Eskerî BuranGiştîMufetîş û Xwendevan

Rojekê mufetîş li mektebekî dikeve sinifê. Ji xwendevanekî pirsekî dike:
– 3 û 2 çi dike?
Xwendevan dibêje:
– Li gorî çi mamoste ev reqeman werin hesibandin.
Mufetîş hêrs dibe û dibêje:
– Çawa gelo li gor çi?
Xwendevan bersivê dide:
– Ji 3’yan 2 derkeve dimîne 1. Ji vê tê famkirin ku Xwedayê Teala yek e.
Ger 3 û 2 berhev bikin 5 derdikeve. Ev jî şertê Îslamê ye.
Ger 3 li 2 caran zêde bikin ev jî 6’e û 6 jî şertê imanê ye.
An jî 3 û 2 yan bînin ber hev dibe 32. Ev jî 32 ferz e.
Li ser vê bûyerê mufetîş û mamosteyê sinifê gelek ecêb dimînin.