‘Îd e îro bê qerarim ez ji feqda dêmdurê

Bê ‘hebîb im bê ‘hebîb im bê ‘hebîb im bê ‘hebîb

Herkesek ba yarê xwe meşyan se‘hergahan li rê

Pur kebîb im pur kebîb im pur kebîb im pur kebîb

 

‘İd e kêf û şahî ye nêv xas û ‘amê ğulğul e

Yek yekan ‘aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e

Nîne der qelbê me bestek çun ku  mecrû‘h dilkul e

Bê tebîb im bê tebîb im bê tebîb im bê tebîb

 

‘İdeyan yarê xwe girtin çûne seyra gulşenan

Muntezîr ba sağir û rey‘han û werd û sosinan

Lê tenê mame digel eşkan di kinc û gulxenan

Bê nesîb im bê nesîb im bê nesîb im bê nesîb

 

Sub‘hê ‘îdê herkesek dergeştê se‘hra renge reng

Ser me ez ğem cem‘î bûne leşkerê Rom û Fireng

Der bunê ğarê fîraqê keftîme pê yarî şeng

Ez ğerîb im ez ğerîb im ez ğerîb im ez ğerîb

 

Rojê ‘îdê tarî ye wek leylê bê şem’ û çira

Ser ğerîbê bê kesê dûrbit ji yar û hogira

Şadîya ‘îdê li min ‘huzne gelî yar û bira

Dil keîb im dil keîb im dil keîb im dil keîb

 

Dê çawa ‘idê temaşakim li kêf û şahîya

Çunkî  muhlet nakevîtin dil ji ah û zarîya

Dûr û mehcûr im ji yarê ser refîqa zûsîya

Na qerîb im na qerîb im na qerîb im na qerîb

 

‘İd e yan îftar kirin dîtin mahê nû yek bi yek

Saim im hêja mi nedye meh li ser çeşmê belek

Cumle yaran firaz in lê tenê ez tek bi tek

Der neşîb im der neşîb im der neşîb im der neşîb  

 

‘İd e nig xelqê temaşa ye wekî feslê buhar

Neğme xûn in herkesek berwerdî weslet sed hezar

Gul mi winda ye di hîcranê dinalim zarî zar

‘Endelîb im ‘endelîb im ‘endelîb im ‘endelîb

 

Gerçê îro ‘id e emma cergê min ateş ketê

Dil te‘hemmul nakitin seyra riyadê cennete

Min ‘hebîb ne xwîya ye weyla ketme pêta fîrqetê

Bê şekîb im bê şekîb im bê şekîb im bê şekîb

 

 

‘Îd e herkes li kêf û şahî ye ev rojê ‘îd

Ez tene mame di kuncê namuradê bê umîd

Cumle ‘aşiq surxî rolê ez div ê ‘halê şedîd

Şubhê sîb im şubhê sîb im şubhê sîb im şubhê sîb

 

‘îd e sa‘hib yari ba yaran dikin geşt û guzar

Min ji me‘hrûmî nema qet sekne û sebr û qerar

Nîne der destim ji mehcûrê zî mamî îxtiyar

Dil ferî bim dil ferî bim dil ferî bim dil ferî

 

Min ne newroz e ne  ‘îd e min ne kêf û ne surûr

Dil ji hîcranê melûl e nabitin şad û sebûr

Gerçi ‘hala der fîraq im lê bi qelbê sade nûr

Der rekîb im der rekîb im der rekîb im der rekîb

 

‘İd e mehcûr im ji yarê nazikê xed sorgulê

“Rû‘hî” ‘ulwî yî emma ketme dereka esfelê

Lê kî çûn bû mubtela bê ‘hed selef zatê welê

Mustetîb im mustetib im mustetîb im mustetîb