Ji Rîsala Uxuwetê -5
Hedîseyeke balkêşî ‘îbretê: Wextekî Xwedê Te’ala jê razî be îmam Hezretî ‘Elî (di herbê de) yekî kafir avêtiye erdê. Dema ku Hezretî ‘Elî şûr kişandiye ku wî kafirî bikuje, wî tû kiriye rûyê Hezretî ‘Eli. Hezretî ‘Elî ew kafir berdaye, ser jê nekiriye. Wî kafirî ji Hezretî ‘Elî re gotiye te çima min ser jênekir. Îmam gotiye min xwest ku ji bo rizaya Allah bi tenê serê te bipekînim. Lê wexta ku te tû kir min. Ez hêrs bûm, ji ber ku para nefsê ketê min dev ji serjêkirina te berda. Wî kafirî ji wî re got: Ji bo ku tu min zû ser jêkî min xwest ku ez te hêrs bikim. Lê madem ku dînê we hewqas safî û xaliseev dîn dînê heq e.
Hem bûyereke şayanî balkêşê ye: Wextekî amirê yekî ji ber kuhakim di hengama destjêkirina yekî de hatiye ğezebê, ew ji wezîfê vekişandiye. Lewra eger wî dadmendî li ser navê şerî’etê bi hesabê qanûnê îlahî ew dest jê bikira, dê di hengama jêkirinê de dil pê bişewitanda. Lakîn qelbê wî jî dê nehata hîddetê. Lê belê dê bi awayê lê merhemetê neke destê wî jê bikira. Nexwe ji ber ku wî dadmendî para nefsê tevlî hukmê xwe kiriye. Hukmê ‘edaletê pêk ne anî ye.
Halekî îctima’î ku şayanî teesufê ye û merezeke muthîş, mereza îçtimaî ku lazime qelbê (‘alema Îslamê) pê bigrî:
(Gelî muslumanan hûn dibînin) qewmên herî bedewî jî di hengama zuhûr û hucûma neyarên xaricî de jibîrkirin û detsjêberdana ‘edawetên daxilî ku mesleheteke îçtimaî ye teqdîr dikin û bi cîh tînin. Gelo ma çi xwelî bi serê wan kesan de bariye ku de’wa xizmata cema’eta Îslamê dikin,digel ku hewqas neyarên Îslamê yên bê hed ên ku li pey hev ji bo hicûma muslumana rêzbûyî hene ‘edaweta cuz’î jibîr nakin.Ji êrîşa neyaran re zemîn hazir dikin.Ev hal sukut e.Wehşet e.Li heyata Îslamîya îçtima’î îxanet e.
Hîkayeteke şayanî îbretê: Ji ‘eşîrên bedewî ji hevre neyar du qebîlê ji ‘eşîra Hesenan hebûn e.Digel ku ji sedî zêdetir ji hev mêr kuştibin jî, dema ku qebîlekî wek a Sîpkanan jî ya Heyderan derdiket pêşberî wan, wan herdû qebîle yên neyar, hetta ku wî neyarî def bikin neyartîya kevn ji bîr dikirin û ‘edaweta daxilî bi bîr nedianîn.
Gelî mu’mînan! Ma hûn zanin çi qas neyarên di hukmê ‘eşiretê de hene (ku îro) û li dij ‘eşîra ehlê îmanê ketine weziyeta tecawizê.(Bi rastî) wek daîre yên di hundirê hev de ji sed daîreyî zêdetir (neyarê ehlê îmanê) hene. Gelo ma bi çi hawayî bi ehlê îmanê dikeve digel ku li dij her yekî ji van (‘eşîrê neyaran) weziyata mudafayê ya bi tesanud û desthevgirtinê mecbûrî be (û ew jî li dij vê) bi alîgirtineke bi ğerez û ‘edaweteke bi înad ku (ji bo neyarên îslamê) ji bo daketina herema Îslamê di hukmê hêsankirina hucûmê û vekirina derî de ye. Ji wan daîre yên neyar belkî heftê nevê neyaran hene. Go ji ehlê îlhad û delaletê bigre ta ehlê ‘alema kufrê, ta ehwal û mûsîbetên dinê bi hevre li dij we ketine wezîyeta neyartîyê, bi hev re bi hirs û hîddet li we mêze dikin. Li dij van hemî neyaran sîliha te ya herî bi hêz, sîper û qel’a te uxuweta Îslamê ye. Êdî şiyar bibe û baş fêr bibe ku bi behane û qozên biçûk hejandina vê qel’a Îslamîyetê çiqas muxalifê ûjdan û mesleheta Îslamîyetê ye.
Di hedîsa şerîf de hatiye ku kesên wek deccal û sufyanê axirzemanê muthîş û muzirê ku dibin serekê nîfaq û şîqaqê de, ji hirs û şîqaqa (‘alema) Îslam û beşer îstifade dikin. Û bi hêzekî pir kêm new’ê beşer herc û merc dikin. Û ‘alema îslamê ya mezin dikin bin esareta xwe.