Salên paş herba cihanê ya ewil: çawa tê zanîn di van salan de li her derê welêt tirs, xela, feqîrî û perîşanî bandora xwe bi giranî danîbû li ser vî gelê belengaz. Li alîyekê xela û xizanî, li alîyekê bê tifaqî û dijberîya axa û eşîrên herêmê, li alîyê din jî zilm û zordarîya dewletên nijadperest; bi taybet li erdnîgarîya kurdistanê, bêhn û nefes li gelê herêmê çikandibû. Dewletên nijadperest ên li ser xirbê imparatorîya osmanîya ava bûbun; bi taybet cimhûriyeta nû, ji xwere du dijminên sereke hilbijartibûn. Yek dînê islamê, yek jê netewa Kurd.
Çewa tê zanîn, milletê Kurd wê çaxê jî girêdayê bi dînê xwe û girêdayê bi çand û adetên welatê xwe ve bûn. Ew jî bû rewşek neyînî ji bona kurda. Jiber vê yekê zilm, zext û tadeya evê dewleta nijadperest dubare li ser kurda her diçe zêde dibû.
Diyare, berya wê çaxê kurdên belengaz bi bawerîya dînê islamê li her çeperê de singê xwe dabûne ber gulleyên dijminên islamê û bi xwîna xwe welatê islamê di gel nijadê din ên misilman bi hevûdûre ji dijmina parastibûn. Gelo ma paş hingê çi dibe? Ew dijminên kevnare û sedan sale dijmintîyê bi tevê misilmana re dikirin û tevê welat seranser wêran û talan kiribûn, tev dibine dost û hevalê wana. Belê ew kurdên bi bawerî piştevanî didane vana, ji xwe re kirine dijminên sereke.
Paş herba cihanê ya ewil, xîlafeta islamê (imparatorîya osmanîya) ji hevûdû difelişe. Netewên dibin sîya xîlafetê de dijîyan, her yekê statuyek dest bixwe dixin û dibine dewlet. Belê tenê kurdên belengaz bi hîlebazî têne xapandin ji tevê maf û statuya bê par dihêlin. Welatê wana ê qedîmî jî dikine çar perçe û li xwe parve dikin. Ji ber vê zilm û tadeya dewletên dakirker; hinek şêx, axa, pêşîvan û eşîrên kurda nerazîbûna xwe nîşan didin. Belê nerazîbûna van serokên kurda jî, bi bedelek giran ji kurdare dibe mal. Hinek bi tevahî têne îdamkirin, hinek bi salan di heps û zindana de têne jibîrkirin, hinek bi nefîyê têne windakirin, hinek jê koçber dibin paş midetek dirêj êdî nekarîne vegerine welatê xwe. Hinek bi salan mehkum li çiya de mane. Bivî awayî dijmina ne hêlane tu carî kurd bibine yek û her û daîm bê serî û pêşîvan mane.
Reng û rûyê welêt wiha bû, li vî welatê bê siûd. Li herêma Bota, li bajarê Sêrtê, li navça Dihê, li gundê Torik, li taxa jêr, li malek ji kevir û herîyê, malek mutewazî, di rojek ji rojên salê; belê rojek ne diyar, paş nimêja sibehê… Mizgînîyê didine mela Ehmed.
Seyda seyda! mizgîn li te
Xuda cardir kurek daye te
Seyda ji xwe hêviya vê mizgînîyê bû. Ji ber vê yekê wê şevê ne razabû. Jibona nimêja sibehê diçe mizgeftê, belê paş nimêjê zû vedigere mal. Çaxê derîye malê vedike vê mizgînîyê distîne. Paş heyamek dirêj Xwedê çar kuran dide mela Ehmed. Ebdurezaq, Ebdurehman, Xelîl û eva jî Huseyn.
Seyda pirsa halê pîreka xwe dikke û rûdine liser secada xwe, berê xwe dide qiblê, destê xwê hildide jor û xwe dispêre Rebbê xwe. Paş vê mizgînîyê, seyda secda şukrê dibe û di secdê de ji kêfxweşî hêstir ji çavan dibare û dua dike.
Ey Xudayê min; ez hemdê te dikim, çawa ku tu hemdê xwe dikî. Selat û selamê li Resûlê te û alê wî yê pak û paqij tînim, çawa te û melaîketên te selat û selam li wan aniye. Ji kerema xwe tu me bibexşe û biparêze ji her guneh û kiryarên ne qenc. Ya reb, li her derê welêt qêrîn û zarînên bêçara ne, tu wana bi rehma xwe imdad bike. Ya Rebbî! Me zulum li nefsa xwe kir, tu rehmê li me bike. Em xêra xwe nizanin, tu xêrê bide me. Me rêya xwe hunda kirîye, tu rêya rast bide ber me. Em di tarîtîyêde ne, tu me bi nûra xwe ronî bike. Em qitmîrin li ber dergahê te, tu me ne qewirêne. Em feqîr û muhtacin, tu xenîyû muxnî yî. Ya Îlahî, tu dayik û bavên me bi rehma xwe efû bike û di cenneta xwe de me teva bi dîtina cemala xwe şad û bextewar bike. Ya Îlahî, tu çavroniya me evan zarên me, ji her xerabîya ji bela û musîbeta, ji nexweşi û illeta biparêze û ewana bigerêne ji salihan…
Seyda hetanî tav germ dibe bivî awayî dua dike û li hember nî’metên Xwedê şikirdarîya xwe nîşan dide. Paş duayê radibe nimêja duhaye dike.
Seyda paş nimêja duhayê dikeve xeyalên kûr. Roj û salên demborî ji jîyana seyda weke şerîta sînemayê yek bi yek li ber çavên wî derbaz dibe.
Mela Ehmed; kurê Mela Xelîl ê kal. Mela Xelîl, ji gundê Êrs, ji binemalek malmela, bab û kalên wî tev mela û ehlê ilmê û ehlê tesewifê. Li gundê Êrs xwedî mal û milk. Her û daîm ders didan û feqî xwedî dikirin.
Zarokên Mela Xelîl ji xeynî Mela Ehmed kesek nemabû. Ji mal û mulkê Mela Xelîl jî tenê sandoqa kitêba ji Mela Ehmed re mabû. Hêvî hebû ku rojekê Xuda wê ewladên kurîn bidê û sandoqa kitêba nemîne bê xwedî.
Mela Ehmed dizewice çend zarên wî çêdibe. Belê tev jî nasehilin û wefat dikin. Umrê Mela Ehmed, paş pêncih salîyê du qîzik jêre çêdibe, Paşê Xwedê kurekê jî didê, navê wî Taha datêne. Belê paş hingê jina wî wefat dike û her sê zarokên wî sêwî dimênin.
Ma gelo ev çi hale? li alîyek şîranî, li alîyê din tamtehlî. Wisa dixweyê kesek li vê dinyê ne gehiştîye mirad û meqseda xwe. Mela Ehmed bi salan weka Îbrahîm Pêxember (s x l) çav li rehma Xwedê, bendewarê Îsmaîlê xwe. Belê paş umrekê Xweda ji kerema xwe Taha jêre dîyarî dike.
Umrê Mela Ehmed ji şêstê derbaz bûye. Sê zarokên sêwî, yek jê li ber şîr. Li gund kijan pîreka bi şîr heye Taha şîrê teva xwarîye. Roj bi roj Taha li ber pêsîra pîrekên gundiya mezin dibe û her yekê weke ewladê xwe jê hez dike.
Xem û xeyala van zarokên sêwî qet ji hişê Mela Ehmed dernediket. Hersê sêwî jî tifalin, hewceyê şefqet û dilovanî û xizmeta dayîkê ne. Mela Ehmed paş vî umrî, valehî û cihê dayîkê ne digirt. Bi awayekî ne dixwest bizewice jî. Belê ev zarokên biçuk hewceyê xwarin, şûştin û xizmetê bûn.
Mela Ehmed ji bona zewacê li derûdorê, jinekê kû jêre minasib çavdêrî dikir. Xezûrê Mela Ehmed mala wî li Diyarbekirê bû. Ji Mela Ehmed haydar dibe ku dixwaze bizewice, ew jî xeberê dişîne û gazî Mela Ehmed dike. Dibêje eger tu jinekî xerîb ji xwere bînî, dibe kû li sêwîyên te baş xwedî ne derkeve. Ger tu biya min dikî were ezê qizeka xwe ya din jî bideme te. Mela Ehmed bi vê xeberê pur kêfxweş dibe û diçe Diyarbekir. Dibe mêvanê xezûrê xwe. Du roja li mala xezûre xwe dimîne, ji bona hazirî û amadehîya zewacê. Şeva sisîya radizê di xewnê de babê xwe Mela Xelîlê kal dibîne. Babê wî di xewnêde jêre dibê vê qîzkê nestîne. Here gundê Torik mala filankesê qiza wana ji xwere bixwaze. Mela Ehmed paş vê xewnê bi tirs radibe û nema edî bikare razê. Destnimêj digre û hetanî banga sibehê nimêj û dua dike. Ji xwere wiha dibê, eva xaleta zarokên min bû. Ji xwe ji bona zaroken min bê xwedî nemênin ez dizewicim… belê ev xewna çibû? Bi vî awayî hiş û aqilê wî diçe û bê qerar dimêne. Paş xarina taştê radibe xatira ji xezûrê xwe dixaze. Xezûrê wî dibê Mela Ehmed! Te xêre çi bû ji te. Tu ji bona tiştekê hatibû. Mela Ehmed dibê min bibexşin, ez niha ne serwextim, ezê paşê biryar bidim.
Mela Ehmed ji Diyarbekirê vedigere diçe gondê Torik, ew mala di xewnêde babê wî nîşan daye diçe wê malê qîza wana ji xwere dixwaze. Mela Ehmed rêsipî û kal, Keser qîzekê ciwan û bedew. Ne qîzik dibê min ev kal navê, ne jî diya qîzikê. Herdu teref razî dibin û Keserê didine Mela Ehmed.
Sê sal derbaz dibe zarok ji Keserêra çênabe. Belê Mela ehmed hêvîya xwe ji rehma Xwedê nabire. Hew tenê kulîlka li ber behna wî û sebra dilê wî Taha bu. Belê rojekê Taha jî nexweş dikeve û paş çend roja wefat dike. Mela Ehmed rûdine liber sandoqa kitêba serê xwe datêne ser sandoqê û ji xwere hûr hûr digirî, û hestirên çavê wî li ser sandoqê da têne xar. Sandoqa kitêba dimêne bê xwedi.
Dinya xapînok carna kefçikek şîranî li devê insanî dixe, belê bedel wê şîranîyê dil û kezeba insanî têne xar, ew şîranî dibe tamtehlî, dikeve nava ruhê meriv û heyamekê dirêj ew tamtehlî nayê jibîrkirin. Wefata Taha jî tesîrekî zede giran li ser dilê Mela Ehmed datêne. Belê weke Yaqub pêxember (s.l.) hizn û xemgînîya xwe bi sebrê li kûrahîya dilê xwe de vedişêre.
Paş wefata Taha salek derbaz dibe. Ev sala çara ye Mela Ehmed bi Keserê re zewicîye. Zaroka ewil ya Keserê vê salê çêdibe û Xwedê qîzekê dide Keserê. Bi vê qîzikê cardin şahî dikeve mala Mela Ehmed, dilê wî şa dibe û qîzik dibe reyhana ber bîna Mela Ehmed. Ji xwe navê wê jî Reyhan datîne. Lewra weke reyhanê bîna xweş jê dihat.
Mela Ehmed umrê wî ji heftihê derbaz bûye, belê paş wefata taha hinekê hêvîyen wî yê ku cardin Xwedê wê kurra bidê û li sandoqa kitêba xwedî derkevin, bixwînin û bibin xwedî ilim; kêm bûbu. Ji ber vê yekê kitêbên di sandoqê de ji zarokên xwe re bi sala mihafeze kiribûn; tev bi xêra xwe, ji kîjan feqehê re lazim dibû didanê. Bi vî awyî sandoqa kitêba vale dimêne.
Belê Xwedê, mitleq Qadirê li ser her tiştî ye. Çawa Xwedê dawiya umrê Îbrahîm pexember de jêre Îsmaîl û Îshaq, ji Zekeriya pexember re jî Yehya bexş dike, her wiha Xuda dawiya umrê mela Ehmed de çaxê bêhêvî dimîne, ji wî re jî Ebdurezaq, Ebdurehman, Xelîl û Huseyn bexş dike û qudreta xwe nîşan dide.
Mela Ehmed çaxê dibe zavayê Torikya, li Torik dibe melayê gund. Çaxê wefat dike jî li Torike. Ji xwe Torikîya ji Mela Ehmed pirr hez dikirin. Mela Ehmed bi exlaqê xwe, bi teqwa û zuhda xwe, bi ilm û emelê xwe, hezkirina xwe xistibû dilê herkesî.
Mela Ehmed mensûbê mala şêxên Basret bû. Paş qiyama şêx Seîd, malbata şêxên Basret jî ji ber zilm û zextên dewletê tev koçber dibin û diçine binxetê. Mela Ehmed jî dixwaze here binxetê cem şêxê xwe, bi vê minasebetê mala xwe hildide diçe hetanî Cizîrê, li Cizîrê çendekî dimîne, derfet jêre çênabe derbazî binxetê bibe û vedigere gundê xwe li Torik melatiya xwe didomîne.
Demsal despêka zivistanêye. Çîyayên bilind, bi berfê sipî bûne. Germa agirê tifik û tenûr û bixêrîyê, hêdî hêdi xweş dibe. Belê hê dema dangeh û çilodana pez jî nehatiye ku bi şewata pejinga xwe gerim bikin. Jiber vê yekê Mela Ehmed bivirê xwe hildide û diçe rêlistinê. Ji xwe rêlistana gondê Torik dûr nebû. Di rêlistanê de darekî hişkbûyî û gor qeweta xwe dibire, datîne ser milê xwe û berê xwe dide mal. Belê ev darmil, darekî xwahr e. Mela Ehmed çaxê birêdikeve darmil li ser milê wî rast û çep tê û diçe. Mela Ehmed jî bi rîtma hatinçûna vî darmilî, zikr û selewatan dide û bi halê cezbê têye hetanî dikeve nava gund.
Çaxê nêzî mizgeftê dibe dinêre di hewşa mizgeftê de Şex Îbrahîm Heqîyê Basretî rûniştiye û sofî û mirîdên wî jî lê kom bûne. Mela Ehmed piçekî şerm dike û vedisekine, lewra şêx, wî bi vî halî dibîne. Şêx, bilez radibe li bal wî ve diçe. Çaxê şêx nêzî wî dibe, bêhtir şerm dike û darmilê xwe datîne erdê. Dixwaze here destê şêx, belê şêx destê xwe nade mela Ehmed û radihêle darmilê wî, datîne ser milê xwe û bi rê dikeve. Çaxê darmil li ser milê şêx jî bi rast û çep tê û diçe, şêx jî bi rîtma hatinçûna darmil, weka mela Ehmed dest bi zikr û selewatan dike. Paş hingê zilamekî gundî radihêle darmilî ji ser milê şêx radike û dibe li ber deriyê mela Ehmed datîne.
Şêx û mela Ehmed hevûdu hemêz dikin û pirsa halê hev dikin. Paşê şêx ji civatê re wiha dibêje; çaxê mela Ehmed di rê de dihat, min didî ku darmilê wî jî weke wî zikir dikir. Bonî vê yekê min jî xwest ez bi hilgirtina vî darmilî feyz bistînim. Paş hingê şêx Îbrahîm Heqî, ji gundiya re wiha dibêje: gelî Torikîno! mela Ehmed însanekî pirr hêja ye, qedr û qîmetê wî bizanibin, bêrêziya wî nekin. Li ser vê gotina şêx, yekî gundî dibêje; Şêxê min mela tev başin. Şêx, bi dengekî gurr, li wî gundiyî vedigere û wiha bersiv dide. Na sofî! hin mela hene minafiq in…
Çewa tê zanîn, cimhûriyeta nû bingeha xwe li ser dijminantiya dînê îslamê û li ser dijminantiya Kurdan ava kiribû. Ev dijminantiya hanî gehiştibû asteke herî bilind. Ji ber vê yekê tevê welatê Kurdistanê nerazîbûna xwe li herderê welêt nîşan didan. Pêşîvantiya qiyam û serhildana jî şêx û axayên herêmê dikirin. Li vê herêmê Yaqûb axayê Erûhî, û Şêx Ebdurehmanê Garisî (medreseyî) jî, ji wan kesan bû ku li hember dewletê nerazîbûna xwe nîşan dabûn û di vî karê pîroz de dixebitîn. Mela Ehmedê Êrsî, paş îxtîyariya xwe dibe şêwirmend û hevalbendê şêx Ebdurehmanê Garisî. Di gel wî, gund bi gund digeriya û xebat dikir. Mixabin Necmuyê Sertî yekî mehkumê dewletê bû, belê bi rastî sîxurê dewletê bû. Lê bi xizmeta xwe ya ji şêx Ebdurehman re dikir, şêx lê ewle bûbu û guman nedikir ku xayîn be. Çaxê ew û şêx tenê dimînin, bi îxanetê şêx Ebdurehmanê Garisî şehîd dike û serê wî yê mubarek jê dike û dibe teslîmî leşkerê hukumeta zalim dike. Bi vî awayî xwe ji cezayê mehkumiyetê xelas dike. Bi îxaneta Necmuyê Sêrtî cardin serhildan bê serok dimîne û belawela dibe. Paş hingê Mela Ehmedê Êrsî jî çend salan jiyana xwe bi mehkumtî derbas dike. (1)
Aşê zeman her û daîm digere. Roj û şev, li pey hev derbaz dibe. Carna bi kêfxweşî, carna jî bi kul û keder meriv îmtihan dibe. Hetanî meriv dijî, îmtîhane didome. Belê ji jiyanê re jî wextek heye. Her kesek wê umrê xwe biqedîne û ji vê dinyayê koçê dinyayek din bike. Her wiha mela Ehmed jî umrê xwe tije dike û weka her faniyekî ji vê dinyayê xatir dixwaze. Di sala 1936 ê mîladî nêzê 90 saliya xwe, li gundê Torik wefat dike û li wê derê têye veşartin.
Rehmet û razîbûna Xweda lê be.
Agahiya jiyana mela Ehmedê Êrsî me ji kurê wî mela Huseyn bihîstibû.
(1) agahiya derbarê şêx Ebdurehmanê Garisî û mela Ehmedê Êrsî, me ji ebdulmecîdê Êrsê bihîstibû. Ebdulmecîd, digot min ji kalikê xwe sofî Silêman çend caran ev mesele bihîstibû.
Sofî Silêman yek ji şahidê dewra Osmaniyan û hem jî dewra cimhûriyetê bû. 135 salan zêde jiya bû. Di sala 1970 ê de efat kiriye.