BijarteTêt-Şêx ‘Eliyê Herîrî

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt

Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt

 

Ke mîhman canê canan e le ser çavê me mihman e

Be mala cumleê xan e ke şahê cumleê xan têt

 

Were ey şahidê şêrîn ji ‘eşqa te dil êxsîr in

Be can menzilgehê mîr in telebkarî ke sultan têt

 

Telebkar in dil araîm medîm yar in bû yî şaîm

Le bejna ‘er’er in daîm sîyeh mar lê be colan têt

 

Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran

Ku xas û ‘am bibûn heyran le cîran ‘enber efşan têt

 

Du zulfên ‘enber efşan in du le’lên şekeristan in

‘Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

 

‘Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê

Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt

 

Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt ‘eqreba jûrî

Tewafa beytê me’murî le burcan xûn be sîran têt

 

‘Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat

Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt

 

Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil

Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

 

Gulîstana Xuda rist e le çar etraf dilan xuste

Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le’l û reyhan têt

 

Reyahîn sosin û werd in le Şêx ‘Elîyê xerîb ferd in

Weristê ehmer û zerd in herû sed car bi efxan têt

 

Ji efxanan nemayim têr du’a goyê te ez bê vir

Bebête şer du esleh dîr ‘heta vî qasidî can tê

 

Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê

Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt

 

Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare

Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt

 

Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ‘ilim gêra

Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt