Ey gelî milletê Kurmanc xelkê bi i’zzet û îman
Ji ğeyrî Îslama ‘ezîz nîne ji mer sitr û eman
Ev çi hal e em tê de ne di vê dewra axir zeman
Yetîmê ummeta Îslam milletê Kurd xelkê min e

Ehlê xaç û agirperest û mel’ûnê hezar salan
Ji hevdû re pêşkêş dikin welatê me dikin talan
Bi destê rûreşên menhûs bi hîlew dekkê neyaran
Îxanet û kêra zingar çikandine sênga min e

Li dewsa şêr û pilinga derketin rovîy û çeqel
Talan kirin war û welat rê girt eşqiya û çepel
Dîn û mizgefta xerakin li cîyê wan dêr û şapel
Dixwazin ku ava bikin li ser ax û warê mine

Wan konê şehinşahiya tirsê li welat vegirtin
Bi hovîtî û zortestî deştû çîyayê me girtin
Bi rêtina xûnê meşîn li pey mel’ûna şop girtin
Ev herb û şerrê gemarî ne cehda welatê min e

Li vî heqyê guhdar bibin ma’r tucarî kedî nabe
Bi koranî nebin esîr dûpişk bêj’ar qet’î nabe
Gelek me pirsî yû seh kir gurê wehşî xwedî nabe
Bi rastî ev çetewarî ne azadya warê min e

Em xelkê Kurd bi Îslamê ‘ezîz û hem azade bûn
Xwedî exlaq û bi namûs avayê me bal qible bûn
Çima îro bi koranî li pey şopa sergerde bûn
Çavnas bibin ev fitna han ne cenga milletê min e

Ey siwarê xweş azadî qaîmê ‘edl û heqîqet
Bitev hukmê xwe dagere bide gellê me besîret
Qevdikek bihar verêke ji rojê çengek me’rîfet
Bigre destê min xelasî ev welat û axa min e

Ev welat û axa me ye namdar e bi nav Kurdistan
Ev çend sal e li vî warî ma xelas nabe zivistan
Bihar hate ji bîr kirin li vî welatê gulîstan
Min kişand ta’de vî qasî di vê dewrê besî min e

Besî me ye di vê qernê ey ax û erda nazenîn
Heta kengî tê bînî xwar nav û dila ah û enîn
Ey welatê aşiqên heq wek Cezerî û Mem û Zîn
Feqîyê Teyran û Xanî hîv û roja warê min e

Li ser vê erdê hîv û roj wê cardin qam bidin nûrşen
Di piştî Şêx Se’îd û pey şehîdên ‘ezîzên rûşen
Mij û tarî wê bela be welat dîsa bibe gulşen
Dîclew Firat wê av bidin dar û berê warê min e.