Di quntara çiyê de
Li ber tirba Xanî raketim
Min xewn û xiyal bûne yek
Dîrokek zindî
Bi ximam li serê çiya xwîya bû
Agirî!
Nîşana xeşyet û heybetê
Kahnîyek sor û sipî
Li ber çava pêl veda
Geh ji xwînê
Geh ji agir herikî
Serî berf e
Dorhêl deşt û çîmen
Warê şivan û gavana
Şahidê qe‘hr û ğema
Pir borandîye dem û dewran
Dikele ji binî ve
Hê nehatîye ‘xezebê
Îhsan Nûrî li Quntarê
Konê berxwedanê veda
Heskê Birê Têlî
Bi kerkîta tevna mêrxasiyê dihûne
Silêmanê E‘hmed
Keremê Qolağasî
Diçin û tên li der û dorê
Qulingê ‘Evdal
Ji sêrtê tê li ser datîne
Heywax! Kela Bazidê hilweşî
Deng ji Surmelî Memmed paşa dernayê
Ehmedê Xanî dibê
Kanê Mihemmed Beg gelo
Ka padîşahê Serheda
Quntara çiyê
Buye meğelê Qazan û Beta
Lê lê hedê rebbêne şerekî li me çê bû…
Hê gotin di devê dengbêj de
Teyrê ‘ecelê çû û hat
Şêx Zahir şûrê xwe li ber min danî go
Kereme ke lawo!
Min Eve mîras
Agirî sebr e
Agirî serbilindî ye
Agirî xezeb e
Agirî beheşt
Agirî dojeh
Kî çi bajo wî diçine
Herkes û nesîbê xwe
Herkes û kesba xwe
Nûrsî bûye mêvanê Xanî
Dibê: Ya Eyyûhel Ekrad
We heye xwedî û xudanek
Alî kerem û letîfedanek
Ji kalanê şûr
Hubra qelemê dadiwerive
Dibit Rîsalê Nûr
Yan Reçetetul Ekrad
Xem nexwe Xanî
Kalan ji qelem re bûye kiras
Hêj hene merd û mêrxas
Di cebirîne êş û elema
Li ser pişta hespê
Xweş tê dengê İşaratul îcaz
Paşê…
Li ser baskê teyr çûm Wanê
Bêhnek rûniştim li Xorxôr
Bişkivîn wek fêkî
Gul ji hubra qelemê şîn bûn
Gulên ber biroj
Bêhna wek misk û ‘enber
Şax vedane qor bi qor
Vebûye Medrestuz-Zehra
Qeb qeba kewê ribat
Bi sî û sê zimana
Di xwîne li ser sitûn
Dengek wek dengê bilûr
Ji nişka ve tê ji dûr
Dibê şad û bextewar
Îro ezim li vî diyar
Min cebirîn êş û elem
Lew bi Kurdî dinvîse qelem
Min go: Kî yî tu xalo!
Go: Nursî me ‘evdalo
Derxist ji ber xwe
Sifrekî dewlemend danî
Tev kitêb û qelem bûn
Go min di dewsa nan ji wer anî
Ev sifra xan ‘Ebdal e
Yan a şerefxanê Kal e
We nan û av û azadî
Bi ‘ilm e
Ne bi şûr û mertal e