BijarteFethûllah YalçinHuzûr li ber serê min…

Tebessuma zaroka li ber çavê min, ez ji çivîka biçûktirim.

Xewnû xeyal li dor min dizîvirin

Kelha Amed, şahidê hezarsala bitev Dîcle.

Ezê gazîya xwe bighînim Îbnulwelîd.

Stêrkên rûyê erdê çewa herikîn vî bajarî

Bi kîjan ‘eşqê deşt û çîya, ayet ayet, sehra sehra derbas bûn ser sênga welatê me.

İşaretek qudsî ji Medîna Munewwer wek brûskê li vir ket, di pey re cîhad, ehlê cesaret û îman,

Ey mensûbên ‘esra seâdet hûn bixêr û ser çava hatin Amed û welatê me bi we muşerref bû.

Mêvanê gul û gulîstanê li bin bedena Dîyarbekir di xew de ne.

Em bi we huzur û xweşî dibînin hê jî, ehlê îman bi umîd in bi we li mala xwe.

Ez heyran im ji bo welatê xwey evîndar.

Evîndarê ‘eşqa sorgula.

Bi salû zemana di xebitin cotkarê kîn û hesedê li xerakirina gulşena welatê min.

Xwestin bi hîlew desîseyên şeytanî pêşya rojê bigrin.

Di qernê bîstî de roja me çûbû ber ava.

Îro li xerakirina mala me di xebitin

Tarîw zulûmat, fisqû ficûr bi zor tê hebandin

‘Îda me hundurê wê vala kirine

Hetanî do welat cîhû warê ‘aliman bû.

Hêlîna ‘îlm û îrfanê, ji medresa fuqeha û ‘ûlema radibûn.

Lewra milletê Kurmanc xwedî exlaq û namûs bûn.

Çi hezine li pey şopa îro sergerde bûn.

Neyarê namûsê ji nav me derketin.

Musweddew bel’em fetwa cehlû kufrê didin.

Hey çêlîyên rêzkar û bardarê sêncû dirrîya

Destê we hişk bibin hûn torinên Ebûleheb

Li rêya mûhebbetê rêzdike û dixitimîne dayka wê ummû cemîl

Hûn ji wê zihnîyetêne ku derewê Museylîme ji heqîqeta Muhemmed biwe xweştirin

Bel’em û munafiq bi şeytan re dixebitin

Gem avêtin devê heqiqetê.

Xwe frotin bihayek erzan.

Welat mehzûn, camî mehzûn, bangû azan mehzûn

Dinav neyaran govend û şahîye, di gundê meda şînû girîn

Teyrû berxik nalîzin bihar nehat

Kulîlka pel weşandin ji kerbê zozan hilat

Stêrk digrîn nav çenga min, asîman mehzûn, ruyê xwe gihandîye erdê

Hişk û ğelaye li warê şer’ê, nivîs û qelem şewitîn

Ez li ser mîrasek mezin rûniştim

Ez têm kuştin jî meğlûb nabim

Ez hurrum bê hedd û qîyas

Belê di qeyd û zincîrê zêr û elmas de ez esîrim

Ez ji çivîka jî biçûktirim di qefesek yaqût de mêvan im

Weqtek ji weqta ‘umûmî, hemî şev û roja di xwe dedihebîne.

Ez wê demê di huzûra ‘alîde qaîm im

Kesê li huzûrê ne sekine huzûr nabîne

Zeman hesûd e li hember seâdeta min

Ezê rextê hubrû qelemê girêdim li ser dilê xwe

Li ser bedena Dîyarbekir ji biharê qesrek asûde avakim

Li serê dîwanê çok bidim li ber murşidê kamil

Derdê welat birêjim ji tarîx û zeman kula xwe bêjim

Dervê wê ‘âlem şewitand hundurê wê min dihelîne

Mewc û pêlan di navbêna min û wêde yek yek hatin û çûn

Jîyan jî bi vî hawî ye min çav girt û vekir her wiha hatû çû.

Rêwîyên se’adetê bi pişta destê xwe xezînê dunyewî bi paş ve da’fdan

Çi curmû guneh hene li bendî ‘efûkirinê seknandî

Di dema ji keçika me’sûm were pirsîn ji kîja gunehî tu hatî kuştin

Sûreê tekwîr hat bîra min bi tev xeşyeta xwe di ber çavê min de derbas bû

Belê Yasîn ji bo çi hat şewitandin

Çima ne carek belkî sed car kuştin di bedena nazenîn de ‘umrê min

Çiqas curm û wehşet hene li bendî ceza.

Roja giran çewa derên hember Şedîdul-‘Îqab

Kelîme û rêz vê kulê îfade nakin

Di boxçikên bûka de hesret heye.

Govend û dîlanê me bi kul û kerb digerin

Demsal û eqlimê welat geh payîz e geh zivistan

Bihar li pişt çîyayê qaf e dibêjin

Teyrê zumrut heye li wir ku azadî di nav bazikê wî de ye

Di heyûla azadîyê de kulîlkê min çilmisîn

Ey xwedyê mohr û wehyê, rûyê zemîn ‘ewareye

Ji asîman rehmet dibare li jêr dibe agir û ‘ezab

Çêlîyên Mazdek û Lenîn, torinê Ebûcehil ji bo pûtêz xweyî zeman qûrbanê nû dineqînin

Em têne kuştin di her agirî de

Di tarîw zulûmatê de ecnebîyên zulmetê li ber me kemînê datînin

Çavê dayîka li bendeye ji bo her xeberkî belki dibe agir û wêran her cîyê ku agir lê dikeve

Şîn û matem heye li welat sitranû axîn dertên ji sênga xwengû bira

Çi heye tuneye nayê jibîrkirin bi xweyna şehîda tê nivîsandin

Axa vî welatî emanet sitendîye rûhên şad û em tucarî jibîr nakin

Darû ber deştû çîya, xwedyên dilê safî heqîqeta îlahî dibakin:

ŞEHÎD NAMİRİN, ŞEHÎD NAMİRİN

Em qasi îmana xwe bawer in li Dîyarbekir li Cizîrê li

Mêrdîn li Hekkarî o li her alîyê welat mizgîne tê.

Bi destê zarûka roj bilind dibew ronaya wê digre hundurê xanîyên me

Xwedyê zulm û zulmetê çibkin bê faydeye

Sond û qesem tên dayîn bi wî Xwedayê ku îlham dixe qelbê şa’ir

Dibêje ji asîman qerarek nazil dibe

Li ser qedera qederek mestir heye

Heta ev ruh di bedene de be o em xwedî îman li rûyê zemîn hebin

Hetanî zafer bibe nesîbê heqqîye

Heqq cîyê xwe bibînew hukmê heqqîye carî bibe

Li cîhanê emê bi îmana xwe bijîn o emê heyatek bi îman ava bikin

Bİ NAVÊ XWEDAYÊ REHMANÛ REHÎM…