Nijadperest: Irkçı

Ol: Din

Pênas: Tanım

Pergal: Düzen

Peyker: Heykel

Pispor: Uzman

Rawestandin: Durdurmak

Rêgez: İlke

Rojhilatnas: Doğubilimci

Teqez: Mutlak

Tomarkirin: Kaydetmek

Zanyarî: Bilginlik