Abdussamed YalçınBijarteDoza Kurdan Xelasiya ji bin Baranê ye ne Çûna bi Mezrêbê ye

Di erdnigariya Îslamê de dewletên ku îro hene û sîstema wan laîklik e (‘elmaniyet) yek ji wan jî ne serfiraz e, nikare bi netewa xwe şanaziyê bike. Çimkî neteweperweriya xwe bi ‘elmaniyetê herimandine. ‘Elmaniyetê ne wan kir medenî ne jî kir şaristanî. Komeleyek ku medeniyetê di nav xwe de bi cî neke, ji şaristaniyê dûr be, ji ezyetê pê ve tiştekî nade însanê xwe.

Di dîrokê de piştî ‘esra se’adetê ‘Ereb û Faris û Kurd û Tirk ku bûne dewlet bi Îslamê bûne dewlet. Dewleta Emewî û ‘Ebbasiyan ‘Ereb bûn, dewleta Selçûkî û ‘Usmaniyan Tirk bûn, dewleta Eyûbiyan Kurd bû. Emewiyên Enedelusê jî ‘Ereb bûn. Van dewletan xîlafet bûn ne ‘elmanî û demokrat û neteweperestbûn.

Van dewletan di hukumraniya xwe de û pêkanîna lewzimatên komelayetiyê de jî serfirazbûn. Ji dewlet û împeratoriyên beriya xwe gelek gelek nacihtirbûn. Teknolojiya îro ku em jê derxin, ji alî sîstema komelayetiyê ve tu dewlet û sîstemên îro naghêjin wan. Di ‘edalet, hukum, ewlehî, aborî û hemû ‘elaqatên komelayetiyê de gihaştibûn asteke gelek baş. Çimkî,di gel gelek kêmaiyên xwe, Îslamî bûn.

Doza Kurdan ‘Edalet e Ne Laîklik e.

Kurd jî îro eger dixwazin bibin dewlet lazim e di destpêkê de şeklekî Îslamî bidinê vê daxwaza xwe. Gerek ne li ser esasê ‘elmaniyet, demokrasî û neteweperstiyê vê daxwazê bimeşînin. Çimkî dewletên ku îro hene ew tev ‘elmanî ne. Ji ber vê jî nebûne çare ji derd û kulên xelkên xwe re. ‘Ereb dibêjin “la yeşfîl’elîl”, yanî “nebûne melhema serê birîna.” Yanî bi kêra pêkanîna pêwîstiyên xelkê xwe nayên. Ji medeniyetê gelek dûr in.

Hinik dewletên ‘Ereban ku dewlemend û mureffeh xuya dikin esasen ewana mustemlekeyên Îngilîz û Emrîka ne, ji xwe ne dewlet in. Îngilîz û Emrîka ji wan re bêje rabin wê rabin, bêje rûnên wê rûnên.  Ji ber vê yekê Kurd nikarin xwezya xwe bi halê wan bînin.

Da’wekirina welatekî netewî yê rût û bê Îslam de’wa ‘elmaniyetê\ laîklikê ye. Dewletên ku îro li ser axa Kurdistanê hatine avakirin û huquqê Kurdan yên însaniyû Îslamî teslîmî wan nakin ji xwe laîk in.

Laîklika ku dewlet û xelkên Musluman yên din tu xêr jê nedîtine gelo mumkun e ku Kurd jê xêrê bibînin? Gelo layiq e ku Kurd di oğira wê de mucadele bikin, fedakariyê bikin, mal û mülk li serê serf bikin? Kurd ji xwe mezlûm in. Xelkekî mezlûm wê çewa de’wa sîstem û fikrên zulmê bike.

Kurd di esil de de’wa ‘edaletê dikin. ‘Edalet jî her bi Îslamê ye. Ew çax Kurd esasen de’wa Îslamê dikin. Heger çi di nav Kurdan de hinik saziyên laîk û mulhîd hebin jî vana ne Kurd in.

Ew çax Kurd gerek di destpêkê de li hember laîklikê\’elmaniyetê mucadele bikin. Temamê aliyên siyasî û medenî tifaqiyek li ser Îslamê sazbikin, xelkê xwe li hember zulma di laîklik û demokrasiyê de heye hişyar bikin. Bi hawakî werê ku, di nav xwe de hukm û ‘edaleta Îslamê bidin ajotin, medeniyeta Îslamê têxin bîra xelkê xwe û dost û dijminên xwe.

Hger na, doza xelasiya ji baranê ne çûna bin mezrîbê ye.