- Şert û merc çi dibin ew zane dema we azana şerif bihîst ji bo edakırına nimêjê rabin
- Qurana Kerîm pir bixwînin, bi tefekkur li ser hur bibin an bi kûrlêkolîn li ser bi xebitin an jî guhdarîya wê bikin. Wexeteke xwe ya kêm jî di karê pûç de badilhewa neborînin.
- Zimanê xwe (ê zikmakî) baş bikarbînin û ji bo başbikaranîna ziman cehd û ‘xeyret bikin. Lewra ev (başbikaranîna ziman) nîşana muslumantîyê ye. Zimanê ‘Erebî fêr bibin. Lewra Qur ‘an herîbaş bi zimanê ‘Erebî tê fêmkirin.
- Di tu mewzûkî de nekevin nav nîqaşên ji hed der. Lewra di her dem û dewranan de tu xêr ji pozbilindî û qurretîyê peyda nabe.
- Pir nekenin lewra qelbê ku bi Allah te ‘ala ve girêdayî bit dibê sakîn û bi waqar bit.
- Xwe ji pêkenoktîyê dûr bikin lewra milletek mucahîd ji bil cîddîyetê tiştekî dî nas nake
- Dengê xwe bi qasî bihîstina muxatabê xwe bilindkin. Baş bi zanibin ku bilindkirina deng a zêde xodbînî û ezîyet e.
- Ne xeybeta kesî bikin ne jî tevgera kesî biçûk bibînin. Ji bil xêr û qencîyê hîç neşte‘xilin.
- Ew nexawzin jî dema ku hun rastî birakî xwe hatin li riya hevnasîya bi wan re bigerin
- Wezîfe ji wextê zêdetirin. Jibo ku hun ji wextê îstîfade bikin destê alîkarîyê ji kesên dî venekşînin. Eger wezîfekî we a bikaranînê hebit ji bo ku hun wê wezîfê di riya herî kurt de bi awayek xweş bikarbînin cehd û ‘xeyret bikin..
- Çi mala we, çi cilê we, çi meskenê karê we (çi dibe ew zane) bi her awayî ehemmîyetê bidin paqijiyê. Lewra ev dîn li ser xîmê paqijiyê hatiye damezrandin.
- Bi ‘ehd û peyman û we’da xwe re wefadar bin. Şert û merc çi dibin ew zane muxalefetî ‘ehd û peyman û we’da xwe nekin.
- Xwendin û nivîsandina xwe bi kemilînin. Rojname û kovarên Muslumana bi mutaalayek pir bi xwînin. Ger biçûkbe jî dibê pirtukxaneyek we hebit. Ger hûn xwedî îhtîsas bin pisporîya xwe ya di warê îhtîsasa xwe de bi pêş de bibin.
- Dilê xwe bi wezîfeyên hikûmetê ve ne zeliqînin. Bizaninibin ku wezîfeyên hikûmetê ji bo rizq derîyên herî tengin. Lê eger ku hikûmet wezîfekî bidit we û ew wezîfe jî dijberê wacibatê de’wa we nebit wezîfa xwe baş bikarbînin û dev jê bernedin.
- Bi qismek malê xwe tevlî de’wê bibin. Zikata kul i ser we ferze bidin cema ‘etê. Hatinîya we çiqas kêm dibe bila bibe parek ji hatinîya xwe ji bo feqîra veqetînin.
- Kêmbe jî qismek ji malê xwe ji bo rojên teng veqetînin. Nebî nebî hûn nedin pey eşyayê luks
- Bê sekn û hedan tewbe û îstî ‘xfar bikin. Berya xewê bi qasi çend deqîqa nefsa xwe muhasebe bikin. Xwe ji tiştên bi şik dûr bikin da ku hun nekevin nav heramîyê.
- Ji mekanên zewq û sefayê xwe dûr bikin û bi wan cîhan re (ku mekanê munkerata ne) ceng bikin. Ji temmamî dîtberîyên qonfor û rehawetê xwe dûr bikin.
- Li her derê de’wa xwe bi teblî‘xê belav kin. Bi nefsa xwe re mucadele bikin da ku hûn karibin hefsarê wê bixin deste xwe. Çavên xwe ji heramîyan bi parêzin û hîsên xwe kontrol bikin.
- Hem rû‘hen hem jî ‘emelen daîma bi cema‘etê re bin. Xwe wek wî leşkerî bibînin ku di qişla xwe de li benda emr û ferman e.