Dizek bûne ezbenî
Tazî bûne medenî
Ev çi fen û çi benî
Heylo li min birano
Cil û lîbsê Ewrûpa
Bû ğaye perew qûpa
Zêr dizîne bi kûpa
Heylo li min birano
Feqîra ji birçîna
Reng dane bi qirçîna
Bêedeb derewçîna
Ling radane birano
Gurê qol derket holê
Ziman direj kir olê
Pencika binê solê
Ka çi bêjim birano
Van seroka çi kirin
War welat xerakirin
Fedîw heya rakirin
Ma we nedî birano?
Hovên li daristana
Bûn bilbilê meydana
Çepik lêdan nezana
Heta kengî birano?
Ew zana tu nezanî
Te firotî b’erzanî
Qey tu bi xwe nizanî?
Nafikirî birano?
J’libek mahsere çêkir
Tî yû birçî te-b rêkir
Ka binêre kê çikir
Ma qey ne bes birano?
Kê çi got tu xapiya
Tu ketî-j qam û piya
Diqîrin bav û diya
Deng nayê we birano?
Vê ‘illeta bi sala,
Kuştiye xort û kala,
Li dû xeyalên vala,
Bes bimeşin birano
Çi kirin li me şaşan
Berê me dane kaşan
Em xapandin nebaşan
Hewqas salan birano
Dixwestin me fedakin
Bi kemîna hundakin
Ji nav gela cûdakin
Tu şahidî birano
Hezar felsefê derew
Bi çîroka anîn xew
Ji desta firiya kew
Hêjî diçe birano
Bûn seyran û temaşe
Di destê geld û fehşe
Li ser me bûne paşe
Hey wax li min birano
Herdem ez hêvîdar im
Li hêviya bihar im
Ji vî warî qe narim
Heta paşî birano
Wê bilindbe qîra min
Dermanbe birîna min
Wê were mizgîna min
Li bende me birano
Roja ku wê ew yar bê,
Ev can xelata wê bê,
Kî çi-d bê bila bibê,
Ezê bêjim birano
Ez bilbilim ew gulî,
Ewe şewata dilî,
Sermin bibare xwelî
Ger wê berdim birano
Ew yara min Îslam e
Aşîtî yû selam e
Rebbê ‘alem ew da me
Li sersera birano
Ne hozan û dengbêj im
Çend rastiya dibêjim
Ezê herdemî bêjim
Ji gelê xwer birano
Silopîw Cizîr û Sûr
Cihê nêzîk bûne dûr
Birîna xelkê min kûr
Heywax li min birano
Hewar l-kurdê misluman
Xerabûye warê wan
B-şewte mala zaliman
Heywax li min birano
Feqîra teva barkir
Bi xûrbetê de karkir
Zalima tarûmar kir
Heywax li min birano
Bombew lexem û kortal
Millet kirye dîl û lal
Kes nabêje ev çi hal
Heywax li min birano.
Agir dane camiya
Erd û ezman hejiya
Bêkes ketin bin piya
Dikin hewar birano
Bajar bûne xerabe
Wê ev hal çawa çêbe?
Ya Rebb tu alîkar be
Dikim hewar birano
‘Ezîz tu bes dirêjke
De hew guhdaran gêjke
Pêşî ka tu xwe rastke
Min rast bikin birano