Abdulqadir TuranGiştîSalih Begê Hênî: Profîla Rewşenbîrekî

Dîtina rewşenbîrekî xweşmîsal, ne rihet e. Li nav ‘alema Îslamê rewşenbîrên gihayî, pir tune ne. Salih Begê Hênî, ji wan hindik rewşenbîrên gîhayî ye û rewşenbîrekî ji her aliyê ve kamil e. Ciwanên ji xwe re li rewşenbîrekî misluman digerin, ji bo wî dikarin bêjin: “kesê ez li digerim ew e.”

Her term û îbare, li gorî kultura ku aydiyê wê ye me’neyan hildigre. Li Tirkiyeyê îbara “rewşenbîr” weka li ğerbê ji bo ehlê xwedî zanîn û tiştên Şoreşa Fransayê diparêzin nayê gotin. Ehlê çepgîr û lîberal, “rewşenbîr”bûnê weka “çepgîr”bûn û “lîberal”bûnê bi kar tînin, ji ehlê Îslamî tenê kesên ku di alema wan de akredîte bûne tevlî vêya dikin, ev jî karguzariya wan nîşan dide. Ev şol û tevgera wan, îşgalkirina term û îbareyan e.

Li nav alema Îslamê  “rewşenbîr” bi me’neya kesê ku bi îlmê xwe amil e. Ferqa wê ya ji entellektuelê yan jî ji akademîsyenê medreseyê yê neaksiyoner, ew e ku entellektuel an jî akademîsyenê medreseyê yê neaskiyoner dibin xwedî zanîn, lê belê qebûl nakin ku zanyarî wan dikin xwedî mesûliyet.

Ji bo entellektuel an jî akademîsyenê medreseyê yê neaksîyoner, zanyarî zanîn tenê ye. Ew zanînê tenê dide kesê agahiyan jê dixwaze û heta di bedêla dayîna agahiyan de ucretê dixwaze. Zanîna wî wî coş nake, tew hîç nayîne ğeleyanê. Zanîna wî dengnekir e, li gorî menfîetê weziyetê hildigre, dizane li ciyê xwe bisekine.

Hal ew e ku ‘alimê bi ‘ilmê xwe ‘amîl û zanîna kesê rewşenbîr çalak e, lebatkar e. Nahêle ku xwediyê wî li ciyê xwe bisekine. Tê gotin ku ji helbestvanên Tanzîmatê Ziya Paşa weha gotiye: “Ey ‘eqlê min! Ya tu tuneba ya ez. Em her du li hev nakin” Zanîna rewşenbîr jî weka wî ‘eqlî ye. Ew çiqas înkîşaf bike, rewşenbîr jî bawer dike ku mesûliyeta wî zêdetir dibe, rewşenbîr divê wî têxe hereketê.

Rewşenbîr xwe ji halê civat û milletê mesûl dibîne û rastkirin û edilandina wê rewşê, wezîfa xwe dizane. Ji vê hêlê ve li nav ‘alema Îslamê rewşenbîrê heqîqî, warisê Hz. Pêxember(‘e.s) e.

Li nav ‘alema Îslamê bi rastî “alim” tenê “alim” e. Ne hewce ye ku meriv wesfekî din bi wî ve bixe. Kesên di medreseyan de ‘ilm tehsîl kirine û bi vî îlmê civat ronî kirine alim in û ev wesif ji bo wan bes e. Esil problem ew e ku ew ê ji kesên di medreseyan de ‘ilm tehsîl kiribe, lê ji derdên mislumanan  re li çareyê digere û di vî warî de xwedî zanîna hewce be re çi bê gotin? Yan jî kesên hem medrese xwendibe û hem jî ğerbê û ğerbiyan bizanibe? Ji wan re ‘alim tenê bê gotin, carna problema t’erîfkirinê pêk tîne.

Salih Begê Hênî “alim” e. Ji bo mezinahiyê ev ji bo wî bes e. Lê belê di ‘eynî zemanî de ew rewşenbîrekî heqîqî ye jî. Bi rastir ew bi wesfê xwe ya “rewşenbîr”bûnê, ji alimên hemdemê xwe cûda ye.

Dîtin û peydekirina rewşenbîrekî xweşmîsal ne rihet e. Li nav alema Îslamê rewşenbîrên gihayî pir tune ne. Salih Begê Hênî ji wan hindik rewşenbîrên gihayî ye û bi her alîyê ve kamil e. Hinek rewşenbîr zêdetir nêzî mitefekîriyê ne, hinek jî ji mitefekîriyê zêdetir, zilamên hereketê ne. Lê Salih Beg… Hem medrese xwendiye; ‘ilmên ‘erebî, ‘ilmên dînî yên bilind tehsîl kiriye û hem jî bi wasîteya kîtêb, kovar û rojnameyan, fikrên çaxê xwe şopandiye.

Hem xwedî ‘îlmekî derûnî ye ku dikare li mehkemê bi weziyeteke hessas qiyama mezin bîne ziman û hem jî zilamê hereketê ye ku di dema qiyamê de dikare bibe qomandarekî leşkerî yê yekemîn wek “reîsê mucahîdan ê ewil”

29ê Hezîranê salvegera ku Kalê Şêx Seîd û ‘alimên din û suleha bi dar vekirine. Mesaja qiyamê, rûhê qiyamê di îfadeya ku li mehkemê daye de veşartî ye. Li gorî Şêx Seîd ew bi ‘ilmê di şûna çar stûnan de palpiştek e, liyaqî î’tîmadê ye(bi qasî ku pêbawerbûnê heq dike mezin e) Îfada Salih Beg a ku li mehkema ew dişandin daliqandinê dida, bi tena serê xwe mijareke tezê ye. Di vê nivîsê de hinek wesfên wî tên behskirin.

Salih Begê Hênî Kî Ye?

Serokê mehkemê dipirse, Salih Begê Hênî cewab dide:

– Te çi tehsîl kiriye?
– Min tehsîla ‘ilmên ‘Erebî, ‘ilmên dînê bilind temam kir û bi serê xwe hinek ‘ilmên fenî jî tehsîl kiriye.
– Tu kîjan zimanan dizanî?
– Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Kurdî, Zazakî û hinekî Frensîyê dizanim.
– Tu Frensî dizanî? Kitêbeke Frensî jî li cem te peyde bûye.
– Min terceme nekiriye, tercemeya Gulistanê ya Frensî hebû, min ew peyde kiriye.
– Tu Îngîlîzî dizanî û bi tu kesî re xeber didî?
– Min Îngîlîzî ji mamostakî Ermenî hinekî xwendibû, nikarim pê xeber bidim.

Û bi rastî Ermenîkî jî dizane ev zilamê bişaşik… Bi qasî ku berhema mezin a Gulistana Sadî ya bi Frensî bikaribe bixwîne Frensî û hinekî Îngîlîzî… Lê bi rastî ‘alimekî serf û nehwa ‘Erebî… Di ‘ilmên Îslamî de ‘alim… ‘Ilmên fenê jî hîn bûye… Farisî baş dizane… Ew bi xwe Zazakî xeber dide, bi zaravayê Kurmancî helbestan dihûne…

Dibêjin ya… Ew ê Îslamvanan welat bi paş ve bibirana. Ger hûn Salih Beg û Îslamvanên wê dewrê bixwînin, hûn ê bibînin ku tam çewt û vajî vêya ye. Ji bona welat bi pêş ve neçe, Îslamvanan ji îktîdarê bi dûr xistin. Lewra wê demê rewşenbîrên ğerbperest ên herî jêhatî, li cem kesên wek Salih Beg, weke xwendekarekî lîseyê bûn. Fikr û asoya Salih Beg û rêhevalên wî ripîronî bûn, lê fikr û asoya rewşenbîrên din, bi hêviya ku ji rebbên Yewnanê agir hilînin û xwe pê ronî bikin, ewqas reşîtarî bûn.

Li gorî M. Şerîf Korkûsûzê ku di heqê ‘alimên Diyarbekirê de li ser belgeyên arşîv lêkolîn kiriye: “Salih Begê Hênî di 23ê Cemaziyelê ewil a 1290î / 19ê Temûza 1873an de li Mehela Derîkam a Hênîya Diyarbekirê hatiye dinyayê (li gorî malbata wî di salên 1868-1869an de hatiye dinyayê.) Xalê wî Şêx Ma’rûf Efendî li Hênê muderrîs bû û ji şêxên Neqşîbendî-Xalidî bû. Salih Beg ji xalê xwe û ji muderrîsên din îlmê hewce tehsîl kiriye û ji Mela M. Zekî Efendiyê melayê camiya Balikliyê îcazeta xwe girtiye. Digel zimanên xwe Kurdî û Zazakî, Erebî, Tirkî û Farisî jî ‘elimîye, paşê di sewiya baş de Frensî jî hîn bûye. Li Diyarbekirê, li Erğeniyê mamostetî û muderrîstî kiriye. Bi navê Mewlîda Hurriyetê rîsaleke wî heye ku îdara Îttîhad û Terakkîyê tenkîd û rexne dike. Demekê li mekteba Ruşdiyeyê ya Hênê xwendiye û dîploma wergirtiye, li vê mektebê dewrehevalê Ziya Gokalpê bûye. Paşê di dewrên ku di Ziya Gokalpê de guhertinên fikrî/aqîdevî çêbûne de, bi wî re niqaş kiriye. Piştî hedîseya Şêx Seîd, tewqîf bûye û digel Şêx Seîd hatiye îdamkirin.”

Salih Beg jî wek gelek alimên Îslamê sêwî mezin bûye. Bavê wî Seîd Beg, hê ew 6-7 salî bûye, wefat kiriye, ji hêla dê ve kalê wî Şêx Ehmed Efendî ew xwedî kiriye. Tê rîwayetkirin ku Salih Beg, çaxa bavê wî defin dikin, digrî. Wê çaxê kalê wî Şêx Ehmed Efendî jê re weha dibêje: “Negrî Salihê min negrî, eger Xweda bixwaze, çawa ku Misir di nav şûran de meşhûr e, ew ê Salihê min jî roja mehşerê, di nav began de meşhûr be.”

REWŞENBÎREKÎ ZANA, ÇALAK Û MESÛLIYETA KARÊ XWE TÎNE CÎ

Ji Malbata Şêx Seîd Ebdulîlah Firat Beg, di heqê mehkema Şêx Seîd û rêhevalên wî de, behsa agahiyeke ku zêde nayê zanîn dike:

Şêx Seîd bi hessasiyeta ku zayîat hindik be ji hevalên xwe re dibêje, “ji bo îfadeyê gazî we kê bikin, hemî mesûliyetê têxin stûyê min.” Tev qebûl dikin, lê xizmetkarekî Şêx ê ‘ewam û Salih Beg xarîç… Yek ‘ewam, yek ‘alim, ew her du jî weha dibêjin, “Şêxim! Her emrê te li ser ser û çavê me. Lê em xêra xwe ya qiyamê nadin” û mesûliyeta tevgera xwe hildigrin.

Di kitêba Şevket Beysanoğlû ya Diyarbakir Tarîhî de, di cildê 3an de, di zabitnameyên mehkemeyê de tê dîtin ku kesên derketine pêş heyeta mehkemê, bi kurtasî îfadeke weha dane: “Şêx Seîd ji xelkê re digot hikûmetê şerî’et hilanî, em serê xwe rakin, dîsa şerîetê bînin. Bi vî şeklî em tevlî serhildanê bûn.”

Lê Salih Beg, li ser pirsa “Ma Şêx Seîd hûn xapandin?” weha cewab daye: “Ez ne yekî wisa me ku bêm xapandin. Ne Şêx Seîd ba, ew ê yekî din vêya bikira.” Li ser pirsa “Kê xelk li ber dewletê bi teşkîlat dikir?” jî weha bersiv dide: “Kesê ku ferd dicivandin tunebû. Min di her ferdekî de dilzîzî didît. Kesê pêşîvan tunebû. Paşê Şex Seîd Efendî hat, tesadufî ye.”

Beriya îdamê ev helbestê dibêje û serbilind diçe bidarvekirinê:

“Gerçi enzâr-ı ahibbâdan dahi dûr olmuşuz         (Her çiqas em ji nêrînên dostan dûr bûbin jî)
Rahmet-i Mevla’ya yaklaşmakla mesrur olmuşuz(Bi nêzbûna rehmeta Xweda em dilgeş bûne)
Bu dünyada müflis u harâb-hâne olduksa da         (Li vê dinyê em muflîs û xanîxerabe bibin jî)
Bu harâbât ile biz, ma’nada ma’mûr olmuşuz    (Bi vê xerabûnê em di heqîqetê de ava bûne)
Kul bizi zulmen mücâzât etse pervâ etmeyiz  (Evd bi zulmê me ceza bike, em jê perwa nakin)
Şüphemiz yoktur ki, İndellah’da me’cûr olmuşuz      (Bêşek em li cem Xweda bimikafat bûne)
Ehl-i Hakk’ız korkmayız i’dâmîden berdârîden    (Em ehlê heq in, natirsin ji îdamê, ji sêpêyan)
Çünki, te’yîd-i İlâhî ile mansûr olmuşuz                         (Lewra bi tesdîqa Xweda em ğalib bûne)
Sâlihim, ehl-i salâhım Dîn’e cân kıldım fedâ     (Salih im, ehlê salah im, ji dîn re can kirye feda)
Lutf-i Hâkk’la teşnegâna âb-ı Kevser olmuşuz.”       (Bi lutfa Allah em tîyên ava Kewserê bûne)

Tewreke liyaqî ‘alimekî bi îlmê xwe ‘amil û rewşenbîrekî heqîqî…

REWŞENBÎREKÎ CIVATÊ NAS DIKE

Divê rewşenbîr yek dudu zimanên ecnebî bizanibe. Salih Beg gelek zimanan dizane. Divê rewşenbîr civatê nas bike. Salih Beg civatê bi xas û ‘am û xwendî nas dike.

Ji bo têkiliya bi ehlên civatê re, zimanên dizane bes e. Lê belê ew bi vêya qîma xwe nayne. Têkiliya wî bi civatê re xurt e ku xelk dizane ew ê li ber tesîrekê çawa tevbigere, çi bike û çi neke. Jê zêdetir ew malbat bi malbat, şexs bi şexs civatê dizane û disinifîne. Li gorî wî ‘alim hene û salih hene. Li Diyarbekirê gelek xwedîşaşik hene. Lê bi ya wî ‘alim tenê Nakîp Bekir Beg heye. Ew bi şola ‘alima ye û pir zêde salih e. Belkî ji bo wî xwedîşaşikbûn, nayê maneya ‘alimbûnê. Divê hinek wesfên din ên ‘aliman hebin. Kesên salih, ger ‘ilmî nebin melcee jî, ehlê xwedî şiûra Îslamî ne.

Salih Beg, rojnameyên wê dewrê yên wek Hakimiyeya Mîlliye, Tewhîdî Efkar, Waqît dixwîne. Haya wî ji rojeva Tirkiye û dinyayê heye. Lê belê digel ku perê wî heye jî, ne aboneyê van rojnameyan e, ji bo wan pere xerc nake. Çawa derdora Stenbol, Enqerê ji rojnameyan dizane, Diyarbekirê jî baş dizane. Haya wî jê heye ku Diqtor Fûadê bi fikrên xwe yên modern tê zanîn ne şerîetvan e. Cemîl Paşazade dûrî salihbûnê ne û paşê jî tewreke dijberî Îslamê şopandine. Li ser pirsa ku ji bo wan gotiye “ji salihan e” dibêje “haşa”. Tarîx îro tesbîtên wî yek bi yek tesdîq dike.

LI GORÎ SALIH BEG ANALÎZA QIYAMÊ

Li gorî Salih Beg, tiştên ku şertên qiyamê amade kirine, tevgera hikûmetê ya li dijî şer’a şerîf e. Vê tevgerê tesîrek pêk aniye, hereketek derxistiye meydanê, pêşîvanên civatê ber bi bayê vê hereketê ketine, qiyam kirine, xelk jî bi ğeleyaneke tebiî tevlî wan bûye.

Ev analîza ku hedîseyan di çarçoveya sedem-encamê de bi awayê ecêbmayî beyan dike, kesên li ber şerî’etê rabûne wek sûcdarên esil îlan dike, xelkê jî li ber neserkeftinê derdixe derveyê pêvajoya cezayê.

Li gorî Salih Beg li ber tesîreke weha, bivênebê ew ê qiyam çê bibe û şert çawa bin bila bibin ew ê kesên wek wî difikirin tevlî qiyamê bibin. Di binê tesîreke weha de fikirîna li ser îmkan û netîceyan jî ne mijara axaftinê ye. Salih Beg dibêje “Sedema tesîrê, însên sewkî hinek rêyên ğeyrî me’qûl dike. Hûn dixwazin ku bi temamî mentiqî be, lê planeke me ya weha tune bû” û bi rastî dide zanîn ku qiyam, li ber ewqas êrîşên li ser Îslamê, mitleq mecbûriyeta nîşandayîna bertekê ye, yên din tev detay in, di vê mecbûriyeta mezin de, fikara li ser zerara ku bigihêje can û mal ne rast e.

Ev, ji bo balkişandina ser zerareke mezin, halê xwefedakirinê ye. Ew hal mecbûrî be, yê din teferrûat e. Ji neslên di pey xwe re, mesaja wî ya mezin ev e.