Mi ji dil bû carî efẋan û zarî, da seḥ ke şîrîn bi min de teskîn
We ger ne îro wek seylê şîro, eşkê dixwûnin dê min ke tetyîn
Ev herçî dilber wan dil wekî ber, dest wan bi xencer dil kirne kerker
Herçî ‘uşşaq in, ji sebrê taq in, nalîn û kalîn wan resm û ayîn
Meyla diyarê wê nazidarê, da min qerarî ji beytû warî
Dê ser li ba bim, li cewlan xwuya bim, teşbîhê goyîn dê bikme nalîn
Dê serf û neḥwê serf kim bi meḥwê, mentiq bi qeḥwê, sekrê bi seḥwê
Dê ez bedel kim nabe deẋel kim, suret bi rengîn, dil be bi sewgîn
Ey dil tu rabe bes ke ji xwab e, dunya serab e nade te abe
Tû nakî debrê dê biçî qebrê, ba ah û nalîn dê-l wê kî temkîn
Dunya mirar e bi cewr û xisar e, paşê zirar e xelq bûne har e
Dikujin bi zulm e hev kirne qiyme, nas bûne bê dîn bê reḥm û te’mîn
‘Îbret nema ye, dil bê dewa ye, we’z bû heba ye dîn bû hewa ye
Lew zêr xwîya kir wî dîn bi ba kir, xelq bûne gurgin purr buẋz û purr kîn
Ref’ bû dîyanet hem jî emanet, purr bû xiyanet nîne siyanet
Wekî dewaran berdî beyaran, xwarin bû şîrîn guh nade kes dîn
Ev ehlê ev weqt dîn cah û hem rext, purr bûne dilsext ji axret ve bedbext
Guh nadne ‘ilmê, meyl dane zulmê, dîn bûye texmîn ker kirne teḥsîn
Îmam Ẋezalî ew rutbe ‘alî, xweş soft lealî, got wî-b delalî
Dê-j dest emîran hem jî debîran, kasid be ev dîn ew weqt e ev ‘hîn
Qet kes te dîtî xwe-j zulmê girtî, qazîyû muftî dîn dan bi pirtî
Şêxan bi tacan mela bi kaçan, xapandne Şemdîn Şahîn û Tacdîn
Ya reb! Tu çê kî feyzek bi rêkî, me ḥeq di rê kî gur ne-b kerîkî
Delîl ku gur be dê dil jî ker be, çirtik dê bavên şakin şeyatîn
Bikne yeqîne ev serserîne, vî terzî dîne ku mal civîn e
Da bibne ew nas mal bidne wan nas, bibne-j betalîn dallîn mudîlîn
Herçî ku nefs e wê dîtî keys e, go reqs min bes e şeytan ku neḥse
Go lêdin hûn def, reqs kin bi lef lef, hûn bibne ‘alîn ‘alî murîdîn
Nefs û le‘îne gotin: Me dîn e, def reqsê dîn e beyreq şirîn e
Beyreq ku kir sor dê bêne bin kor, dê bikne kalîn şewq dê be şîrîn
Şeytan ku dersan da van xesîsan, gotin me dîsan durr dî di kîsan
Şeytan bi ḥîlan wan hanî dîlan, jin hatin û nêrîn û ba xeml û tezyîn
Emrê bi me’rûf ev gav e mekfûf, bi ḥusne mewsûf menhîyyê mekfûf
“Hadî” te ḥeq go nas bûne bêgo, dan fi’lê şeytîn terwîc û teḥsîn
Nivîskar: Mela Muhammed Hadîyê Licî