Fatîh AkmanGiştîNimûneya Wezîfedarîyê…

Mela Fenarî (1350-1431) şêxulîslamê yekemîn ê Osmanîyan bû, berî bibe şêxulîslam li bajarê Bûrsayê ye. Di dema qazîtîya wî de mirovekî ji bazarê hepsek ji xwe re kirîye. Piştî kirîna hespê bi çendakê jê haydibe ku hesp nexweş e. Ji ber wê dixwaze hespê lixwedî vegerîne, lê belê mirovê firoşkar cira xwe nexweş dike, nexweşîya hespê qebûl nake. Ew mirov jî dixwaze bi fermî wê pirsgirêka xwe çareser bike, ji ber wê dikeve rê diçeba qazî. Çi fêde wexta digihê dadgehê, qazî Mela Fenarî li cîyê wî nabîne. Mirov ji mecburîyetê vê pirsgirekê dihêle roja din. Belê wê şevê hesp dimire. Ad rojê mirovê hesp kirîbû û hesp li cem dimre vê meselê jiqazî Mela Fenarî re dibêje û dibê “ka ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe, xisara mi wê kî bide?”

Qazî Mela Fenarî jî dibê “xisara te ezê bidim” Zilamê ‘ecêbmayî dibê “xisara min çima hûnê bidin, tu ‘eleqa we pê tune, tu sucê we tune.” Qazî Mela Fenarî jî dibê “Belê wilo xuyaye, lê di heqîqet ê de sucê min girane. Eger wexta do tu hatî dadgehê ez li wirbama, minê pirsgirêk çareser bikira, hesp li xwedî vegeranda, wê wî jî perê te bida te. Hesp jî wê li cem xwedyê xwe bimra. Me’lesef ev îmkan nemaye. Yanê ji ber ez ne li cîyê xwe bûm te ev xisar kir, ezê jî ji ber vê yekê xisara te bidim” û dide.

Wexta mirov li ser vê çîrokê difikire, mirov kare gelek ders û şîreta ji xwe re jê wergire. Di serê her tiştî de kesê bawermend ehlê wezîfê ye. Wezîfa wî doz û de’wa Xwedê ye. Xweda ew, ji bo armancekê xuluqandîye. Ew ji xwe re kirîye xelîfê li ser zemînê. (Beqere-30) Yanê wezîfa însên, xelîfetîya Rebbê ‘alemê ye. Li gor vê wezîfê divê ala “laîlaheîllallah” bilindbike. Dîsa Rebbê ‘alemê, di ayeteke xweya pîroz de dibêje “min cin û însan xuluqandine, encex ji bo ji min re ‘ebdîtîyê bikin.” (Zarîyat-56) Ji vê fermana pîroz jî tê fêhmê ku însan wezîfedarek e. Ji xwe ev ayeta pîroz dide zanîn ku însan ne vikîvala ye, ji bo armancekê hatîye xuluqandin. (Qiyame-36) Ew ayetên pîroz yek yek dubare dikin ku însan wezîfedarê ‘ebdîtî û xelîfetîya Rebbê Re‘hman e. Berî her tiştî em ‘ebdê Xweda ne, ev jîyan, çîya, dar, ber û av, bira, dê û bav ji bo vê meqsedê hatine xuluqandin.

Piştî vana teva, tiştê ji me re muhîm ew e ku divê em vezîfedarîya xwe bihessasîyeta Mela Fenarî bînin cî û li wezîfeya xwe miqate bin. Li ala “laîlaheîllallah” xwedî derkevin û bidin zanîn, bidin qîrîn, bidin fêmkirin ku doz û e‘hkamê Xweda li ser zemînê keştîya PêxemberNûh (‘e.s) e û gopalê Pêxember Mûsa(‘e.s) ye. Kesê li dinya û axretê şahî û edaletê, azadî û necatê bixwaze, bila li doz û e‘hkamê Xweda xwedî derê.

Belê çawa ku keştîya Pêxember Nûh, kesên bawermend ji tofanê xelaskirin, divê dema tarî de keştîya Mûhammed -selat û selamên Xweda li ser bin- Qur’an û sunnetê jî bawermendên vê demê ji tofana cehalet û zilletê xelas dike. Belê çawa ku gopalê Pêxember Mûsa, zarokên Îsraîlîyan jizulma fîr‘ewn xelas kirin, îro jî keştîya doza Qur’an û Îslamê wê bawermendan ji fisq û ficura vê ‘esra dawî xelas bike. Bes em bi Xweda re, bi pêxemberê Xweda re û bi doza Xweda re rast bin, rêya armanca xuluqandina însan wê heta mirinê bi rastîyeke mezin bidome.