Dayîna ehlê dilan ger dil hebit
Ger nebit dil dê çikint dinya hebit
Heyderê qadir li ser fetha cîhan
Îsm û cism nîne eger quwwet nebit
Xwtt û xalên li cemala te heyîn
‘Elem in emma dibêm şu’le hebit
Zulf û biskê te ne sermeste kirin
‘îde û sersale eger selwa hebit
‘aşiqên çeşme te ey nazikletîf
Hey dibin ava heyatê ger hebit
Can dixwazî were da ez can bidim
Ger hezar rûh û rewan tê de hebit
Telbeya te cerg û mêlaka me ye
Were qessabî eger sikkîn nebit
Bi xwedê dayîm xiyala min tû yî
Bal te ye qelbî hetta qelbî hebit
Di şeb û rojê me nînin xab û xwar
Ger ji te yek lehzeyek firqet nebit
Qedehek ava heyatê min nevêt
Şerbeta wesla te yek cur’e hebit
Were destê me digota ey ‘Elî
Di reqqasê saz û def ger hebit