Dîrok ronahîye, şewq û şu’le dide şevên tarî. Bûyerên dîrokî, nîşan û peyvên dîrokî, roniya îstîqbalê ne, dîtin û bingeha paşerojê ne. Dîrok çavkanîye. Dem û wext mîna av û xwînê diherike ji vê çavkaniya dîrokê. Lewma jiyan û cîhanşîn û hêşîn dibin bi ava dîrokê, gewde û hebûn bi can dibin, candar dibin bi xwîna dîrokê. Dîrok, carinan deng û banga ketiya ye, carinan dara xweziya ye. Car caran tovên reşandinê ye ji simbil û fîdana re. Dîrok hin caran dibe kumla mezlûman li hember zaliman. Car car dibe mizgîna belengazan. Û car carjî dibe qisseke ‘îbretê, dîwaneke hîkmetê, baraneke rehmetê. Bêgûman dîroka rast, tu caran ne dûre ku em kevinbibînin. Û ne hûre ku em rûmetê nedinê. Dîrok her wextî werîsê warisaye, ji bonî xelasiyê, jibonî xweşiyê.
Di her dem û wextî de ji bonî fêda însanan, tiştên qenc û xerab hene. Her tim jî bi ser sebebên wan, an du’a û mukafatê qezenc dikin, an jî nifir û cefa û ceza dibînin. Ji bonî vê yekê, insanên di nav civakê de, yên ji însanan ra dibi nalîkar, qenciyê bi wan dikin, her tim dildarin di nav derdora xwe de, ewan xêrxwaz her çax dilşad û bextewarin. Merivê di ferqiya van encamên xweş de be û kesê xwey îman be, hay ji heram û helalan hebe, me’lûm e ku hê bêtir dibe xwedî rûmet û hurmetan, xweyqedr û qîmetan. Aha weke vê heqîqetê, muminên xwedyê îmana xurt, misilmanên dûrî zîllet, yên jibonî Xweda werin cem hevdû, mîna bira bin li hember hev bi rehmet, li hember zaliman şedîd bin, hingê ev rewşa van merivan, dibe nûrun ‘ela nûr.
Ez dixwazim piştî vê gotinê, hindik jî be bibim dengê wanên ku rewşawan nûra li ser nûrê ye, roja Îslamê lı ser wan dihilide, rengê wan rengê Xweda ye, werisê wan werisê Xwedayê Rehman e. De binêrin û bifikirin kurewşa wan weha be, rêber û rêzanê wan Pêxember be, ce’da wan cîhad û xizmeta Îslamê be, tevger û qanûna wan li gorî Qur’an be, ğaye û armanca wan riza Xweda, Îslamiyet û şehadet be ku can û heyata xwe kiribin qurban, marûzî sirgûn û zindan û kuştinê bûbin, ma qey dîrok ji wan re ne mizgîn e? Ma qey tağût û zulm û kufir li ber vê hêzê karin xwe bigrin, zalim û zordar qey dikarin vê xumînê bisekinînin? Dîwar û xanî, hêwan û stad ma dikarin vê ‘eşqa pêxember zevtbikin, betalbikin?
Bi îzna Xweda şoreşkerên azadîyên Îslamê derketine meydanan, xizmetkarên Qur’anê xuya dibin li beledan. Meydan û ce’da, bi dengê tekbîr û selawatan dixemilînin, dihejînin. Bi îzna Xweda, ev ronî û ev tevgera ku eşkere bûye, azadiya meazlûma ye, xelasiya bulbulên Qur’anê ye, bidawîbûna girîn û feryada mustez’efa ye.
Bi îzna Xweda misilman di cehd û xizmeta Îslamê de ne. Dengê azadiya rast, hizûr û aştiya rast, siyaseta rast, tîcaret û ‘edaleta rast tê guhêmin. Banga Eshabê kehf, Ebûzerê Ğifarî, banga şêx Se’îdê Palewî, şehîd û rêzanên ‘esrabîstan tê guhêmin. Neviyên Selaheddîn, vaye dîsa bi sebat û xebatin. Va ye dîsa peyrewên Cizirî û Teyran coş dibin tevlî cezb û mestê. Te’qîbkerên Xanî û Nursî, dîsa neyar û hişyarin li hember fikr û hizrên xerab, lihember neteweperesta kêmaqil û ehmeq bi izn û înayeta Xwedayê Hekîm û ‘Alî.
Û ez xwe dixemlînim bit eslîmiyeta Îbrahîmê Xelîlê Xweda, bi ‘îffeta Meryema ayeta Xweda. Bi exlaqê Hebibê Xweda, evîndarê dilan, umîda her çaxan, xweşmîsala ji bo her şexsan Hz. Muhemmed (s.x.l). Û ez jîdibêjim, bang dikim:
Bisekinin gelî mezlûmên ku heqên wan ji wan hatine stendin! Ey mustez’efên ku dengê wan hatibû girtin! Ey kesên dibin jiyan û zihniyeta Ewrûpayê de şerpeze û perîşanbûne! Vayê evîndarên pêxember, ‘aşiqên Mûhemmed tên, di her aliyên cihanê de. Ey evîndar û aşiq û dildayên pêxember! Ey ên dînê wan ji wan re hiqûq, miqedesata wan jiwan re namûs, nixumandına wan ji wan re azadî, îffeta wan ji wan re xemilandın, ey jinên Zeynebî! Ey şehîdên de’wa Îslamê! Xwîna we ji me re bûye gulîstan, xebata we ji me re bûye ji yan, dîroka we ji me re bûye mizgîn, bûye dibistan.
Ey ên di hicret û zindanan de! Hûn nîv şehîd in, hem xwêdan û berxwedana we, weke xwîna şehidan li me tesîr dike. Û hem jî îman û jiyana we, ‘ezm û sebata me tûj dike, nû dike, dilême geş dike û imana me yeqîn û qewî dike bi îzna Xweda. Ey mumin û dost û şehîdên rêya Xweda! Dîrok we ji bîr nake, dîrok bê we naxemile, di dîrokê de we destan nivîsandiye.
Ez hêvîdarê duayên we me ku hûn ji hemû misilmanên cîhanê re di’abikin, nexasim ji yên ku haya wan ji Îslamê tune re û ji yên ku ji bonî haya wan ji Îslam û Qur’anê heye û ji lew ketine zindanan, mal û warê wan hatiye xerakirin û talankirin re. Hûn tev emanetî Xweda bin.