GiştîŞerîf EmînÎro Sikûtkirin Sibê Zillet e

 Çerxa dunyayê, ehwalê dewlet û milletê musulmanan ji hêla silametîyê zêdetir ber bi rexê fitne û fesadîyê ve diçe. Temamê teşkîlatên cîhanê, behsa qencî û medenîyetê dikin, lê belê xebata wan ji xirabî û cehaletê re xizmet dike. Her wekî Ewrûpa, wekî Koma Milletan û Emrîqa. Kesên ehlê îman û însafê, ehlê Xweda, ehlê îlmê; roja giran, roja fitne û fetretê -ku ew roja jî îro ye- dengê wan qet nayê. Roja xebatên bi mêranî û îmanê, em gerek yeqîn bizanibin ku îro ye. Îro sikûtkirin sibê zîllet e, bindestî ye, hakimîyeta kufr û zulmê ye; hem wellahî û hem billahî!

Bo musulmanan, bo temamê kesên bindestên dunyayê, rewş çawa ye, em di Hedîsa Şerîf de binêrin. Serwerê Kaînat Xatemul Enbîya, Rehberê Herdu Dunya, Ronahîya Çavan Dermanê Kul û Derdan Hz. Ehmed Muhemmed Mustefa -ku ruh û canê me ji Wî re fida- ferman kirîye:

“Bo insanan zemaneke wisa tê; DEREW, tesdîq dibin; gotinên RAST, têne derewkirin, inkarkirin; bi kesên xaîn BAWERÎ tê kirin, kesên EMÎN jî xaîn tên zanîn; a wê wextê -her kes sikût dike- RUWEYBÎDA qezî dike!

Eshab dipirse: Ya Ronîya Çawan, RUWEYBÎDA çîye?

Rehberê Dareyn got: Ew, di der heqê “iş û karên millet yên MUHîM u MEZİN de (daîm) qezî=gotin dike lê belê kesê SEFÎH e!”

Sefîh kî ye? Kesê ehmeq, ê cahil, musrîf, ji bo hubba cah xwe fîda dike. Sefih xwedîyê ihtiraseke pir mezin e. Navê wî yê dî jî meriv dikare bêje ehlê dunya.

Roja ku Peyxemberê me xeber daye, heqîqeta hal îro ye. Em bi çavên heqîqetê, qasi teqet û zanîna xwe binêren.

Em bi çavên xwe dibînin: Feryad û qêrîn ên kesê bindest, xasseten jî yên musulmana ye. Kufr û zulma dunyayê, sedema derd û kulên bindestan in. Muesseseyên Cîhanî jî temamî ji emperyalîzmê re, ji ehlê xaç û seneman re xizmet dikin. Yekîtîya Ewrûpayê, Koma Milletan(BM), Devletên Yekbûyî yên Emrîqayê, NATO; bi talankirina erdê musulmana ketinin û ji qîrîna belengazan re kerr û lal in.

Dunya xaç û senem; her çi wext agirek bikeve mala musulman û mustezefên rûyê erdê, destên van zaliman ne “av”ê “benzîn” digre. Bi gotina Xwedayê ‘alem;Çavê wan heqîqetê xweş dibîne lê belê kor e, zimanê wan heye lê belê lal e, guhên wan henin lê belê kerr in!” Nîyeta wan kafir û xwînmijan, temamî ji bo kesba heram, bo kuştina insanên bêkes, bo dek û dolavan e. Heqîqet, ji wan kesan merhemetxwestin, qebahateke giran û zîlleteke mezin e.

Em gerek îtîraf bikin; milletên musulman, bo îcrakirina “heqq û hiquqên xwe yên qanûnî,  iro roj di parsê da ne. Li ser milkê musulmanan ekser zalim û zordar hakim in. Ev zordar jî encax li hember gelê xwe yê bêçare otorîter in. Mêranî û qurrebûna wan li hember ehlê xaç û seneman tunneye û tuccar jî nebûye. Ji ber vê yekê muslumanên meğdûr, her daîm, jibo qezenckirina hiqûqên xwe, ekser îltîcayê Ewrûpa kirine. Ew îltîcakirin, “jibo çareserîya tesetturê, jibo starbûnê, jibo qezenca dunyê hvd” daîm bûye. Ev tiştên hanê; parsektî, ‘eyb û şerm be jî, heqîqet ev e lê belê ev; jibo millet MECBÛRÎYET, jibo dewletê ‘eyb û şerm û ZILLET e.

Rojava Dunyayê; sebeba jiyana dewletan, çareserîya pirsgîrekan û xizmeta gell e. Rojhilata dunyayê, dîmen temamî cihê ye, ne wisan e. Dem û dewra dunyayê; jibo me (şerq) û ğerbê yek e lê belê, ehwalê millet, mua’mela dewletan ji bo gelekî nîne.

Di halê HIQÛQê de ‘ESR; jibo Ewrûpa 20, lê bele jibo musulmanan 19 ye, yanê sed sal ferq heye.

Serok û rêzanê xelqê Musulmanan; jîyana xwe, li ser zulm û zorê bîna kirine. Karê wan serokan; xapandina ‘ewam, dizî û talankirina milk e. Jibo ku zarokên me şîyar nebin; ‘enwa’ê çeşît mani’ û zehmetî derdixînin. Hakimiyeta wan Xwedê nenasan; li ser tirsandina gel, heps û zîndanan ava bûye.

Qanunên me(!), temamî yên Ewrûpî ne, lê belê qanûnên li ğerbê, dibin sebeba asayîşê, sebeba aşîtîya millet û dewletê. ‘Eynî qanûnên esrî(!), jibo me sebeba talanbûna milk, qeyd û bendkirina masûman e. Pişta wesayeta li ser erdê mustez’efan, ji gelê xwe zêdetir, xwe daye emperyalîstan, Emrîqa, Ewrûpa hetta Îsraîlê. Ew, bi milletên xwe yên masûm re nînin, bi kafir û zaliman qaîm in. Xweda hafiz.

Gotinên ku me jibo Musulmanan gotine, tê de xîlaf tuneye, temamî bûyerên zindî û heqîqet in.

Madem halê me MUSTEZ’EFAN ev e, wê çaxê wezîfa zanayên gel çiye? Gelo kesê xwendevan, ên şîyar û îlimdar jibo bindestan DEYNDARê çine?Em temamî deyndarê milletê xwe ne. Ev deyn deynê bi sed salan, belki hezar salan e. Paqijkirina hêsrên çavên dayik û bavan, deynê me ye. Mamûrbûna îstîqbala ciwanan, îzah û tefsîra zulm u zordaran yeqîn deynê meye; deynê stuyê zanayên vî milletê ye!

DENGê BELENGAZAN xweş tê guhê me; ger em kerr û lal nebin, ev dengê mezlûman ji gelek “kûr û dûr tê” lê belê bi sewtek bilind tê. “Çûyîn û neçûyîna di hewara wê dengê bêguneh de” ROJA MEHŞERê, ROJA MÎZANê elbet ji me tê sûalkirin.

Em li hember YEZÎDAN HUSEYNÎ NE!  Heqîqet jî em HUSEYNÎ ne.

Huseyn îbn-î ‘Elî jibo çi çû KERBELAYê?

Kerbela cîyê QIYAMê, erda zulm u zorê; ehlê bêbextîyê, îrtîdadê, rîc’etê ye Kerbela.

Em jî dibêjin; “Kullû erdîn KERBELA Kullû yewmîn ‘AŞÛRA!” Îro jibo temamê mustez’efên rûyê erde jî “Her der KERBELA, her roj AŞÛRA ye!”

Talîbbûna nasnameya HUSEYN; îstîfakirina ji dunyayê, îltîcakirina Cennetê ye.

Îstîfakirina ji dunyayê; tucar ji bo zaliman terkkirina hakimîyeta dunyayê nîne! Em; hem talibê Cennetê hem jî jibo Xwedayê ‘Alem talibê hakîmîyeta dunyayê ne; temamê koledar, zordar vî tiştî xweş dizanin!

EM DIZANIN Û DIBÊJIN:

Kesê ku “îxtîlaf û ze’fên însanan” baş dizanin, ew zanayê însana nin.(Î. Ğezalî)

  • Em dizanin û dibînin ku îro sikûtkirin sibe zillet e, hem dibêjin;

2-  Qanûnên li ser musulmanan, qanûnên kufr û zulmê ne.

3- Ekser lîder, îdarecî, rêber, serok û hikûmetên li ser musulmanan bendeyê xaç û seneman, girêdayîyê bi Frengistan ve ne.

4-  Li ser erda musulmanan gelek kes, hevalê zaliman, YARê kafiran; NEYARê musulmanan in.

5- Ji ber vê yekê jî xelkê musulman, mustez’ef û bêçare, azad nînin, esîr in.

6- ‘Alim û zanayên me, piştî SEÎ’DEYNa (Ustad Seî’dê Nûrsî û Şêx Seî’dê Palevî) wezîfa xwe li ser heqiqetê îcra nekirine; gelek zêde deyndarê millet in; tuccar me’zur nînin.

7- KURD û KURDISTAN: Meğdûrê ewladê xwe û YETÎMÊ ummetê!

a- Zimanê Kurdî (Kurmanc, zaza, soran, goran, hvd); kevneşopî, tore, ‘urf û ‘adet û temamê folklora Kurdî; bi “HÎMMETA şêx, mela, seyda û medresan” hatine holê, bi sed salan hate îro roj hatine parastin.  Bo vê yekê jî Kurdistan her daim musulman bû, dîndar bû, ehlê şerîe’tê bû.

b- Piştî Seî’deyna; musulmanan Kurdistan gelek îhmal kir.

c- Piştî vê îhmalê; Kurd û Kurdistan bê serî û bê rehber ma, lê belê te’dîb, tenqîl, zulm û zordestiya li ser milletê Kurd, piştî Seî’deyna neqedîya, bil’ekîs  zêde zêde dewam kir.

d- Milletê me bi tevî derd û halê xwe, bê hewar û bê pergal; çavê wan li rîya ‘alim û mêr û mêrxasan mabû. Kesek di hewara wan de neçû. Dengê Kurdistanê yê li ser “komkujî û tehcîr”ê DENGBÊJAN û dayikan  bi lorîn û helbestan neqişandibû, me ew dengî jî bi layiqî nebihîst û behsa van heqîqetan zêde nekir. Dengê HEQÎQETÊ:

**”Şêxêm qurban meçe Dîyarbekra şewtî ha bi coye/ Îro ŞÊXAN TÎNIN BER ÎDAMÊ zo bi zoye”

**Destê min kelepçan de, lingê min qeydan de rizyane Xalo! /HEWARE  XALO, ez girtî me li ĞERÎBÎYÊ!!”

**Li Dêrsimê li Koçgîrî / Teva kuştin jin û mêrî

**Ma HELEPÇE hindik e? Fermane fermane..!..hvd.

e- Birayên me yên Turk; biratî, ummet û tewhida Îslamî tev ji bo qaîmbûna Cimhurîyetê yan jî ji bo tiştên teferrûatê hesibandin. Hesabên dirêj nîne yên kin anîn holê. Ew jî jibo ku hesabên rastî nebûn, ji Bexdayê zîvirîn, temamî betal bûn.

f- Muhafezakar û Muwahhîdên Kurd, hem kêm bûn hem jî ummet û tewhîda ku behs dikirin, haşa pêxember (‘e.s) behseke wisa nekiribû. Haşa ji pêxember zêdetir(!) ehlê ummetê bûn.

g- Gel, îhmal bû; derd û birînên wan, di halê ewladê wan de nehat dîtin, lê belê PIRSGIRÊKA KURD mîna goga berfê ji çiya hate xwarê û her roj mezin bû.

h- Piştî ŞOREŞA QOMONÎST(1917), wekî her derê dunyayêli Tirkîyeyê jî têkoşîna “rast û çepan..” peyda bû.

i- Di wê serdeme de, li Kurdistanê têkoşîna musulmanan hebû, lê belê di wê têkoşînê de nawê Kurd û Kurdistanê, heqq û hiqûqên ku paymal bûne, behsa van tiştan zêde tunebû.

j- Hola têkoşîna hiqûqê Kurdan, di halê musulmanan de gelek vala bû.

k- A hola ku musulmanan vala hiştîye, piştî 1980ê ekser qomonîst û sosyalîstan û kesên modern tije kir. Bi vê behsê zimanek nû, qadroyek xwedênenas ava kirin. Xwelî li serê millet û musulmanan bû!

DERMAN: Îro roj, kesên têkoşîna doza musulmanîyê dikin, gerek zahf qezî bikin, pir bişuğulin, bi deng û xebatek gelek bilind werin meydanê. Roj; roja îmanê, roja musulmanan, roja musulman û mucahîdan e, lê belê li ser heqq û heqîqetê, însaf û îzanê.

Firqeyên dujmintî û neyarî digerînin; tehemmulnekirin tucar kare îzanê û îmanê nîne! Dujmintî nîne lê belê xebat ferz e. NEYARÊ ME; benî adem nîne, cehl û kufra herêm e!

Nasnameya Kurd u Kurdistanê îro roj bi destê ‘evdê tirş, ‘evdê pûl û peran diçe KUFRê; teslîmî zulmê dibe. Li hember vê delaletê neşuxulîn zillet e, sikûtkirin teresî ye, nedîtin û nebihîstin jî kûr û lalbûne. Xwedayê ‘Alemê, me ji vê ğefleta hanê şiyar bike, ji HELAKETA dunya u axîretê jî muhefeze bike.

Heger ev milletê bê çare û belengaz di vê DEWRA FETRETê de dengê musulmanan nebihîse; em sibe di roja MEHŞERê de nikarin vî hesabî bidin. Musulman, bi DERMANê QUR’ANê ewil derdên Kurdistanê, dûre jî yên Ummetê gerek derman bikin.

“Wel Fecr..!” Dengê TEKBÎRAN wa tê guhê min!

Xweda heye ğem tunneye! Xweda yar be ‘alem neyar be! Dua û silavên qelbî.