Rêya azadiya însan

Her zeman rêya Rehman e

Ji boy bindest û mezlûma

Nebîyên wî pêşîvan e

 

Wekî her dem û her zeman

Muhemmed e ji mer rêzan

Xelasîya her du cîhan

Rêya wîye vê bizane

 

Dînê Xweda ye ji mer nûr

Me tê de her dîye hizûr

Yek demê em jê nebin dûr

Dûrbûna jê, lew xusran e

 

Heqq û mafê her însanî

Xuda ew kirye nîşanî

Bi teqwayê ye meznanî

Tu qewm ne meznê qewman e

 

Ey gelê meyî musluman

Guh nede fikrê kâfiran

Çarew xelâsîya gelân

Daîm sunnet û Qur’an e

 

Meqseda kafira ku em

Biqetin ji Rebbê ‘âlem

Bibin tabi’ê wan her dem

Ji wan ra bibin perwane

 

Ew dixwazin em ğulam bin

Ji bonî wan timî ram bin

Neyarê ehlê Îslam bin

Ma ev tevde ne xuyane?

 

Ji Xuda em pir dûr kirin

Ji hevdû em hûr hûr kirin

Xelqê feqîr meğdûr kirin

Dinya li me lew zindan e