BijarteJi Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret…

– Gelî wanê ku îman anîne! Dema hûn ji bo wextekî navdayî deyn didin hev, hûn wî binvîsin. Bila ji nav we katibek dadperwer wî binvîse. Û bila tu niviskarek xwe nede paş û bi çi hawayê ku Ellah Te’ala ew daye hînkirinê (bila wisa) zû binvîse. Bila deyndar jî deynê xwe bide nivîsandin. Û bila (deyndar) ji Rebbê xwe bi tirse û bila ji deynê xwe tu tiştekî kêm nehêle. Eger deyndar yan nezan û sexik yan jî ze’îf be û nikaribe (deynê xwe) bide nivîsandin, wê demê bila welîyê wî bi ‘edalet (deynê wî) bide nivîsandin. Û hûn ji zilamên xwe du mêran şahid bigrin. Eger du zilam tunebin wê çaxê du jin û mêrekî ku hûn ji şahidîya wan emînin şahid bigrin. Eger yek ji wan (jinan) ji bîr bike dibê a din wê hişyar bike û têxe bîrê. Û dema şahid bên gazî kirin bila texsîr nekin (û şahidyê bikin.)  Çi piçuk û çi mezin dibe (ew zane) hûn ji nivîsandina deyn bi tevlî wexta (dayîna) wî ne kerixin. Ev li nêk Ellah tela bi ‘edalettir e (û hem jî) ji bo şahidiyê qewîtir e. Û (hem jî) ji bo ku hûn nekevin şubhê çêtire. Lê eger ticareta we bi danûstana  pêşin be û hûn di nav xwe de bidin hev û bistînin, eger hûn wî nenvîsin tu gunehkarî ji we re nine. Dema hûn danûstanê dikin şahida bigrin. Ne bila niviskar û ne jî bila şahid zirarê bibîne. Naxwe eger hûn zirarê bidne wan bê guman ev ji we re gunehkarî û ji rêderketine. Ji Ellah Te’ala bitirsin. Lewra Ellah Te’ala hûn ‘elimadin. Ji xwe Ellah teala bi her tiştî di zane. (Beqere: 282)

– Gelî bawermendan! Eger hûn bibin peyrewê firqeyek ji wan firqeyê ku kitêb ji wan re dahatîye ew dê we piştî îmananîna we vegerînin ser kufrê (Alî İmran: 100)

– Gelî bawermandan! Bi heqqî (li ser teqwayê) ji Ellah Te‘ala bitirsin. (Xwe ji hemi munkerat û neqencîyên şîrk û kufrê biparêzin) û ji bil muslumantîyê (li ser tu ‘halî nemrin. (Alî İmran: 102)

– Gelî bawermendan! (Eman ha eman) hûn wan kesên ku ne ji we ne ji xwe re nekin sirdaş. (Lewra) ew ji bo ku xerabîyê bi we bikin texsîr nakin. Tim dixwazin ku hûn di tengasîyê de bin. (Gelo ma hûn nabînin ku) bê gûman kîn û kerb ji devê wan tê der. (Lê) ew kîn û kerb) a ku ew di dilê xwe de vedişêrin hê mezintir e. Bê gûman eger hûn li ser bi fikirin me ayetên xwe ji were beyan kirine  (Alî İmran: 118)

– Gelî bawermendan! Faîza ku qat bi qat tê zêdekirin nexwin. Ji Ellah Te‘ala bitirsin da ku hûn bigîjin fela‘hê. Û hem ji wî agirî bitirsin ku ji bo kafira hatiye amadekirin. (Alî İmran: 130-131)

– Gelî bawermendan! Eger hûn îta‘eta kafira bikin ew dê we bi paş ve vegerînin (û têxin nav  kufr û şîrk û tû‘xyanê. Bi vî hawayî) hûn dê (li dinya û axretê) têkevin xusran û xesaretê. (Alî îmran: 149)

                                                           FERHENGOK

 Nesranî: Xirîstîyan, Fille        Sexik: Kesê kêmaqil                        Welî: Dost, alîkar      Peyrew: Bi tirki tabî olmak

Fela‘h: Xelasî