لِلْإِيمَانِ هَدَاكُمْ أَنْ عَلَيْكُمْ يَمُنُّ اللَّهُ بَلِ : “…Bil’akis ji bona hûn gihandine îmanê Xwuda minnetê li we dike” (Sûretê Hucûrat-17)
Rebbê ‘âlemê Xwuda Te’ala, çi minnetek mezin li me kiriye ku em kirine xwedî îman. Lewra îman, ji nav ni’metên ku Xwuda Te’ala dane me, ni’meta herî mezin e. Îman, ronahîya qelb û çe’va ye… Îman, hizûr û sekna qelba ye… Îman, zewqa mestirê ji her zewqa ye…
Îman, niʿmetê fanî bi xwe re baqî dike. Lewra li dinyayê çiqas niʿmet hene ew tev fanî ne, fêda wan li dinyayê dimîne; derbasî axretê nabe. Ger îman bi me re tune be, dixwazî mulkê dinyayê bera tev ê me be, ew fêdeyek daîmî nade me. Her çiqas em, xwedî sihhet û selamet bin, em dewlemend û maldar bin; em xwedî quwwet û qudret bin jî, piştî domekê wê ev niʿmet tev ji dest me herin. Hetta ewê tev li me bibin barê giran. Wê hesabê wan ji teref Xwuda ve, ji me yek bi yek bête pirsîn…
Kesê mu’min ji ber ku îman bi Xwuda anîye, ew her û daîm dilşad e. Dilê wî rehet e, pişta wî qewîn e. Ew xweş dizane ku kê pişta xwe bi Xudê rast kiri be, pişta wî kesî qet nayê ʿerdê. Ew baş dizane ku sedema hebûna ʿerd û ʿezmana jibo çi be, sedemê hebûna wî jî jibo wê ye. Çi tiştê di ʿerd û ʿezmana de hene, çawa ku ew tev ji Xwuda re serî danine û ji wî re ʿibadet dikin; wî jî serê xwe ji Xwuda re tewandîye û jê re çûye secdê. Bi vî awayî wî jî, xwe xistîye ber aheng û nîzama kaînatê. Wî li ber çerxa kainatê serî ne rakirî ye û ʿisyan ne kirîyê.
Xwuda Teʿala, şeref daye însan; ku ew xuluqandîye û ew ji xwe re kirîye muxateb. Heya însan pê çêkirîye ku Xwuda Teʿala rebbê însan e û însan ‘ebdê Xwuda Teʿala ye. Însan bêserî nehiştîye û ew bi serê xwe neberdaye. Jê re Kitab û pêxember şandine û rêya rast dane ber wî û ew ji rêyên xerab hayîdar kirîye. Sedema hebûna însan jê re beyan kirîye û di Kitaba Mûbîn de gotîye: “Cinn û însan hew jibona ji min re ‘ibadet bikin min ew çêkirine.” (Sureyê Zariyat-56)
Xwuda Teʿala, her însan bo müddeteke mu’eyyen şandiye dinyayê. Her însan li dinyayê di îmtîhaneke giran re derbas dibe. ‘Umrê însana ji wan re nehatîye gotin. Hinek însan dirêj, hinek însan kin ‘umir diborînin. Lê belê firset carekê tene tê destê însan. Kesê ku dimre, deftara wî tê girtin û ew kes careke dî nema kare bê ser dinyayê. Jiber vê yekê, kesê mu’min xwe naxe ğefletê. Sedemên hatina xwe ya ser dinyayê, ti carî ji bîra xwe dernaxe. Di rêya Xwuda Teʿala ku daye ber de dimeşe. Ji kirina ‘ibadetên xwe zewqê distîne. Dilê xwe hew bi Xwudê û Hebîbê wî girê dide. Em binêrin bê serhosteyê şiʿrê Melayê Cezerî vê rastîyê çawa tîne ziman:
…
Tali’ ko têt û furset muhlet li nik heram e
Min ‘umrê Nûhî nîne wer saqiyo bi lez xweş
Neyşekkera şîrînqed me-j dest te mey divêtin
Da sîne pê cela dîn rewşen bikîn dilê reş
…
Însanên xwedî îman, di daîra helal de xwe ji xerabî û çepeliya diparêzin û li ser tebʿê “ehsenê teqwîm” dimînin û xwe xelas dikin. Lê belê gelek însanê ğafil hene ku guhê xwe ji bang û gotinê Xwuda û Hebîbê wî re girtine. Wan benê xwe dane destê hewa û nefsa xwe. Şeytan ji xwe re kirine rêber û li pey wî, gav bi gav dimeşin. Ew bûne ji “esfelê safilîn”a û ew bi ʿeqlê xwe nameşin û li ser ayatê Xwuda Teʿala nafikirin. Soza ku dane Rebbê xwe jibîr kirine û sedema hebûna xwe nayînin bîra xwe.
Ew însanê ğafil û nezan qîma xwe bi dinya fanî anîne û axret berdane. Niʿmetê baqî terikandine û niʿmetê fanî ji xwe re bijartine. Mêzêna qelbê van însana şaş bûye û qimetê tişta nerast diwezinêne. Ruhê wan mirîye û bûne esîrê nefsê û digel Şeytan. Nefs û Şeytan, tiştê xerab bi wan baş; tiştê qenc jî bi wan xerab didin xuyakirin. Di vir de emê dîsa li Mela’yê xwe guhdarî bikin:
Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e
Xer-teb’etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş
Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan
Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê Reş
Bêzî dikit ji qencan ji remz û naz û xencan
Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş
Ew însanê ku bêruh in, çi ji xweşkayî fêm dikin ku nezara wan her li jê re. Ew wekî kera ne. Li cem wan ew kulilkê nazik û narîn û xweşik ku jê re tê gotin “nêrgiz” û ew giyayê bi sitirî, ku jê re tê gotin “kerbeş” wek hev in.
Ew însan, qelbê wan hatine mohrkirin û ji dengê ayet û ji dengê murşida re guhê xwe girtine. Ew qîmeta Qur’an û murşidê Qur’anê fêm nakin û nabînin. Çawa ku insanê ebleh û bêfêhm ji kirina tewafê fêm nakin lewra “Heceru’l-esved” nabînin.
Ew însan, ji qencê Xwudê, ji delîl û weʿz û nesîhetan heznakin. Çawa ku li cem kerê “gul” û “kerbeş” yek in û ker jibona ku qedrê gula nizane kerbeşê dixwaze, ev însan jî wekî kera ne. Qîmeta tiştê ji wan re bixêr nizanin û tiştê ji wan re nebixêr dixwazin. Xwe nadine rêya rast, rêya Xwuda Teʿala. Xwe didine rêyên çep û xwar, rêyên nefs û şeytana.
Xwuda Teʿala, me neke ji van insanê bêfêm û nezan! Û me ji niʿmeta îmanê ti carî bêpar nehêle. Amîn.
Em, vê duʿaya me di ‘Mewlûda Pîroz’ de kirîye dîsa dikin û dembihêrka xwe bi dawî dikin.
Ey Xudâyê bê-şerîk û bê-mekân
Tu me bê îmân nehêlî tu zemân
Dûr nekî me tâ hebın ku em bijîn
Yek demê yâ Reb ji dînê xwey mubîn
Me bikî yâ Reb ji ehlê pir wefâ
Tâbi‘ê rêkâ Muhemmed Mustefâ
Şaş nekî me-j vê rêyê tâ âxretê
Tâ herin em nêv cinân û cennetê