BijarteFatîh AkmanBaba Tahîrê Hemedanî: Pîrê Tesewûfê yê Kurd, Stêrkek ji Gulîstana Kurdistanê

Kesên pêşeroja xwe nizanibin, kesên ji rêber û rênasên xwe, ji şêx û alimên xwe ne hayîdar bin, paşeroja xwe wenda dikin. Ji ber vê heqîqetê û ji bona ku em rê û şopa wan bişopînin, divê em rêzanên xwe zanibin û wan nas bikin.

Baba Tahîrê Uryan yek ji wan rêber û rêzana ye ku hewce ye em wî nas bikin. Li gorî zanînê ku di destê mê de hene, ka em binêrin bê Baba Tahirê Uryan kî ye? Baba Tahirê Uryan, bi navekî din Baba Tahirê Hemedanî ye. Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir, negihiştine destê me û em bi zelalî nizanin ku bajarê lê welidiye kîjane. Dîsa divê em zanibin ku agahîyên derheqê dema jidayîkbûna wî de jî ne zelal in. Guman dibe weku ji paşnavê wî jî tê fêmê û li gor agahîyan, di sala 944an de (yanî di dawîya sed sala 10. de) li Hemedana Kurdistana Rojhilat hatîye dinyê.

Baba Tahir, hozan, helbestvan, alim, zana û dewrêşek kurd e. Mexlesa wî Baba Tahirê Uryan, di wateya Baba Tahirê Xwas de ye. Ê ku yekemîn paşnavê “uryan” bikar anîye, Baba Tahir e. Lewra berî Baba Tahirê ku paşnavê “uryan” bikar anî ye, nayê zanîn. Piştî Baba Tahir, şêxên Qelenderîyan “uryan” bikar anî ne. Çîrokeke vê paşnavê wî “uryan” jî heye. Li gor tê gotin, Baba Tahir ji biçukanî de bi tehsîla ‘ilmê ketiye, belê perwerdeyîya xwe her tim kêm didî, ji ber wê rojekê ji feqên medresa Hemedanê dipirse “ji bo mirov ‘ilmê hîn bibe çi hewce ye?”

Feqî henekê xwe pê dikin û jêr dibên “hewce ye ku tu şeveke zivîstanê di nav hawizeke ava qeşa de derbas bike” Baba Tahir, şîreta feqîyan tîne cî. Wexta roja dîtir sibê hişyar dibe, bi îzna Xweda bi nûra ‘ilmê xwe ronî dibîne û dibê “kurd razam, ‘ereb hişyar bûm” Belkî mirov dikare vê gotinê wilo bixwîne, ji ber ‘erebî zimanê Qur’ana pîroz e, deryê ‘ilmê Îslamî ye jî. Bi hişyarbûnê bi izna Xweda ji ber deryê ‘ilmên Îslamî lê vebûye gotîye “kurd razam, ‘ereb hişyar bûm”.

Li gor gotineke din, Baba Tahir piştî vê xeberdanê fêm dike ku henek pê hatîye kirin, dilê wî dimîne, pê diêşê û mehzûn dibe. Ew halê wî bi izna Xweda diqelibe ‘ilm û zanînê. Piştî vê bûyerê gelek keramet, li dor Baba Tahir hatine dîtin. Ji ber wê ve gelek mirov jibo ji Baba Tahir îstîfade bikin û dua wî bistînin, çûnin civata wî.

Sabah Kara di pirtûka xwe ya “Dubeytî Baba Tahirê Hemedanî” da dibê, Rawendî jî di pirtûka xwe ya Rahetu’s-Sudûr de wiha behsa Baba Tahir dike: “Min bihîst, dema ku Siltan Tuğrûl Beg (990-1063) hat Hemedanê, ji ewlîya sê pîr hebûn; Baba Tahir û Baba Ce’fer û Şêx Hemşad hatibûn li ber deriyê bajêr sekinîbûn. Çavê Sultan bi wan ket. Ji hespê xwe daket û bi wezîrê xwe Ebû Nesr el-Kunderî ra hat cem wan û destê wan ramîsand. Baba Tahir bi mihrîbanî  jê re got: “Ey Turk, tuyê bi xelkê Xwedê çi bikî?”

Sultan got: “Tu çi ferman bikî; ew!” Baba got: “Wê bike ku Xwedê ferman dike; ayet: Xwedê bi edalet û qencîyê emir dike” Sultan girîya û got: “Ezê wilo bikim.”

Baba bi destê wî girt û got: “Te ji min qebul kir?” Got: “Erê” Baba serê misîna xwe ya şikestî ku bi salan pê desmêj girtibû, (yan jî hungulîska di tilîya xwe de) ji tilîya xwe derxist û kire tilîya Sultan û got: “Min memleketê alemê, bi vî şiklî da destê te; ‘adil be.” (li gor tê zanîn ev sefera Tuğrûl Beg di sala 1055an yan jî 1058an de pêk hatîye) Gelek dîrokvanên Tirk û mislimanên din behsa vê sefera Tuğrûl Beg dikin ku Tuğrûl Beg serê wê misînê (yan jî hungulîskê) xisûsen di herban de dixist tîlya xwe.

Baba Tahir bi salan li Hemedanê jîyana xwe derbas kirye û di serê sedsala 11. de li wir çûye ber rehma Xweda. Qebra wî, di Meydana Baba Tahir de li bakûrê bajarê Hemedan e.

Têkilya Baba Tahir bi Tesawûfê ra

Baba Tahir, mirov dikare bêje ku sofîyê yekemîn e. Jîyaneke bi dewrêştî derbas kirye.  Ehlê zuhd û teqwayê bû. Ew û dinya ji hev ğeyîdî bûn; dinya û tiştên dinyayê ji xwe berda bûn bi sê telaqan. Evîndarekî pêğember bû. Di derenca tesewufê da pir bi pêş ketîbû. Fenabûna di Xweda de, hebûna ji bo Xweda yanî “fena fîllah” wek deryê xelasîya ji êş û kederan ji xwe re dîtibû.

Baba Tahir ji Umer Heyyam heta Mevlana, ji Hecî Bektaş heta Yûnis Emre, Pîr Sultan ‘Ebdal, Kaygisiz ‘Ebdal, ji Cizîrî heta Xanî ji gelek ‘alim, zanyar, şêx, feylesof û helbestvana ra bûye bingeh û çavkanî. Ji lew mirov dikare bêje, Baba Tahir yekemin mutesewifê Kurd e. Mijarê helbestên wî jî tesewuf e. Ji bo agahî ne zelal in, kesên çepgir û komonîst dixwazin Baba Tahir, bi bawêrîya xwe ra tekildar bikin, bila bê zanîn ku Baba Tahir ne Şêxê Qelender e, ne yarîsanî ye, tiştê qet’î misilmanekî xweşik, evîndarekî Muhammedî ye.

Ji xwe di çarîna “Ey Xweda hewarê dilê min bibihîs/Kesê bêkesa tu yî ez mame bêkes

Hemî dibêjin kesê Tahir nîn e/ Xwedê yarê min e, çi hacet bi kes” û di “Bure, Bure kî cananem tu yî tu/Bure, Bure kî sultanem tu yî tu

Te xud zanî kî xeyr ez tu ne zanem/Bure, Bure kî îmanem tu yî tu” (bi lorî) bawerî, hevaltî û hêla xwe eyan kir ye.

Di ğezeleke xwe de jî, bi kutna “Ez ew tahir im ku ji muhemmed re/Ji noker û xulaman xulamtir im” evîna xwe ya Muhammedî îlan kirye.

Dîsa, ev çarîna “Her ew ku aşiq e ji can natirse/Aşiq ji zencîr û zîndan natirse

Dilê aşiq weke gurê birçî ye/Ku ew ji heyheya şivan natirse” jî bi me dide zanîn, bê çewa dil û jîyan, evina xwe di nav hev de hûnandîye.

Pirtûkên wî       

Berî behsa pirtûkan bikim, divê em bêjin, Baba Tahir bingeha Edebiyata Kurd û Farisa ye. Lewra niqaş li ser heye ku Kurd jî Faris jî Baba Tahir bingeha xwe dibînin. Belê ji ber ku zaravayê lorî, zaravayê Kurdî ye û ji ber gotina wî ya “ez kurd razam, ‘ereb hişyar bûm”  mirov dikare bêje, kesê çavê xwe ji rastîyê re veke, rastî li ber çava ye. Bila ev li vir bimîne, em herin behsa pirtûkan.

Li gor tê zanîn ji pirtûkên wî yên namdar dîwana wî ye. Di ‘ilmên zahir de çiqas ku ‘alim bû jî; namdarîya Baba Tahir, ji ber ku pîrê çarîna ye, ji helbestvaniya wî tê. Helbestên xwe bi ruhekî ‘irfanî, bi dubeytên bandorî û bêtir bi zaravayê Lorî ava kirye.

Dîwana wî ya ku Edvard Fitzgerald di sala 1880î da 260 çarînan li hev kom dike, bi navê “Dîwana Baba Tahir” pêşî li Tehranê paşî li Stenbolê hatîye weşandin.

Pirtûka wî ya duyemîn “Kelîmatu’l-Qisar”e. Mijarên exlaq û tesewufê bi gotinên wecîz bi zimanê ‘erebî hatîne nivîsandîn. Ji 23 beşan tê holê. Bi ‘erebî û farisî gelek şerhê wê hatine kirin. Mesela “nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyeke dubare ye” gotinek ji vê pirtukê ye.

Gotina dawî heger îro em rêber, rênas, şêx, ‘alim, helbestvan û peşîvanên xwe nas nekin,  kesên bê ol, bê dîn, neyarên Xweda û Quranê,  wê wan ji bo xwestekên xwe yên gemar bi kar bînin. Li gor fikir, raman û îdeolojîyên xwe yên xerab, ewê wan şîrove û şerh bikin.

Xweda me ji xwe, doz û de’wa xwe dur neke. Wesselam.