Li navçeya Çermugê gelekî mizgeftên dîrokî hene. Ji wan yek jî mizgefta bi navê Mizgefta Medrese ye. Emê îro di heqê dîroka vê mizgeftê da binivîsînin da ku em bizanibin ev mizgeft wek yên din  di dewra Cumhurîyetê da li rasta çiqas zor û zahmetîyan hatiye.

Mizgeft di sala 1170yî de hatiye avakirin, erda mizgefta medresê 600 m2 ye, cîhê cemeâtê 450 m2 ye, nêzîkî 1000 kes tê de dikarin limêj bikin. Ev mizgeft jî, wextekî  wekî gelek mizgeftên herêmê, di bin zûlma Cumuryetê de maye û ji ‘eslê xwe hatîye dûrxistin.

Demekê Mizgefta Medresê xistine cîhê qesepxanê ku bi vî awayî mizgeft zamaneke dirêj bê ceme’at hebûna xwe domand. Qesab di mizgeftê da gelek salan tîcareta xwe didomînin, di bexçeyê mizgeftê da jî fêkî û zexîreyên gundan tên firotin.

Di sala 1966an de  ji alîyê Mele Abdulqadir Ekîncî û hinek hevalên wî tekoşînek tê  destpêkirin, û  bi gelek  zor û zahmetî ew qasab ji mizgeftê tên derxistin… Gelek salan di vê mizgeftê de dersa feqîyan hatiye dayîn û ji nav wan feqîyan gelek jê îcazet sitandine û bûn mela  dest bi wezîfeya xwe kirine…

Îro jî ev mizgeft di navçeya Çêrmûge de di cîhê merkezî de ye. Derûdora wî cîhê bazara fêkî û zexîreyên gunda ne, her dem roja duşemê û roja înê ehlê gûndên derûdorê, fêkî û zexîre xwe tînin û difiroşin. Bi kurtayî ji wan hinek emê li jêrê navê wan bidin. Bastîq, mot(dimis),gûz, bêhîv, meşlûr, nok, û şekirnok, penêr, toraq, hingiv, mast, û gelek fêkî û zexîrên hişkkirî jî tênin firotanê. Li alîyekî din jî bazara zebzeyan heye, li wê derê… Zebzeyên kû li gûndan derdikevin tênin firotinê, wan jî hemû hawînan li Çêrmûgê derdikevin.

Ez ê li jêr bi kurtî navê hinekan ji wan bidim. Balîcan, îsotê hêşîn, firingî (bacansor), xîyar, bexdenûs, marol, pîvazê hêşîn û gelekên din hene ku min behsa wan nekiriye. Ji ber vê sedemê derdora mizgeftê pir bi bereket û bi coş e.