HelbestYûsifê ‘Esra Me

Win kîne em dizanin

Win mêrxasê cîhan in

Di cihê teng û tarî

Win diwir da dinalin

 

Min gotibû win kîne

Bi nav win yûsufî ne

Navê we her kes zane

Ji ber wê pir hejane

 

Xortê Mûhemmedî ne

Gel bi we re dibîne

Hebûna wey li dinyê

Ji mer azadî tîne

 

Yûsufê ‘esra anha

Gellekî ew hêja ne

Xizmeta wanî pîroz

Didome di zîndana

 

Rehma xwedayê rehman

Li ser we be tim zeman

Xelasiya gelle me

Bi weye win vê bizan