BijarteGiştîKamûran TûrgayÇîroka Şahê Teyran û Qijikê

Havînê hemî çûk jiber germê diçin zozanan. Havînekê Şahê Teyran gazî ‘hemî çûkan dike û tev li hev kom dibin. Şahê Teyran ji wan re dibê: “Gelî heval û hogiran, divê em herin zozanan ka hûn dibên çi?”

Hemî teyr vê pêşniyarê dipejirînin. Jiber ku bilbil ji gul û bağan hez dikir, zozan xweş nas dikirin. Her cara ku şah biçûya zozana, jibo hîn bibe kîjan aliyê zozana xweş e, di pêşiya xwe de bilbil dişand. Jiber vê yekê Şahê Teyran ew kiribû şêwirmend û aqilmendê xwe. Vê salê jî wusa bû, Şahê Teyran gazî bilbil kir û jê re wusa got: “Zû here li zozanan binêre, ka kîjan zozan delal e. Jibo xerabiyek neyê serê te hevalekî jî bi xwe re bibe. Zû herin û vegerin.

Bilbil û hevalê xwe bi hev re firiyan û çûn zozanan. Li zozanan geriyan, hemî derê zozanan dîtin. Lê li tu derî leqayî şivan û nêçirvanan nehatin. Bilbil û hevalê xwe şaş man. Hevalê wî jê pirsî: “Min tu carî zozan wek îsal xweş nedîtiye. Ne şivanek heye ne jî gavanek. Lê ez gûman dikim tiştek di vî karî de heye.” “Rast e. Dibêjin mîrê zozana nexweş ketiye. Çiqas ‘hekîm û doxtor anîne, tu çareyek jê re nedîtine.  Di dawiyê de hekîmek dibêje “Ya Mîr! Li dinyayê dermanekî tenê ji te re heye, ew jî goştê şahê teyran e. Ji ber vê yekê Mîr ferman kiriye ku tu mirov nekevin nav zozanan. Li her derê kelaxên ajalan datînin, mirovên tîrvan jî datîne ber û li benda şahê teyran disekinin. Bilbil û hevalê xwe di cih de vedgerin. Tên gundê şahê teyran.

Şah ji bilbil dipirse: “Ka bêje, em îsal herin kîjan zozanî?”

Bilbil: “Şahê min, em îsal neçin zozanan.” Şah: “Çima?”

Bilbil: “Şahê min, îsal zozan nexweş in. Ji ber vê yekê em îsal li deştê bimînin wê çêtir be.”

Piştî çend rojan, Qijik tê ba şah û jê dipirse: “Ya Şah! Emê kengî herin zozanan?”

Şah: “Emê îsal neçin. Bilbil got îsal zozan nexweş in. Ji ber vê emê neçin.”

Qijik: “Ya Şah! Bilbil derewan dike. Ger tu destûra min bidî ezê herim li zozanan binêrim.”

Şah: “Bilbil qet derewan nake. Lê tu dixwazî here lê binêre.”

Qijik difire, diçe zozana ku bilbil tê de geriyabû. Qijik zozanan gellek xweş dibîne. Ne şivanek ne jî gavanek heye. Qijik vedigere deştê, ji şah re wusa dibêje: “Ya Şahê min, ma min ji te re negotibû bilbil derewan dike. Min tu salan wek vê salê zozan xweş nedîtibûn. Ne gavanek ne jî şivanek heye.”

Piştî gotina qijikê şah, bilbil ji şêwirmendiya xwe davêje û qijikê dike şêwirmendê xwe! Şah û hemû çûk difirin, diçin zozanan. Li zozanan belav dibin û ji xwe re diçêrin. Piştî ger û çêreke demdirêj Şah leqayî berateyekî tê. Dema ku nêzîkahîyê lê dike zilamê mîr hema carekê re xwe davêje Şahê Teyran û wî diqefilîne. Şahê Teyran ji zilamê mîr re dibêje: “Heyran ez Şahê Teyran im. Min berde!”

Zilamê Mîr: “Na, ez te bernadim. Jixwe ev dek û dolab hemî ji bo girtina te bûn. Mîrê me nexweş e û dermanê wî jî xwarina te ye.”

Şahê Teyran nû fam dike bê çima bilbil gotibû îsal zozan nexweş e. Şahê Teyran dibîne ku gotin fêde nak, dibêje: “Temam heyran. Lê daxwazeke min ji we heye, piştî ku we ji min xwarin çêkir hûn nikilê min bixin nava pîsiyê.” Zilam: “Çima?” Şahê Teyran: “Kî hevalê qijika be, wê pozê wî ji nav pîsiyê dernekeve!”

Di her çîrokekê de payek heye di vê çîrokê de jî pay ev e ku meriv ji xwe re kesên zana bike rêber û rawêjkar! Ne ê nezan! Her şolekî rêzanekî wî, rawêjkarekî wî heye. Kesê û gelê ku rêberên wan, serokên wan nezan bin, bêaqil bin serê wan ji belayan, ji mûsîbetan û ji pîsîtîyan dernakeve!

Emaneti Xwedayê Teala bin.

Ferhengok:

Pêşniyar: Teklif

Pejirandin: Tanımak, kabul etmek

Şêwirmend: Danışman

Aqilmend: Akîl, akıllı

Gûman: Zan, şüphe

Kelax: Leş

Ajal: Hayvan

Rawêjkar: Danışman, müsteşar