I
Di destpêka biharê de
Ew çi qeşa bû kete erdê
Tevde mirin hişkbûn
Gul û beybûn û nesrîn
Tu kes bi mirineke wiha bêdeng
Nehata kuştin
Kal û ciwan digel zarokan
Bêcan ketin li deştê
II
Şazdehê adarê ji ezman mirin dibarî
Ew çi pîlanek xaîn bû neyara danî
Qet nayê jibîrkirin heta em sax bin
Ew bihara ku bi hêstira hate şuştin