BijarteŞerîf EmînKê û çi ji bîr kirin?

Wê çaxê, jibîrkirin! Kê û çi jibîrkirin?

Li gorî ewrûpa Ewrupa; gellê cahil, nezan, tazî u birçî, bindest û belengaz yanî kesê dervayê dewr û dunyayê (?) gelek tiştên xwe yên xas, yên bav u kalan, yên hezar salan jibîrkirin. Ewwil ziman jibîrkirin. Paşê  din û diyaneta xwe  jibîrkirin, ‘esl û neslê xwe jibîrkirin. Ji dê û bavên xweyên belengaz şermkirin,  revîn û dûr ketin. Paşê  jî di  nav fuhşîyat û îsrafa ‘esrî de winda bûn, xeniqîn. Ji Ewrûpa, yanî ji cihana medenîyeta  bê mîm alikarî û ‘îlaç girtin ji bo tenduristî û saxîyê. Wê demê jîyan bû jar. Derd û belayê ku tu car nedizanîn  li wan peyda bûn. Nexweşînên wek AIDS, Sars, Ebola, K.Kongo û..hwd silav li wan kirin.  Hasilê kelam; projeya bo dermana derdê mezlûman bû sedema qelandın û qutkirina nesla wan. Piştî hevnasîya koledarên ‘xerbî nexweşînên cûrbecûrê bê derman ji ser wan ranebûn.

Mezlûma  sermaya maddî û manewîya ab û ecdad a  hezar salî jibîrkirin lê belê tiştek hebû ku dê tu car jibîrnekin. Zehr û jara ‘xerba medenî(!) felaketa maddî û manewî ji wan re yadîgar hişt.

Birîn kûr e bêderman e

Megrî megri dayê megrî

Ev çi ‘hale em tê de ne

Megrî megrî dayê megrî

Em ji ziman û ‘en‘eneyên xwe yên jibîrkirîyê hezar salî ji hayîdar bûn me ev talan ji jibîrkirinê wêdetir zanî. Em şiyar bun lê belê heyhat û sed heyhat! Îdî mala gelê dunyayê şewitîbû. Gelên dunyayê bi şev û roj di bajar û mertopol û palûkeyên koledaran  de wek koleyên resmî  dixebitîn.

Dema ku mamosteyên Emrîqa hatin ser kursîya antropolojî û sosyolojî ya Zanîngeha İslambolê  xebatên kûr u tarî li ser gelê me jî kirin. Ew temamî casûs bun.  Master u Doktora yên ku didan şagirda lêkolînên wan tev li ser zimanê herêmî, lehçe, mezheb û teriqetê me bûn.  Ev lêkolîn di sala 1960î de hatin kirin. 1968a de hinek birayên me yê muhafezakar di ‘eleyhê van casûsan de yûha û numayiş kirin. Mamosteyê casûs revîn û çûn lê belê em dizanin piştî wan casûsan bûyerên Çorûm, Maraş, El‘ezîzê qewimîn.

Herçî welatên ku mîsyonerên xaç û senem çûnê tim  fitne û fesadiya şedîd li wir qewimîn. Mîsyoneran  wek îxtîlafên qewmî (nîjadî), mezhebî û  terîqî tovê fîtne û fesadê reşandin. Bi van xebatên xwe yê nebaş aşîtî û aramî ji nav gela rakirin.

Emperyalîzma ğerbê bi dagirkirin û vegirtina welatan ewwil zimanê gel înfaz kirin. Temamên ‘alim û lêkolînerên cîhanê dibêjin: Jîyana gelan bi ziman qaîme! Mîmarîya li ser gel û zimanan, liser ‘en‘ene û toreên milletan li gor Qanûna Navnetewî guneh û sucê însanî ye!

Li Afrîqa, Asya û Emrîka bo ‘hakimyeta zimanê îngîliz û Fransewî bi hezaran ziman hatin qirkirin û ji hole rabûn. Cîyê ku bi destê zorê zeft kirin ewwil qewm û zimanê wan dera, zimanê ‘eslî û niştecîh (yerli) wek qewm û zimanê şundamayî, ‘xeyrî medenî dan naskirin. Bi navê pêşveçuyînê medenîyeta xwe, bo xizmeta maldarîya xwe ziman û sen’etên xwe yên  derewîn bi gelê bindest dan ‘elimandin. Bi vî hawî qîmeta gelan a xwemalî çû, tiştên bêqîmet hate şûn. Yanî gel ji ‘eslê xwe bi dûr ketin ne wek xwe man ne jî bûn wek koledaran. Bûn wek teyrek baskjêkirî ne difirîn ne jî dikaribûn bi rê ve biçin.

Ziman hebûn e. Zimanê gel tune nebe gel jî tunne nabe.  Mesela jîyana Efğan u Filistîn a li hember zaliman bi saya îmana wan e lê belê para ziman jî tê de heye. İman, bi ziman qaîm dibe. Xelqkirina gelan û zimanê gelan ayetek ji ayetên Xudê Te‘ala ye. Redd û înkara van herdû heqiqetan  inkara ayetên Xuda ye. Xwedê Te‘ala di Qur’ana Hekîm de dibêje; “Min we şu’be bi şu’be, qewm bi qewm xuliqand da ku hûn hev binasin”  Tiştên ku ji bo hevnaskirinê hatiye xuliqandin lazime neyê înakrkirin û di bin tometê de şermezar nemîne. Ev tiştên  normal û fitrî ne. Nuha di nav Ummeta İslamê de li ser van tiştan gelek ‘illet û nexweşînên ‘esrî peyda bûne. Ev, ji bo ummetê ‘eyb e, şerm e, rûreşî ye. Ne mimkûne ku aşîtî û aramîya Musulmanan li ser tirsa ji qewm û zimanan bê avakirin.

Biratîya Kurd û Tirka hezar salî li ser dînê Mûbîn û heqîqetê domîya. Herêma Kurdan ji dewra dîroka qedîm, û ‘heta dewra Cumhurîyeta Kemalîzmê wek Kurdîstan hatîye zanîn û tu pirsgirekek mezin di nav wan de neqewimîye. A‘xa, beg, mîr, gundî û bajarîyan qîz dane hev û ji hev qîz sitendine. Birati û hevaltî kirine. ji şerq û xerbê bigre ‘heta Çeneqqele li dij neyarên xwe bi hev re mil bi mil şer kirine. İro jî di nav Musulmana da pirsgîrekek giran tune.

Her tişt li ber çava ye. Dûrketina ji dîn û îman, neyartiya dîn, înkarkirina millet û zimanê wan di nav Kurd û Tirka de fesadî derxist, gel îfsad bû. ‘Hakîmîyeta dewleta Kemalîst ne li ser heqîqetê  li ser te‘hakkumê hat avakirin. Çi nexweşîyên Avrupa û Xerbê hebûn bi saya kemalîsta hat serê Musulmanan. Qomonîzm, faşîzm, qapîtalîzm, feminizm û…hwd. Temamê ‘‘îzma’’ weledê Xerbê yên ‘xeyrîmeşrû bûn û bûn bela serê muslumana.

Qedirşînasîya ziman û qewmîyetê  ne ‘esabîyet û faşîzm e. Armanca însan eger naskirin û ‘heskirina eqreba û insanen wî be ev neteweperverî ne faşîzm e. Xuda Te‘ala wiha gotîye: “Cihêbûna reng û zimanê we ji ayetê mine” (Rum:22).

Tesîra Farisî û ‘Erebî a li ser zimanên gelê musluman: Zimanê îngilizî û Fransewî li ‘xerbê çi be, zimanê ‘Erebî û Farisî bo welatê şerqê ew e. Jîyan û yekîtîya temamê gelê Musulmanan di dîrokê de li ser van zimanan qaîm bûye. Wek Mewlana, Fuzûlî, Baqî, Cezerî, û… hwd temamên şêx û melayê me Kurda jî gelek nesr û nezm û dîwanê xwe bi zimanê Farisî û ‘Erebî gotine û nivîsandine. Edebîyatvanên me ji bikaranîna Farisî û ‘Erebî tucar fedî nekirine, bîl‘ekîs mexrûr bûne.

Emperyalîzma ‘xerbî û sîyonîstê Îsraîl; ji bo ku yekîtîya ummetê çê nebe zimanê ‘Erebî û Farisî bi ummetê dane jibîrkirin. Ev şuxla ‘xerbîyan her daîm berdewam e. Ew; li ser zimanê me Muslumanan bi awayek sistematik dixebitin o tesîra wan zêde heye. Li ser zimanê qewmên şerqî tesîra zimanê ‘xerbîyan tucarî tiştek û xweristî nîne. Ji zimanê Îngîlîz an jî zimanên biyanî yên din girtina hinek gotin û mezmûnên ‘ilmî pekâlâ caiz e. Lê belê di her ‘halî de girtina kelîma  çand û edebîyata me teslîmê ecnebîyan dike. Gelê me dibe bi bal ‘xerbperestîyê ve.

Zimanê Ewrupa ji me re, ji gelê me re, ji çand û edebiyata me re, ji dîn û dîyaneta me re muxalif e. Girî, ken û kêfa me, ‘henek û lîstika me, dostî û neyartîya me tu car li ya ‘xerbê neçûye. Îdraka me a di derheqê namûs û fedîkirinê ziddî a’xerbê ye. Ji lew em bi hêsanî dikarin bibêjin: ‘Heskirin û naskirina ‘edet û şuxl û zimanê ‘xerbî  bê-pîvan û qontrol nabe. Di ware ‘ilmî de teqlîda ‘xerbê caiz e lê di ware îrfan û ziman û ‘edetê de caîz nine. Ev teqlîd dibe sedema bindestîya me.

Biratîya  milletên Musulmanên  Rojhilata Navîn hezar sal e ku domdar e.  Berya İslamîyetê jî eleqa wan milletan bi hev re hebû. Ji lew caîze ku zimanê Farisî, ‘Erebî, Tirkî û Kurdî hev teqlîd bikin. Zimanê Tirkî jî wek zimanê Farisî û ‘Erebî birayê zimanê Kurdî ye. Biratîya Tirk û Kurdan xelasîya ummetê ye û ferz e . Lê dibê ev biratî zînhar li ser ‘edaletê be.

Ustad Bedîuzzeman bo Kurd û Kurdistanê di Rîsale ê Nûr de be‘hsa zimanê zarûrî, lazim û caîz kirîye. Hetta di welatê Kurdistanê da inşakirina Medresetuz-Zehra wek Ezhera Misrê ji Sultan ‘Ebdulhemît xwestîye. Ustad  dermanê  terorîzma îroyîn  ta wê demê nîşan daye.  Pir şerm û heyfe ku cewaba dewletê wek tîmarxane, sirgûn û zîndanê li Ustad vegerî.

İro jî heqîqet aşîkar e. İnkarkirina ziman, îman, tore, millet û mezheban bûye sebebê jihevketin û bihevketina ummetê. Bûye sebebê neyartî, komkujî û koçkberîyê. Gelên musluman ji ber vê înkarê îro li gaz û deşt û çîya û be‘hran di xeniqin.  Bav û kalên me  gotîne; Gul û kulîlk, di gulîyên xwe de rind in.  Bi destê zorê rindî nabe. Her teyr bi refê  xwe re difire. Îş û kare dunyayê ‘ecele nîne  hêdî hêdî dibe. Gotin ev e:  Çûna bi lez  hespa bi bez, mêrê ku radibe rudine bibêje îlla ez,  îdî ‘eyb û şerm e. Îlla ez  nabe. Ferz e ku em bêjin îlla em.

Jibîrkirina ziman ‘xeflet e, şermkirin û rûreşî cehalet e. Înkarkirina ziman faşîzm e, melûlbûna îmanê ye.  Jibîrkirina ziman mirina millet e. Avakirina ziman be’su be’del mewta millet e. Ne lazim e ku biratîya  yekrengî be. Pirrengî û pirdengî ji bo biratîya İslamê dewlemendî ye.

Xapandina bi dinê mûbîn, tirsandina bi kotek û qanûnan çare nine. Ev metatod hat ceribandin û wek terorîzm û wehşetê li muslumana vegerî. Niha erda muslumanan ji ber vî metodî gola xwînê ye. Di ‘heyata sosyal û sîyasî de xizmeta ji gelan re bi zimanê wan mimkûn e.  Rastî  w mêranî û camêrî her ev e. ‘Xeyrî vê  her tişt  virr e, derew e wes-selam.

Digel silav û du’ayên derûnî bimînin di xêr û xweşîyê de.

Koledar: Köle ticareti yapan

Zanîngeh: Ünicversite

Şagird: Şakirt, emirkulu

Lêkolîn: araştırma

yûha

Aramî: İstikrar

Lêkolîner: Araştırmacı

Şermezar: Mahcup

Tomet: Töhmet

Qedirşînasî: Kadirşinaslık, değerbilirlik

Neteweperverî: Milletperverlik

Biyanî: Yabancı

Xweristî: Tabii, doğallık

Mezmûn: Mana